Pêla teze ya penaberan û dewama qeyranê li Ewropayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i224554-pêla_teze_ya_penaberan_û_dewama_qeyranê_li_ewropayê
Li halê ku welatên ewropî hema wisa bi siyasetên dijhev li bara penaberan dixwazin vê qeyranê çareser bikin, pêla teze ya penaxwazan ji welatên Rojhilata Navînê û Afrîqayê ber bi sînorên welatên ewropî ketiye rê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 13, 2016 09:13 Asia/Tehran
  • Pêla teze ya penaberan û dewama qeyranê li Ewropayê

Li halê ku welatên ewropî hema wisa bi siyasetên dijhev li bara penaberan dixwazin vê qeyranê çareser bikin, pêla teze ya penaxwazan ji welatên Rojhilata Navînê û Afrîqayê ber bi sînorên welatên ewropî ketiye rê.

Gelek ji van penaberan li nav deryayê canê xwe têxin xeterê ji bo ku bigihêjin sînorên welatên ewropî yên wekî Îtalyayê.

Hêzêz parêzvaniya perraviya Îtalyayê duh anku yekşemiyê, 12`ê Hezîrana 2016`an, li raporekê ragihand ku hezar û 230 penaber roja yekşemiyê li 9 opêrasiyonên filitandinê li Deryaya Sipî (Di navbera Girava Sîsîla Îtalyayê û bakûrê Afrîqayê da) hatin rizgarkrin.

Li ser esasa rapora hêzên parêzvaniya peraviya Îtalyayê, hejmara penaxawazên ku di heyama çar rojan li peravên îtalyayê rizgar bûne gihîştiye zêde ji çar hezar kesî.

Rêxistina Navneteweyiya Koçberiyê jî li rapora xwe ya herî teze bal kişande ser viya ku ji destpêka sala 2016`an va heta niha zêde ji 214 penaxwaza derbasî welatên ewropî bûne, ragiahnd ku ji meha çileya 2016`an heta meha Hezîranê du hezar û 856 kes ji penaberan li riya gihîştina bo Ewropayê jiyana xwe ji dest dane yan wenda bûne.

Li gorî vê raporê, piraniya penaxwazên ku ji riya Deryaya Sipî gihîştine Ewroapyê, welatên başûrê Ewroapyê ji bo sefera bo navçeyên din ên vê parezemînê bi kar anîne.

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) vê dawiyê ragiahnd ku zêdetir ji 10 hezar koçber ku ji sala 2014`an va dixwestine Deryaya Sipî derbas bikin û xwe bigihînin sînorên Ewroapyê, jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî gotina karzanan, ev amar nîşana destpêkirina pûêla teze ya koçberiya penaxwazan ber bi welatên ewropî ye. Li gorî gotina karzanan, bi germbûna hewayê û baştirbûna teqrîbî ya rewşê, gelek ji penaxwaz ji welatên Rojhilata Navînê û bakûrê Afrîqayê ber bi sînorên Ewropayê va terin.

Eger çi ku welatên ewropî ji sala buhurî va qanûnên dijwar û ciddî li bara wergirtina penaberan danîne, lê gengeşûeya lis er bidestxistina rêkareke yekane û cihanîna siyasetekeê ji bo wergirtina wan hema wisa pirsgirêka ciddî ya welatên ewropî tê hesêb. Piraniay welatên ewropî vê gavê sînorêîn xwe li ser penaxwazan girê dane. Ji aliyekî va jî rayedarên ewropî bi gotûbêja ligel Tirkiyê û wajokirina biryarnameyê xwestin ku vê pirsgirêkê çareser bikin, lê astengî bûn sebeb ku ev biryarname jî bi dirustî neyê cihanîn.

Ji aliyê din va zêdebûna êrîşên têrorîstî û pêla tirs û xufa ji ber wê li cîhanê bûye sebeb ku gelek ji komên siyasî li welatên cûrbicşûr ên Ewropayê vê rewşê bi kar bînin û zextê li ser mijara wegirtina penaberan bînin.

A niha rewş wisa bûye ku berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê, Fêdêrîka Mogirînî roja şemiyê tevî amajeya bi kişandina dîwar û çêkirina berbendan li hemberî hatina awareyan bo hinek ji welatên ewropî û hişiyarî da ku eger ev welat van cure kiryarên xwe bidomînin, wê tûşî sîstrma sepandina boykotan bên.

Ev hişiyariya Mogirînî li halekî da ye ku berî viya jî karzanan li bara nakokiya di navbera endaman û berçavnegirtina hinek ji welatan a siyasetên giştî yên Yekîtiya Ewropayê hişiyarî dabûn.

Bi bawera karzanan Yekîtiya Ewroapyê tûşî qeyrana herî xerab a awareyan piştî şerê cîhanî yê yekem hatiye, qeyrana ku bi xwe ji ber pêkabnîna siyasetên şerxwazî û destwerdanê çê bûye.

Li gelek ji wlatên efrîqî û Rojhilata Navînê şerxwazî û serdestiya li ser çavkaniyên van welatan ji bo bidestxistin û serêxwegirtina armancên koloniyalîstî bûye sebeb ku niha qeyraneke giştalî van welatan jî bigire ber xwe.

Di rewşeke wiha da hişiyariyên rayedarên Yekîtiya Ewroapyê ji bo hevahengiya zêdetir a endamên vê yekîtiyê ji bo sazkirina rewşa awareyan hema wisa didomin. Li hemberî van hişiyariyan bi hezaran penaxwaz hema wis aji bo revîna ji şer û tundiyê jiyana xwe dixin ber xeterê û sînoran derbas dikin.

A niha bi destpêkirna pêla teze ya koçberiya penaberan wer xuya dike ku welatên ewropî yê careke din rewşeke dijwar biceribînin.