Bertega Iraqê li hemberî xwetêkeliyên Erebistan û Tirkiyê
Iraqê nerezamendiya xwe li hemberî siyaseta komkirina alîkariyên abûrî ji bo grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê daye diyarkirin.
Wezîrê karên derve yê Iraqê nerezamendiya xwe li hemberî xebata aliyên erebistanî ji bo komkirina alîkariyên abûrî ji bo grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê daye diyarkirin û ragihand ku îterafa wezareta karên hundir ê Erebistanê ku ragihandiye dewlet wî ji vê kiryara van grûpan agehdar e û eva tiştekî şaş e û dibe sebeba alozîçêkirina navçê.
Wezareta karên derve yê Iraqê li daxûyaniyekê ji dewleta Erebistanê xwest ku pêşiya gotinên nediroste birek ji şexsiyetên vî welatî li bara hêzên gelanî yên Iraqê ku hevrê digel artêşa vî welatî dijî terorîstan şer dikin bigre.
Li vê daxûyaniyê hatiye ku komkirina alîkariyên abûrî ji bo grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê li nav Erebistanê binpê kirina eşkera ya biryarnamên Konseya Ewlehiya Rêxistina Netewên Yekgirtî ye.
Wezareta karên hundire Erebistanê ragihandibû ku dewleta Riyazê nikare pîşiya komkirina alîkariyên abûrî ji bo DAIŞ'ê bigre , ji ber ku ev kara girêdayî xelkê bi xwe û seha wan bi xwe ye.
Mensûr El-Turkî berdevkê wezareta karên derve yê Erebisttanê jî gotibû, hizûra hêzên gelanî yê Iraqê(Heşda Şeibî) li operasiyona azadkirina Felûca Iraqê bûyee sebeb ku xelkê Erebistanê alîkariyên abûrî ji bo DAI'ê kom bikin ku ev gotinên wiha hema eşkera xeata ji bo duberekî xistina navbera xelkê Iraqê ye.
Dijminên Iraqê ji wan Erebistan dixebite li dewama van siyasetên xwe yên duberekî xistina nav gelê Iraqê wisa nîşan bidin ku hêzên gelanî yên nav Iraqê ser bi Îranê ye.
Medyayên ser bi Erebistanê dixebitin hizûra hêzên gelanî yên Iraqê li operasiyona azadkirina Felûcê ji destê terorîstên DAIŞ'ê, wekî şerê navbera Şîe û Sunî nîşan bidin ta ku bikaribin li ser bîrûraya xelkê welatên erebî tesîrê dayînin û bi mihana alîkarîdana bi suniyan dixebitiin alîkariyên abûrî ji bo terorîstên DAIŞ'ê yên naav Felûcê kom bikin.
Nûnerê parlemana Iraqê jî ev gotinên wiha û siyasetên wiha ku Riyaz dijî Iraqê digre ber xwe nîşana eşkera ya xwetêkeliya Erebistanê bo nav karûbarên hundirî yê Iraqê daye zanîn.
Muwefeq El-Rebiyî nûnerê parlemana Iraqê û mişêwirê berê yê ewlehiya netewî yê Iraqê bal kişande ser viya ku operasiyona azadkirina Felûcê ji destê terorîstên DAIŞ'ê gor bernameya ji berê hatiye danîn ber bi pêş diçe got: Ev siyasetên Erebistanê bi curekê tehrîkkirina xelkê Iraqê û xwetêkeliya nav karûbarên Iraqê ye.
Muwefeq El-Rebiyî li dewama gotinên xwe ragihand ; Heta wê çaxê ku hinek kes hebin ku van cure bîr û bawerên wehabî rewac bidin û piştevaniya çek û sîlahî û abûrî bidin terorîstan, terorîzm li cîhanê didome.
Piştî serketinên berbiçave hêzên gelanî yên Iraqê (Heşda Şeibî) li parêzgehên Selahedîn û El-Enbarê û azadiya Tekrîtê û çend navçên girînge dine Iraqê ji destê DAIŞ'ê, medyayên erebî û bitaybet medyayên welatên erebî yên derûdora Kendava Farsê, êrişên tunde xwe dijî van hêzên gelanî yên Iraqê destpê kirine.
Li rewşekî wiha da xwetêkeliyên Tirkiyê û kiryarên Enqerê li binpêkirina hakimiyeta Iraqê jî bûye sebeba nerezamendiya karbidest û xelkê Iraqê.
Li vê barê da nûnerê parêzgeha Nêyînewayê li parlemana Iraqê neyariya xwe li hemberî hizûra eskerên Tirkiyê li nav axa Iraqê ragihand.
Ebdulrehman Elvîzî Nûnerekî parêzgeha Nêynewayê li parlemana Iraqê li gotûbêja xwe ya tev ajansa El-Melûme bilî hişyarîdana bi Tirkiyê ji ber ketina hêzên eskerî yên vî welatî bo nav naça Beşîqe li nîzikiya Mûsilê navenda parêzgeha Nêynewayê li bakûra Iraqê û got: Hizûra eskerên Tirkiyê li nav axa Iraqê bi xetertir ji hizûra DAIŞ' e û pêwîste Enqere hêzên xwe yên eskerî ji nav axa Iraqê derxwîn e.
Ebdulrehman Elvîzî destnîşan kir; Ew kesên ser bi eşîretan ku hizûra hêzên gelanî yên Iraqê li bereya şerê dijî teorîstên DAIŞ'ê rexne dikin li dewsa vê rexneyê pêwîste ji dewama hizûra eskerên Tirkiyê li nav axa Iraqê ku wekî destdirêjî kirina ser axa Iraqê tê hisab, rexne bikin.
Ji 4 Desambra sala 2015 şûnda bi dehan eskerên Tirkiyê bi mihana perwerdekirina hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê , ketine nav pêgehekî eskerî yê vî welatî li navça Beşîqê li Mûsilê.
Dewleta Iraqê û şexsiyetên siyasî yên Iraqê bicaran ev karê Tirkiyê rexne kirin û ragihandin ku ketina hêzên eskerî yên Tirkiyê bo nav axa Iraqê bbi menaya binpêkirina heqê hakimiyeta axa Iraqê ye û pêwîste ku Tirkiye eskerên xwe ji nav axa wan derxwîne lê Enqerê guh nedaye vê nerezamendiya xelk û şexsiyetên iraqî.