Dewama destwerdana Tirkiyê li karûbarên welatên cînar
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i224122-dewama_destwerdana_tirkiyê_li_karûbarên_welatên_cînar
Duh anku çarşemiyê, 8`ê Hezîrana 2016`an, wezîrê karên derve yê Tirkiyê ligel Riyaz Hicab, serokê taxima bilind a gotûbêjên Sûriyê ya ser bi dijberên Sûriyê li Enqerê hevdîtin pêk anî. Ev hevdîtina piştî têkçûna sêyemnî dewra gotûbêjên Sûriyê li Jênêvê xaleke fikirînê ye. Ev dewra gotûbêjan bi çêkirna astengiyan ji aliyê taximam dijberên ser bi Alê Siûd kete rewşeke ndiyar.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 09, 2016 14:26 Asia/Tehran
  • Dewama destwerdana Tirkiyê li karûbarên welatên cînar

Duh anku çarşemiyê, 8`ê Hezîrana 2016`an, wezîrê karên derve yê Tirkiyê ligel Riyaz Hicab, serokê taxima bilind a gotûbêjên Sûriyê ya ser bi dijberên Sûriyê li Enqerê hevdîtin pêk anî. Ev hevdîtina piştî têkçûna sêyemnî dewra gotûbêjên Sûriyê li Jênêvê xaleke fikirînê ye. Ev dewra gotûbêjan bi çêkirna astengiyan ji aliyê taximam dijberên ser bi Alê Siûd kete rewşeke ndiyar.

Heta niha tu nûçeyekl ji gotûbêjên Çawûşoxlû û Riyaz Hicab nehatiye belavkirin, lê mêdyayên navçeyê rêxistina ferşa sor li bin piyên dijberên dewleta Sûriyê nîşana dewama destwerdana tirkan li navçeyê bi taybet li welatên qeyranlêketî dizanin.

Ewna vê siyasetê wek istratijiya kesane ya Erdoxên ji bo vejiyandina qiraltiya ismaniyan dizanin. Rojnameya Ehrama Misrê lşîret li serokomarê Tirkiyê kir ku dewsa destwerdana li karên navxweyî li Sûriye û Iraqê, qeyrana welatê xwe çareser bike. Amajeya rojnameya Ehramê bi nearamiyê niha li Tirkiyê ye ku ji parêzgehên kurdnişîn bo bajarên Enqere û Istenbolê wek navendên siyasî û aborî yên Tirkiyê hatine kişandin.

Hişiyariyên li bara destwerdana Tirkiyê li Sûriyê tenê van mijaran nagire ber xwe.

Wezareta parastinê ya Rûsiyê vê dawiyê ragiahndin ku karwaneke mezin a çek û amorên leşklerî ji aliyê Tirkiyê va bo Sûriyê hatiye şandin. Berdevkê navenda rûsî ya çavdêriya li ser agiorbesa Sûriyê li vî warî da got: Bareke çek û amorên cengê ji Tirkyiê derbasî Sûriyê bûye û di bin çavdêriya giran a têrorîstan li bajarê Helebê gihîştiuye destê çeteyên komên têrorîst ên DAIŞ û Cebheya Nusreyê. Vê navenda rûsî li raporeke teze qala pevçûna aliyên dijber li Sûriyê û destwerdana Tirkiyê li şer û pevçûnên welatên cînar kir.

Dewleta Tirkiyê heta niha bi caran ji aliyê dewleta Sûriyê û çavdêrên ûris va bi sûcê kirrîna niftê ji DAIŞ`ê û şandina çekan bo van têrorîstan hatiye tawanbar kirin, lê her carê ev tawan red kiirne.

Hevdîtina Mewled Çawûşoxlûyê wezîrê karên derve yê Tirkiyê ligel Riyaz Hicabî jî nîşana piştgiriya eşkere ya Tirkiyê ji dijberên dewleta Sûriyê ye. Hokara zêdebûna piştgiriya Tirkiyê ji dijberan divê li opêrasiyona meydanî li Sûriyê were dîtin, ji ber ku Tirkiye têkçûna hêzên dijbera dewleta Beşar Esed wek têkçûna siyaseta xwe ya deve û siyaseta xwe ya li warê Rojhilata Navînê dizane. Ev têkçûna û rewşa piştî wê dikare xewn û xeyala qiraltiya osmanî ji Erdoxên ra bike kabûsek.

Weşamndina hin nûçeyan lib ser vê esasê ku koma têrorîst a DAIŞ`ê dixwze du parêzgehên Tirkiyê li erdên bin desthilata xwe zêde bike, ji vê hêlê va tê nirxandin. Eger ku ev nûçe rast be, divê emm bêjin ku Tirkiyê ji koma ku bi destê wê û ji aliyê welatên rojavayî û ereb va hatiye damezirandin û xurtkirin, kabûseke siyasî û ewlehiyê çêkiriye. Eger tiştek ji bilî viya be divê em bêjin ku armanca navendên mêdyayî yên Tirkiyê ji hilêxistina plana biryara paşvekişiyana DAIŞ`ê bo nav axa Tirkiyê û girêdana du parêzgehên vî welatî li erdên bin kontrola xwe, hêsankirina hawargihaniya bo dijbeên dewleta Sûriyê, kontrolkirna DAIŞ`ê û komên sûrî her viha anîna hicetan ji bo kiryarên leşkerî li sînorê navbera Tirkiye û Sûriyê heta nav aax Sûriyê ye. Tirkiyê pêştir ev şêwaza li bara kurdên vî welatî li bakûrê Iraqê ceribandiye û asta opêrasiyona xwe ya leşkerî û hewayî heta kûrahiya axa Iraqê berfireh kiriye.