Wêdebirina rayedarên dewletê dewama reformên El-Ebadî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i223966-wêdebirina_rayedarên_dewletê_dewama_reformên_el_ebadî
Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê, serokê Rêxistina îstixbaratê û serokên şeş bankên dewletî yên vî welatî û serokê televîzyona El-Îilamê yê vî welatî ku hemî li dema Nûrî Malikî serokwezîrê berê yê Iraqê hatibûn bijartin ji posta wan wêde bir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 08, 2016 15:38 Asia/Tehran
  • Wêdebirina rayedarên dewletê dewama reformên El-Ebadî

Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê, serokê Rêxistina îstixbaratê û serokên şeş bankên dewletî yên vî welatî û serokê televîzyona El-Îilamê yê vî welatî ku hemî li dema Nûrî Malikî serokwezîrê berê yê Iraqê hatibûn bijartin ji posta wan wêde bir.

Iraq van rojana ketiye navakrîzên siyasî û ewlehiyê. Jixwe qeyrana siyasî ya Iraqê ku ji destpêka sala 2016an cidîtir bû ser qeyrana ewlehiyê jî bandor kir.mêhwera şikilgirtina qeyrana siyasî ya Iraqê berfirehbûna fesadê li nav kesayetiyan û bi giştî nijyara siyasî ya vî welatî hat ragihandin.

Gel û neraziyên iraqî û her wiha merceyiyeta vî welatî daxwaza rawestana cidî li hember gendelî û fesadiya sîstimatîk û wêdebirina kesayetî û rayedarên tawanbarê gendeliyê ne.

El-Ebadî, serokwezîrê Iarqê ji bicaran ser rawestana li ber gendeliyê tekez kir. Li vê barê El-Ebadî bi armanca biçûkkirina dewletê, damezrandina kabîna teknokirat danî nav bernameyên xwe yên sereke ku helbete ji berpirsgirêkên firqeyî û nijyara par û pişkperwer ya desthilatê li vî welatî hîn nekariye vê kabînê damezrîne. Wrer xûya dike serokwezîrê Iraqê, serokê îstixbarata Iarqê, serokên şeş bankan û serokê televîzyona El-Ilamê wek pêngaveke din bo rawestana li ber gendelî, hevdengkirinasaziyên giring bi siaysetên xwe û mumkinkirina damezrandina kabîna teknokirta wêde birine.

Di vê derbarê de nivîsgeha serokwezîriay Iarqê li daxûyaniyekê ragihand ku ev kesana jibo çalakkirina beşa bankî, hereketa li riya stratejiya neteweyî ya çalakkirina aboriyê û pêkanîna derfeta kar û şûxulê jibo baştirkirina rewşa welatiyan hatine wêdebirin.

Mesela giring eva ye ku herçend kesayetiyan ser rewacdan û berfirehkirina gendeliyê roleke giring hene û wêdebirina kesayetiyan pêngaveke giring jibo rawestana li ber gendeliyê ye lê di welatekî mîna Iraqê de veguhestina mirovan ewqas ser rawestana li ber gendeliyê bandorê nake.

Gendelî di welatekî mîna Iarqê de ku grûp û kesayetî li dû parek ji qawetê ne bi guhertina şêwaza kivşkirina mirovan li postên giring dikare cidîtir û bibandortir were şopandinê. Di Iraqê de ne tenê sê grûpên şîe, sune û kurd daxwazakivşkirina guncaw a kursiyên qawetê dikin belkî di nava van komara jî jibo qawetê hevrikiyeke giran heye û divê serokwezîr li ser kivşkirina wezîran û postên giring vê meselê berçav bigre.

Guherînên mîna ya ku Ebadî cih anî dê wextekê kêrhat be ku Iraqê wek welatekî yekgirtî û neteweyî û ne wek welatekî bi sê firqe û her firqe jî bi çend grûpên dawakar were berçavgirtin.