Dewama tevgerên xerab ên Erebistanê li bazara niftê
Erebistana Siûdiyê ku li bazara niftê ligel Îranê rikeberiyê dike, biha nifta xwe ya sivik li Ewropayê kêm kir.
Li gorî rapora malpera Kovara Wall Street Jornal`a çapa Amerîkayê, ev kiryara berekek piştî nekamiya Erebistanê li civîna heftiya buhurî ya welatên bifiroşê niftê nasyar bi OPEC`ê li Viyena paytexta Otrîşê li warê diyarkirina asta jorîn a berhemanîna niftê ye.
Li gorî nivîsîna vê kovarê, şirketa niftî ya Aram Co`ya Erebistamna Siûdî bi şandina email`ekê ji bo bikirên xwe ragihand ku bihayê nifta xwe ya sivik bi qasî sî û pênc sintan ji bo bakûrê rojavaya Ewropayê û bi qasî deh sintan ji bo welat6ên dorhêla Deryaya Sipî ji bo raberkirina li tîrmeha 2016`an kêm kiriye.
Ev kêmkirina bihaya niftê meriv matmayî dike ji ebr ku daxwaza ji bo niftê bi giştî li nîveka duyem a slê ji ber bidawîhatina dewrana tamîrkirin û xwedankirina palavgehan zêde dibe.
Ev kiryara Erebistanê li halekî ye ku Îranê derfirotina nifta xwe bo Ewroapyê ji meha sibatê û piştî rakirina boykotên niftî yên Yekîtiya Ewropayê dest pê kiriye. Vê gavê derfirotina nifta Îranê bo Ewropayê gihîştiye çarsed hezar bermîl di rojê da. Li gorî gotina rayedarên îranî, piştî lihevkirinên di navbera Îranê û palavgehên Yewnan, Fransa û Îtalyayê ev qasa biryar e ku li mehên pêşerojê bigihêje heftsed hezar bermîl di rojê da.
Li gorî rapora Ajansa Navneteweyiya Ênêrjiyê, sala buhurî derfirotina nifta Erebistanê bo Ewropayê heştsed hezar bermîl di rojê da bû.
Erebistanê heta niha hewil daye ku bi bi saya raberkirina nifta erzan rê li ber hatina dubare ya Îranê bo bazarên niftê bigire.
Wezîrê niftê yê Komara Islamî ya Îranlê, Bîjen Namdar Zengine heftiya buhurî li civîna wezîrên nift û ênêrjiyê yên saziya Welatên Bifiroşê nIftê nasyar bi OPEC`ê li koma nûçegihanan ragihand: Armanca Îranê berhemanîna çar miliyon bermîl niftê di rojê da heta dawiya sala 2016`an e. Zengine bal kişande ser para ji sedî 14.5`ê Îranê ji gişt berhemanîna nifta OPEC`ê berî destpêkirina boykotan û her wiha got: Niha Îran zêdetir ji sê miliyon û 800 hezar bermîl niftê di rojê da berhem tîne; Hinekan bawer nedikirin, lê Îranê berhemanîna xwe herî lezgîntir ji pêşbîniyan zêde kir û wê heta wergirtina para xwe ji bazarê berhemanîna xwe ya niftê bidomîne.
Erebistan ku ji ber kêmbûna bihayê niftê bix we tûşî kêmbûna 100 miliyar dolarî ya bûdceyê bûye; Niha dixwazepar û pişka şirketa niftî ya Aram CO`yê bifiroşe. Ji ber viya zêdekirina bihayê niftê li dema kurt da heta radeyekê rê ji bo destpêkirina raberkirina seretayiya gelanî ya par û pişka şirketa Aram CO`yê xweş dke.
Bihayê cûreyên niftê li OPEC`ê li vê hefteyên gihîşte 44 doalr û 65 sintî li her bermîlê ku li bercî hefteya berî wê zêdebûneke 11 sintî ya bihayê niftê nîşan dide. Erebistanê li civîna heftiya bihurêî ya OPEC`ê li ser girêdana par û pişkê ji ser berhemanîna endamên vê saziyê pêgirî kir ta ku rewş ji bo zêdebûna bihayê niftê xweş bibe, lê di vî wrî da negihîşte encamekê. Erebistan nikare li halekî ku bi xwe zêdetir ji par û pişka xwe niftê berhem tîne û difiroşe, endamên OPEC`ê neçar bike ku berhemanîna xwe ya niftê kêm bikin. Diyarkirna par û pişkê ji bo endamên din bi van siyasetên Erebstanê tişteke bêwate ye.
Di rewşeke visan da pêşbînîkirina guhertinên bazara niftê renge dijwar be, lê herîkêm em dikarin bêjin ku rola Erebistanê li bazarên niftê li halê lawazbûnê ye û pêşbînîkirina rojên dijwartir jî ji bo abora lis er bingeha niftê ya Erebistanê karekî hêsan e.