Amadekariya artêşa Iraqê jibo cihanîna opêrasyona dawiyê ya azadkirina Felûcê
Li dewama opêrasyona azadkirina bajarê Felûcê li parêzgeha Enbar li rojavaya Iraqê, artêşa vî welatî duh behsa azadkirina du deverên girîng li bakûr û başûra vî bajarî kir.
Yehya Resûl berdevkê fermî yê fermandetiya opêrasyona hevpar a azadkirina Felûcê li wilayeta Enbarê duh bi ragihandina azadkirina bajarên Seqlawiye û Neîmiyê li bakûr û başûra Felûcê ragihand ku bi azadkirina van deverana ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê, hêzên iraqî jibo cihanîna qonaxa dawiyê ya opêrasyonê anku azadkirina Felûcê ne.
Di vî halî da Ehmed Esedî berdevkê ewlehiya hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdi Şeibî ragihand ku opêrasyona azadkirina Felûcê bê rawestan û paşdaketinekê didome. Esedî her wiha got: Ji dema destpêbûna opêrasyona azadkirina Felûcê va heta niha 665 têrorîstên DAIŞ`ê hatine kuştinê û bi sedan têrorîst jî birîndar bûne. Wî her wiha got: Niha tenê nêzî 2 hezar têrorîst li Felûcê mane.
Ji hêla din va Hadî Amirî serokê giştî yê Saziya Hêzên Bedirê duh êvarê bi ravekirina opêrasyona azadkirina Felûcê got: Ji destpêka opêrasyona azadkirina Felûcê va heta nêzî 800 KM axa Iraqê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê hatine azadkirin û me 10 roj mecal daye nişteciyên Felûcê ku ji bajêri derkevin ta ku em bikaribin qonaxacdawiyê ya azadkirina bajarê Felûcê cih bînin.
Operasyona azadkirina bajarê Felûcê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê di 23`yê Gulanê da li gorî fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê bi pişkdariya nêzî 20 hezar hêzên leşkerî û seferberiya gelanî destpê bû.
Eva li halekî ye ku bi nêzîkbûna cihanîna qonxa dawiyê ya opêrasyona azadkirina Felûcê, wezîrê karên derve yê Iraqê, Ibrahîm Ceferî û Evdiletîf Hemîm serokê dîwana ewqafa Ehli Sune ya vî welatî bi merema amadekirina Ereban l idijî têrorîstên DAIŞ`ê, yekemîn serdana xwe ya bajarê Qahire paytexta Misrê destpê kirine.
Felûce yek ji 2 bajarên sereke û stratejîk in ku 3 salan berî niha û nêzî 6 mehan berî ketina bajarê Mûsilê, ji aliyê koma têrorîst a DAIş`ê va hatin dagirkirin.
Piştî azadkirina deverên stratejîk ên Tikrît û Remadî li navenda parêzgeha Enbar a Iraqê mideha sala buhurî da û azadkirina di dema nêzîk da ya Felûcê bi pişkdariya hêzên gelanî, çav li rê ye dewleta Iraqê di pêşerojeke nêzî kda opêrasyona azadkirina Mûsilê navenda parêzgeha Neynewa li bakûra vî welatî wek pêgeha herî dawiyê ya têrorîstên DAIŞ`ê li vî welatî bixe rojeva xwe.
Hevgavê pêşdaçûnên artêşa Iraqê li mêhwera Felûcê, çavkaniyên ewlehiya Iraqê ragihandin ku di encama opêrasyona têrorîstî ya duh l ideverên Tarimiye, Biya û Mehmûdiye ser bi Bexdayê da herîkêm 6 kes hatin kuştinê û 21 kes jî birîndar bûn.
Li gorî gotina berpirsên iraqî bi pêşdaçûna hêzên iraqî li hemberî têrorîstên DAIŞ`ê nemaze li Felûcê, vê koma têrorîst bi caran êrişên teqandinê dijî gelê sivîl pêk anîne ta ku tirs û xofê bixe nava gel û hêzên iraqî û morala wan jibo domandina opêrasyona dijî têrorîstan lawaz bike.