Lidarxistina civîna awarte ya parlimana Iraqê
Li civîna awarte ya parlimana Iraqê mijarên ewlehî û aborî yên vî weltî hatin hilkolandin.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Somiriye News`ê, parlimana Iraqê roja sêşemiyê, 31`ê Gulana 2016`an, bi serokatiya Selîm Cebûrî civîneke awarte li dar xist.
Parlimana Iraqê piştî mehekê betlaniyê ji ber bûyerên 30`ê Nîsana 2016`an û 20`ê gulana 2016`an ku xwenîşander avahiya parlimanê û nivîsgeha serokwezîrtiyê dagîr kirin, yekşemiyê, 29`ê Gulana 2016`an, ji nû va civînek li dar xist.
Her viha li dû serketinên berfireh ên hêîzên iraqî li hemberî têrorîstan li rojên vê dawiyê da, serokê parlimana Iraqê xwest ku aware vegerin deverên ku vê dawiyê ji bin kontrola têrorîstan hatine azadkirin.
Selîm Cebûrî li hevdîtina ligel endamên konseya rêvebir a bajarê El-Keremeyê li parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê got: Pêngavên pêwsît ji bo vegeriyana awareyan bo bajarên azadbûyî ji bin kontrola çeteyan pêk hatine û niha kontrola tam a van navçeyan li destê hêzên iraqî da ye.
Cebûrî her viha pîrozkirina bajarê keremeyê ji bin kontrola çeteyên DAIŞ`ê li şervanên iraqî pîroz kir.
Serokê parlimana Iraqê ji artêş û hêzên gelanî yên Iraqê jî xwest ku bi awayekî dewamê bidin dabînkirina ewlehiyê li bajarê El-Keremeyê ku rûniştiyên bajarê felûcê li bara pêkhatina ewlehiyê li van deveran dilniya bin.
Li gorî nûçeyeke din ji Iraqê, roja sêşemiyê ji ber teqîna bombekê li navbera Bexda û Kirkûkê li bakûrê Iraqê herîkêm sê kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.
Fermandarê opêrasiyona azadkirna bajarê Felûcê, Evdilwehab saêdî jî roja sêşemiyê ragiahnd ku hêzên artêşê û hêzên gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşda Şeibî êrîşên çeteyên komam têrorîstî û tekfîrî ya DAIŞ`ê li ser navçeya Neîmiyeya başûrê felûcê têk şikandin û ji ber pevçûna di navbera du aliyan da 75 têrorîst hatin kuştin.
Operasiyona mezin a azadkirina Felûceyê ji bi kontrola çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê ku ji destpêkaheftiya buhurî va li ser fermana serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên Iraqê, Heyder Ebdî, va dest pê bû niha derbasî qonaxa xwe ya sêyem bûye.
Li vê operasiyonê hêzên artêş û polîsê fêdêral ê Iraqê, hêzên gelanî nasyar bi Heşda Şeibî û eşîr beşdar in.
Li vê çarçovê artêş û hêzên gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşda Şeibî roja duşemiyê, 30`ê Gulana 2016`an, ji bo pêkanîna qonaxa sêyem a opêrasiyona azadkirina Felûcê li parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê ji sê aliyan va derbasî nav bajêr bûn.
Li vê barê fermandarê polîsê fêdêral ê Iraqê, Raêd Şakir Cewdetî got: Li opêrasiyona azadkirina Felûcê ji bin kontrola çeteyên DAIŞ`ê 27 gund hatine azadkirin.
Hêzên iraqî li dewama pêşketinên xwe ji bo azadkirina bajarê Felûcê, bajarê SEqlaviyê jî bi tamî azad kirin.
Hêzên taybet ên artêşa Iraqê li rojnê vê dawiyê êrîşa dawîn li ser bajarê felûcê dest pê kirin û li pevçûnên kolan bi kolan ligel DAIŞ`iyan bi dehan kes ji wan kuştine.
Ji aliyê din va, cîgirê fermandarê opêrasiyona azadkirina bajarê Felûceya Iraqê, serleşkerî Hadî Rezîc got: Piştî kemilandina du qonaxên opêrasiyonê, bi pêşdaçûna hêzên çekdar li Felûcê, em ê polîsê fêdêral, hêzên lezbertek, artêşa Irqê û hêzên seferberiya gelanî jî li qonaxa sêyem a azadkirina Felûcê bi kar bînin.
Vî fermandarê artêşa Iraqê ragiahn dku hêzên polîsê Enbarê berpirsiyariya dabînkirina ewlehiya bajarê Felûceyê piştî azadkrina tam a vî bajarî ji bin kontrola çeteyên tekfîrî wê bigirin ustiyê xwe.