Nerahetî û dilgiraniya Erdogan ji ber şikesta DAIŞ`ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i222838-nerahetî_û_dilgiraniya_erdogan_ji_ber_şikesta_daiŞ_ê
Serokkomarê Tirkiyê li merasima salvegera dagîrkirina Stembolê bi destê tirkên Osmanî bal kişand ser qeyrana Sûriyê û welatên Rûsiye û Emerîka û Îran bi piştgiriya ji terorîzmê û kuştina zarokên sûrî tometbar kirin û ji wan welatan re got ku bi kuştina zarokan nikarin DAIŞê şikest bidin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 30, 2016 15:19 Asia/Tehran
  • Nerahetî û dilgiraniya Erdogan ji ber şikesta DAIŞ`ê

Serokkomarê Tirkiyê li merasima salvegera dagîrkirina Stembolê bi destê tirkên Osmanî bal kişand ser qeyrana Sûriyê û welatên Rûsiye û Emerîka û Îran bi piştgiriya ji terorîzmê û kuştina zarokên sûrî tometbar kirin û ji wan welatan re got ku bi kuştina zarokan nikarin DAIŞê şikest bidin.

Receb Teyib Erdogan ku şikesta meydanî ya grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê ew hêrs û nerahet kiriye gotinên wiha tîne ser zarê xwe cardin jî li ser vê yekê îsrar kir ku tenê rêçareya qeyrana Sûriyê wêdeçûna Esed e.

Erdogan di rewşekê de cardin dvê gotina xwe ya hertimî tîne ser zarê xwe ku heta hevpeymanên duh ên Tirkiyê li warê alûgurên siyasî yên Sûriyê, ewqas baweriya xwe bi wêdebirina Esed wek tenê rêçareya qeyrana vî welatî tine ne.

Di eynî demê de serokkomarê Tirkiyê di rewşekê de Rûsiye û Emerîka û Îranê bi kuştina zarokan li Sûriyê tometbar dike ku çavê xwe ser kuştina zarokan ji aliyê Rejîma Siyonîstî li erdên dagirbûyî û kuştina zarokên iraqî û sûrî bi destê DAIŞ`î û heta kuştina zarokên kurd bi destê artêşa xwe girtiye . Lê bi rastî çima serokkomarê Tirkiyê ketiye nav fukaran ku wisa buxtanan li welatên navçê û Emerîka û Rûsiye dide.

Lê çavdêr ser vê bawerê ne ku ev fukar û dilgiraniya ji ber alûgurên navxweyî yên Tirkiyê û her wiha alûgurên navçeyê li Rojhilata navîn e. Wextekê ku li warê navxweyî, Erdogan , serokwezîrê xwe Ehmed Dawûdoglu û qaşo mêmarê siyaseta derve ya deheka dawiyê neçar kir îstifayê bike û niha dilgiranê vê yekê ye ku ji bo siyaseta derve stratejiyeke diyarkirî tine lewma pişta xwe bi stratejiya berê ya Tirkiyê li muadilên rojhilata navîn girdaye ku ser wêdebirina Esed ji ser desthilatê bo çareserkirian qeyrana Sûriyê pêgiriyê dike .

Tirkiyê piştî alûgurên vê dawiyê li nav û serketina kurdên Sûriyê ser hêzên DAIŞê li navçeyên bakurê Sûriyê, hevpeymanê xwe yê biyanî li muadilên vî welatî ji dest daye.

Guherîna nihêrîna Emerîkayê li bara çareserkirina qeyrana Sûriyê û tekezkirina ser kivşkirina çareninîsa vî welatî ji aliyê gelê sûriyê nîşana venihêrîna hêzxurtên derveyî navçê bo çareserkirian qeyarna Sûriyê ye lê vê guherînê fikr û nihêrînê Erdogan aloz û şepirze kiriye.

Erdogan bihêzbûna kurdên sûrî li navçeyên bakura Sûriyê bi bihêzbûna PKK ve girêdayî dizane. wî bi terorîst binavkirina wan û bi mehaneya rawestana li ber wan rewşeke ewlehiyê li seranserê welêt pêk aniye û heta heya rakirian parzêbendiya dadweriyê ya nunerên partiyên kurd li parlimana Tirkiyê pêşde çûye. Serokkomarê Tirkiyê li beşek ji axiftina xwe li mersima salroja girtina Stembolê got ku operasyona li dijî PKK li nav û derve heya paqijkirina tam a vê partiyê dê bidome .

Lê ewana hemî tenê beşek ji fukarên Erdogan ji ber alûgurên navxweyî û navçeyê ye .

Şikesta grûpa DAIŞ`ê ku Erdogan wê wekî hevpeymaneke veşartiye xwe dizane li warê meydanî li Iraq û Sûriyê û fukara ji ber kêmbûna bandora zexta vî welatî li muadilên Rojhilata navînê, hegera sereke ya şepirzebûa Edogan e. Loma Erdogan hêvî dike çawa ku par bi behrewergirtian siyasî û propagendeyî ji merasima girtina Stembolê karî bi handana raya giştî partiya xwe li hilbijartinên parlemanê serbêxe, vê carê jî bi behrewergirtian siyasî ji vê merasimê li dû pînekirina qeyranê û bêewlehiyên navxweyî û şikesta siyaseta xwe ya derve ye . Ev dîploamsiyê heya niha xercên giran ên aborî û siyasî daniye ser milê xelkê û civaka Tirkiyê.