Nêrînek li ser rewşa agirbes û gotûbêjê li Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i222580-nêrînek_li_ser_rewşa_agirbes_û_gotûbêjê_li_sûriyê
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bi daxuyaniyekê ragihand ku dewra teze ya gotûbêjên Sûriyê wê heta du yan sê hefteyên din neyê birêxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 28, 2016 13:16 Asia/Tehran
  • Nêrînek li ser rewşa agirbes û gotûbêjê li Sûriyê

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bi daxuyaniyekê ragihand ku dewra teze ya gotûbêjên Sûriyê wê heta du yan sê hefteyên din neyê birêxistin.

Nûnerê taybet ê NY li akrên Sûriyê, Stifan Dîmîstûra piştî rawêjkariya ligel Konseya ewlehiyê ya NY bi daxuyaniyekê ragiahnd ku dewra teze ya gotûbêjên Sûriyê wê heta du yan sê hefteyên din neyê birêxistin.

Li ser esasa vlê raporê, Dî Mîstûra li civîna ne gelanî ya Konseya Ewlehiya NY gotiye ku berî wiya ku em bikarin gotûbêjên Sûriyê ji nû va dest pê bikin, pêşketinên zêdetir pêwsît e ku li warê xurtkirina agirbesê li Sûriyê û raberklirina alîkariyên mirovî pêk werin.

Li gorî lihevkirina pêkhatî di navebra Rûsiye û Amerîkayê her wiha qebûlkirina dewleta Sûriyê ji Sibata buhurî di navbera hêzên dewletê û djberên sûrî agirbes pêk hat.

Ev li halekî ye ku balyozê Sûriyê li Moskoyê destnîşan kir ku li gorî rewşa niha berfirehkirina agirbesê bo navçeyên zêdetir li Sûriyê ne mimkin e û Amerîkayê mijara agirbesê bi kar anî ta ku bihêle komên çekdar bandora xwe li Sûriyê zêdetir bikin û navçeyên zêdetir bixin bin kontrola xwe.

Balyozê Sûriyê li Rûsiyê ragihand: Berfirehbûna navçeyên agirbesê li Sûriyê li gorî rewşa niha û binpêkirina herî rojî ya agirbesê ji aliyê komêîn çekdar va ne mimkin e.

Balyozê Sûriyê li Rûsiyê destnîşan kir: Vê demê artêşa Sûriyê wek tenha aliyê ku agirbes berçav giritye hatiye ragiahndin û bi vê rewşê em çawa dikarin li bara berfirehkirina agirbesekê biaxivin ku her roj ji aliyê komên çekdar û têrorîstan va tê binpêkirin.

Riyaz Hedadî lio dewama axaftina xwe da got: Eger ji mnio bipirsin ku gelo Şam roja îro amade ye ku gotûbêjan bidomîne, wê bersiva min Erê be. şam amade ye kun her cûre gotûbêjê ji bo vegerandina aramiyê bo Sûriyê dest pê bike û pêgiriya hertimiya rayedarên dewleta Sûriyê lis er aştiya siyasî ye, ji ebr ku ev mafê gelê Sûriyê ye ku bi xwe li bara çarenivîs û pêşeroja xwe biryarê bidin.

Balyozê Sûriyê li Moskoyê her viha destnîşan kir: Amerîkayê agirbesa li Sûriyê bi kar anî ta iznê bide artêşa çendhezar kesî ya têrorîstan ku li seranserî Sûriyê bandorê bikin. Agirbes bi awayê fermî ji 27`ê Sibata 2016`an va hatibû ragiahndin. Ev agirbesa komên çete û têrorîst ji wan DAIŞ û Cebheya Nusreyê nagire ber xwe. Lê ev agirbesa bi caran ji aliyê komên çekdar ên dijberê dewleta Sûriyê va hatiye binpêkriin.

Rêxistina cîhanî ya tendirustiyê nigeraniya xwe ji berfirehbûna êrîşên têrorîstan li ser navendên doxtorî û dermanî yên Sûriyê diyar kir. Rêxistina cîhanî ya tendirustiyê bi daxuyaniyekê tevî diyarkirina nigeraniya xwe ji berfirehbûna êrîşlên çeteyan li ser navendên tendirustî û demanî li Sûriyê ragihand: Têrorîstan sala bihurî anku sala 2016`an, 115 caran êrîşî ser nexweşxane, navendên dermanî û hêzlên hawargihan kirin ku di encamê da 173 kes hatin kuştin.

Berî viya jî saziya cîhanî ya tendirustiyê teqîna têrorîstî li nexweşxaneya bajarê Cebleya Sûriyê û kuştin û birîndarkirina bi dehan welatiyên sivîl şermezar kir.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ku ji aliyê Amerîka û hevpeymanên wê lin navçeyê bi taybet dewleta Tirkiyê va tên piştgirîkirin, ji bo têkbirina dewleta qanûnî û rewa ya serkomarê Sûriyê, Beşar Esed, dest pê bûye.

Nûnerê hertimî yê Sûriyê li NY pîvanên ducûre yên hinek ji welatên rojavbayî li warê puiştgiriya ji komên têrorîst şermezar kir.

Beşar Ceferî got: `Hinek ji welatan pêşiya wê yekê girtine ku navê komên têrorîst wek Ceyş El-Şam û Ehrar El-Şamê û yên din bikeve nav lkîsta komên têrorîst . Van welatan li ji bo destjkeftên xwe yên siyasî kiryarên nedadwerane li Sûriyê pêk anîn. Welatên rojavayî ku idia dikin parêzvanê mafên mirovan in, kiryarên tam berovajî van idiayên xwe pêk tînin