Amadebûna Obama li cihê bîranîna bombebarana herî bixuf a dîrokê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i222484-amadebûna_obama_li_cihê_bîranîna_bombebarana_herî_bixuf_a_dîrokê
Serê axir piştî derbasbûna 25 hezar û 841 rojan ser bombebarana atomê ya bajarê Hîroşîmayê, serokkomarê Emerîkayê li cihê bîranîna bombebarana herî bi xuf a dîroka mirovahiyê ku bi destê vî welatî cih hat, qevtegul danî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 27, 2016 15:20 Asia/Tehran
  • Amadebûna Obama li cihê bîranîna  bombebarana herî bixuf a dîrokê

Serê axir piştî derbasbûna 25 hezar û 841 rojan ser bombebarana atomê ya bajarê Hîroşîmayê, serokkomarê Emerîkayê li cihê bîranîna bombebarana herî bi xuf a dîroka mirovahiyê ku bi destê vî welatî cih hat, qevtegul danî.

Obama di nava serokkomarên Emerîkayê de de yê yekemîn e ku serdana Hîroşîmayê dike.

71 sal berê Amerîkayê bombeya atomî avêtibû Hîroşîmayê û di encamê de 140 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabû. Obama yekemîn serokkomarê Emerîkayê ye ku di dema wezîfeya xwe de serdana Hîroşîmayê kir.

Barack Obama qevzegul danî Parka Abîdeya Aştiyê.bêyî ku bixweze ji aliyê dewleta Emerîkayê ji ber vê cinayetê daxwaza lêborînê bike .

Dîroka minrovahyê ji destpêka xilqetê tijî kuştinên bi xuf û diltezîn bûye. her wiha hin zordar hebûne ku hukma mirona mirovan dayne lê kêmtir kuştinek bi qasî bombebarana atomî ya Hîroşîmayê li 6 Tebaxa 1945an kariye di çend xulekan de, xelkê bajarekî bi nifûsa zêde ji nav bibe. Li vê rojê, bombeavêja emerîkî nasiay bi, kurê biçûk xiste Hîroşîmayê û 140 hezar mirov kuştin .

Obama çend rojan berî sefera Hîroşîmayê sergirtî biryara Herî Tromen, serokkomarê Emerîkayê yê hingî derheq dayîna fermana bombebaran atomî ya Hîroşîmayê û Nakazakiyê piştrast kir û got : fermande wexta şêr biryarên pêdivî didin. li halekê ku dîroknasên şerê duwem ê cîhanê piranî ser vê bawerê ne ku bombebarana atomî ya du bajarên Japonyayê, pêwîstiay eskerî tine bûne û bêyî van bombebarnan Japonya teslîm dibû lê çawa ku Obama beriya ku qevzegul danê cihê bîranîna goriyên bombebarana Hîroşîmayê got ku mirin ji asîman ket û cîhan guherî.

Di dîrokê de, xalên werçerxanê yên zav hene. Yek ji wan , 6 Ûta 1954an e. heya sibeha ev rojê, cîhan navbera çen hêzxurtên mezin û wekhev hatibû par vekirin. qawetên ku bona serdestiya ser beşeke berfireh a topa erdê bi hev re zûran dikirin. 8:15 siba 6 Tebaxê ku bombeya atomê ser esmanê bajarê Hîroşîmayê hat teqîn,rewşa cîhanê guherî. Ji ev sietê şûnde cîhan bi hêza bixuf a cebilxana Emerîkayê hesiya. Emerîkayê bi kiryara xwe, cîhan xiste nav dewrana yekhêzxurtiyê ku heya çar salan, yanê dema yekim ceribandina atomê ya Sowiyetê dom kir. Ji hingî ve heya niha cîhan di bin siya tirsa ji şerê atomê û jinavçûyîna jiyanê ser topa erdê jiyan kiriye.

herçiqasî ser bombebarana atomê ya Hîroşîmayê derbas dibe, pirtir eşkere dibe ku emerîkiyan bi vekirina sindûqa Pandorayê , sindûqa efsaneyî li edebiyata Yewnanistanê ku tijî bela û xwelîseriyan bû, ne tenê canê çend sed hezar japoniyan girt belkî ji hemî cîhanê re bela û karesat çê kir.