Piştgiriya ji têrorîstan, hegera giranbûna cinayetên li Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i222148-piştgiriya_ji_têrorîstan_hegera_giranbûna_cinayetên_li_sûriyê
Piştî teqînên têrorîstî yên roja duşemê li Sûriyê, wezareta karên derve ya vî welatî ragihand, welatên piştgirê têrorîsmê, bi dewama piştgiriya xwe ji kiryarên têrorîstî, bûne sedema dewama cinayetên terorîstan li Sûriyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 24, 2016 15:53 Asia/Tehran
  • Piştgiriya ji têrorîstan, hegera giranbûna cinayetên li Sûriyê

Piştî teqînên têrorîstî yên roja duşemê li Sûriyê, wezareta karên derve ya vî welatî ragihand, welatên piştgirê têrorîsmê, bi dewama piştgiriya xwe ji kiryarên têrorîstî, bûne sedema dewama cinayetên terorîstan li Sûriyê.

Wezîrê karên derve yê Sûriyê, li namên cida ji hev bo sêkrêtêrê giştî û serokê Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) bal kişand ser cinayeta roja duşemê ya têrorîstan li rojavayê vî welatî ku bû sedema mirina herî kêm 150 welatiyên sûrî û destnîşan kir, siyaseta bêdengiyê li hemberî van cinayetan û çavêxwegirtina li ser pêşîgiriya welatên wekî Erebistan, Qeter û Tirkiye ji terorîstan, wek vêxistina çiraya kesk e ji bo têrorîstan da ku cinayetên xwe li dij xelkê Sûriyê, berdewam bikin.

Wezareta karên derve ya Sûriyê, li daxuyaniya xwe destnîşan kir, piştgirên têrorîstên li Sûriyê, bi bikaranîna terorîsmê wekî amoreka zextê û zorê hewldidin hedefên xwe yên qirêj û siyasî bidest xînin ku ev yeka, ewlehî û aştiya navçê û cîhanê, xistiye ber gef û xeterê.

Bajarên Cebele û Tertûsê li rojavayê Sûriyê, duh bûne hedefa 7 êrişên têrorîstî yên herî xwînawî ku medyayên cîhanê hejmara kuştiyan, heya 150 kesan ragihandin û DAIŞ`ê jî berpirsyariya wê cinayetê girte ustiyê xwe.

Sêkrêtêrê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) û gellek welatan, bi şermezarkirina êrişên têrorîstî yên duh li Sûriyê, ev bûyerên xembar, şahideka din ji bo dirindetî û hovîtiya grûpên têrorîstî li Sûriyê dan zanîn ku hin welatên nav çê yên wekî Tirkiyê û serokên wan jî bûne şerîkê rastîne van cinayetan ku destê wan di nav xwîna gelê mezlûm a Sûriyê û Iraqê de ye.

Êrişên têrorîstî yên duh yên DAIŞ`ê li Sûriyê ku dewleta vî welatî ew wekî êrişên herî bi xwîn ên vê grûpa têrorîst li Sûriyê li mideha 5 salên buhurî dide zanîn, li rewşekê qewimîn ku nûnerên vî welatî û neyar û dijberên çekdar ên ji bilî DAIŞ`ê û bereya El-Nusreyê, bona damezirandina agirbesa mayinde li navçê bi hev re gotûbêjê dikin.

Rast eçi eva sê meh in ku agirbesa li Sûriyê bisaya lihevkirina Rûsya û Amerîkayê û herwiha qebûlkirina wê ya ji aliyê 140 grûpan dameziriye û heya astekê bû sedema pêkhatina aramiyê li vî welatî, lê grûpên têrorîstî-tekfîrî yên wekî DAIŞ û bereya El Nusreyê ku di nava vê planê de cih nedigirtin bi alîkariya welatên wekî Tirkiye, Erebistan û Qeterê bi zêdekirina êrişên xwe yên têrorîstî di vê midehê de, bi sedan welatiyên sûrî kuştine. Her ji ber vê yekê berpirsên sûrî ser vê bawerê ne ku têrorîstên DAIŞ û El-Nusreyê bi alîkariya welatên hanê hewl didin bi domandina cinayetên wiha, pêngavên navneteweyî yên bona bi encamgihandina pêvajoya çareseriya aştiyane ya qeyrana li vî welatî, tûşî şikestê bînin. Eva li halekê ye ku berpirsên siûdî û amerîkî li van heftiyên dawiyê de, bi caran pêvajoya gotûbêjên aştiya li Sûriyê rexne kirine û destnîşan kirine ku eger nêhrînên wan neyên berçavgirtin, ew ê zext û zor û şerrê dijî Şamê girantir bikin.

Ji xwe têrorîst û piştgirên wan, piştî bêencambûna pîlanên wan ên 5 salên buhurî dijî dewlet û gelê Sûriyê, her wekî berê hewl didin, bi saya cinayetên wiha li nav bajarên Sûriyê û zextên siyasî, mewqiya xwe ya li alûgorên Sûriyê xurt bikin, lê nîşanên ku li Sûriyê têne dîtin, vê yekê îsbat dikin ku ji ber piştgiriyên navxweyî yên ji artêşê û dewleta Sûriyê, sênaryoya têkbirina dewleta Sûriyê ne mumkine û piştgirên têrorîstan, serê axirê tu riyek ji bilî qebûlkirina rêbazên navneteweyî bona ji nû ve destpêkirina gotûbêjên aliyên sûrî, ji wan re nemaye.