Birêvebirina civîna awarte ya kongira AKP li Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i221902-birêvebirina_civîna_awarte_ya_kongira_akp_li_tirkiyê
kongira awarte ya partiya serdest a Dad û Geşepêdanê, nasiyar bi AKP`yê wezîrê veguhestinê berê yê vî welatî, Bin Elî Yildirim wek serokê nû yê vê partiyê û serokwezîrê Tirkiyê kivş kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 22, 2016 16:36 Asia/Tehran
  • Birêvebirina civîna awarte ya kongira AKP li Tirkiyê

kongira awarte ya partiya serdest a Dad û Geşepêdanê, nasiyar bi AKP`yê wezîrê veguhestinê berê yê vî welatî, Bin Elî Yildirim wek serokê nû yê vê partiyê û serokwezîrê Tirkiyê kivş kir.

Li civîna roja yekşemiyê, 22 meha Gulanê, kongira partiya serdest a Tirkiyê, Yildirim karî ku dengên hemî hear û 405 endamê partiya serdest a Dad û Geşepêdanê, nasiyar bi AKP`yê bike ya xwe. Yildirim piştî wê wek serokê partiya serdest a nasandin ku ehmed Dawûdoglu serokwezîrê berê yê Tirkiyê ji ber pirsgirêka bi Receb Teyib Erdogan roja 5 meha Gulanê ji serokatiya partiya serdest a Dad û Geşepêdanê, nasiyar bi AKP`yê îstifa kir.

Li civîna awarte ya AKP, Receb Teyib Erdogan li nameyekê xitabî endamên kongira partiya serdet û dewleta nû ji wan xwest kuqanûna bingehîn a vî welatî bigherînin û guhertina sîstima hikûmetê bikin bernama xwe ya sereke. Erdogan heta tewsiyeyek jî li endamên kongirê û endamên AKP li parlimana Tirkiyê kir ku ser pêwîstiya xurtkirina peywendiyên serokkomarê Tirkiyê û partiyên vî welatî pêgiriyê dike.

Erdogan di vê derbarê de got ku piştî bijartina wek serokkomar, peywendiyên wî yên qanûnî bo partiya serdest a Dad û Geşepêdanê, nasiyar bi AKP`yê re qut bûne û ev qanûna ecêb ku serokkomarî neçar dike ku peywendiyên xwe bi partiayn re qut bike, dê biztirkê li vê dewreyê were rakirin ji ber ku bona guhertina qanûna bingehîn û sîstima hikûmetê dê hin pêngav bên rakirin.

Hin derûdorên siyasî van gotinên Erdoganî wek bernama teze ya serokkomarê Tirkiyê bo AKP û parlimana vî welatî dizanin. Piştî xwendina nameya Erdogan li vê civînê bû ku Ehmed Dawûdoglu serokwezîrê îstifakirî yê Tirkiyê li kongireya AKP li axiftian xwe ya dawiyê ser girngiya yekitî û yekperçetiya partiya serdest pêgirî kir û got ku rêberên partiyê nabe ji ber desthilata xwe serxweş bibin û gel ji bîr bikin û ji emanet û berpirsiyariya xwe xafil bibin.

Hin derûdorên siaysî van gotinên Dawûdoglu wek kinayeya wî ya eşkere li civîna fermî bo serokkomarê Tirkiyê, Receb Teyib Erdogan dizanin. Bitaybet ku li mehên buhurî pêla rexneyan ji şexsê Erdogan li bara hewldana wî bo parastina qawetê li cem serokkomar û qawetxwaziya wî li welêt zêde bûye . Loma tê gotin ku misdaqa gotinên Dawûdoglu, Erdogan bixwe bûye û eva bixwe piştrast dike ku navbera konseya serokatiyê û endamên pilebilind ên partiya serdest a Dad û Geşepêdanê, nasiyar bi AKP`yê li Tirkiyê bêtifaqî heye .

Beşek ji gotinên Bekir Bizdag wezîrê dadweriyê yê Tirkiyê ku nameya Erdogan li kongireya AKP xwend bixwe tiştê ku partiyên rexnegir û neyarên Erdogan wê wek timakriya Erdogan dizanin , nîşan dida. Bozdaq li axiftian xwe got : Ev partiay yanî AKP tim û heya dema ku gel bibêjin ya Receb Teyib Erdogan be, partiya serdest a Dad û Geşepêdanê, nasiyar bi AKP`yê tenê serokek heye ew jî serokkomar Erdogan e.

Gotinên Bin Elî Yildirim li yekim axiftina xwe wek serokê nû yê AKP jî balkêş in. Bitaybet ku ew ser guhertina pergala parlimaniyê bo pergala serokatiyê li Tirkiyê pêgirî kir û behsa dewama opersyona eskerî û ewlehiyê li vî welatî li dij terorîzmê kir.

Loma rexnegirên Erdogan Yildirimî wek kesayetiyekê nas dikin ku tenê ji ber şopandina gotinên Erdogan karî ji aliyê wî ve were piştgirî kirin û dengê kongira Ak partiyê bo bidsetxistina serokatiya vê partiyê û serokwezîrtiya Tirkiyê bidset xist.