Gelo li Tirkiyê wê dîmenên sala 1994`an dubare bibin?
Li Tirkiyê bi rakirina parêzbendiyaparlimanteran nîqaşên li ser gelo wê dîmenên ne demokratîk yên sala 1994`an dubere bibin an na dest pê bûn. AKP ser vê bawerê ye ku dê ew heyam dubere nebe, lê CHP û HDP dibêjin ew heyam dest pê bûye jî.
Piştî pejirandina guhertina yasayê jibo rakirina parêzbendiyê, nûnerên partiyan bersiv dan pirsa ; "Gelo dê wekî sala 1994`an cardin polîs bi darê zorê parlamenteran bigirin an an?"
Cîgirê Serokê Koma AKP, Bûlent Turan rakirina parêzbendiyê wekî "Piştrastbûna Tirkiyê" nirxand û îdiayên dubarekirina prosesa sala 1994`an jî red kir.
Bûlent Turan wiha got:"Parlamentoyê bi ya xwe kir. Daxwazên gel bi cih anîn. Ji niha û pê de berpirsiyarî dikeve ser milê dadgehan. Ez mafdar nabînim ku biryara derketina derveyî welêt were dayîn û ev prosesa bi prosesa sala 1994`an were qiyaskirin."
CHPê helwesta xwe ya darberê dengdayîna bo rakirina parêzbendiyê jî wekî demokrasiya di nava partiyê de dinirxîne û dibêje heger referandomek bihata lidarxistin dê hawîna Tirkiyê bi wehşeta siyasî ra derbas biba. Herwiha CHP da zanîn ku ew ê rê nede wê yekê ku bûyera sala 1994`an dubare bibe.
Derbarê vê yekê da Cîgirê Serokê Koma CHP, Ozgur Ozel wiha axifî" Ji niha û pê de dê çi bibe em ê bi hev re bibînin. Em ê di helwesta xwe de ya rêzgirtina ji bo hiqûq û mafên mirovan, berdewam bin. Çûn an neçûna parlamenteran ya bo îfadedayînê, biryareke ku bi civata partiyê ve girêdayî ye ku hêj me ew biryar nedaye. Em ê vê yekê di kombûna xwe ya li Antalyayê da binirxînin".
Piştî biryarê HDP hemû parlamenterên xwe kom kirin û biryar nirxand. Paşê her du hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan, Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag her sê partiyên muxalefetê sûcdar kirin ku rê li ber biryareke darbeyî vekirine û careke din dubare kirin ku tu parlamenterekî wan naçe îfadedayînê.
Herwiha hevserokê giştî yê HDP, Selahattin Demîrtaş wiha got:"Ez ji niha ve bangî dozgeran dikim. Em ê bi hêsanî neyên bo îfadedayînê. Pêwîst e hûn biryara girtin an zindankirinê bidin. Parlamentoyeke bi fermana qesrê dixebite heye. Em ê nebin fîgûrek di destê wan de."
Pisporê siyasetê û rojnameger Fexredîn Fidan jî dibêje bi ihtimaleke xurt referandom ê di heyva Îlonê de pêk were ku dê di wê prosesê de, bi pêşengiya Serokkomar Erdogan dewlet bi hemû hêza xwe kompanyayekê bimeşîne ku referandomê pesend bike. Fîdan îdia dike ku hay CHP ji vê metirsiyê heye.
Fexredîn Fidan dibêje: Dema referandom li dar bikeve, dê bi pêşengiya serokkomar de, walî, qeymeqam û şaredar yê kompanyayekê bidin destpêkirin. Ev kompanya dê li ser rakirina parêzbendiyê bi rêve biçe û armanca sereke dê veşarî bimîne."
Parlamenterê CHP, Nihat Yeşil jî dibêje heger parêzbendî bê rakirin dê qeyrana Tirkiye niha tê de ye kûrtir bibe û yê danîna pergala serokatiyê jî wekî senaryoya herî xurt be ku armanca serokkomar Erdogan e.
Derbarê vê yekê da jî parlamenterê CHP Nihat Yeşil dibêje ku Erdogan dixwaze pergala serokatiyê saz bike ku li gorî xwe xeyala wê dike. Ev modela li tu dera cîhanê mînaka wê tuneye. Di salên buhurî da çawan gel xapandin, niha di vê mijarê de jî hewla xapandinê didin."
Li gorî pisporên siyasetê dê AKP li ser "Terorê" kampanyayekê bimeşîne û bi saya wê zêhineyetekê nav gel da pêk bîne ku ew bo parlamenteran mafên parêzbendiyê rewa nebine û bi vê yekê rê li ber kempêynên muxalefetê yên li hember "Pergala Serokkomariya Bi Partî" bigire.