Rakirina berbendên danûstandina bankî; Mêhwera civîna Londonê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i221791-rakirina_berbendên_danûstandina_bankî_mêhwera_civîna_londonê
Boykotên navokî li dijî Îranê ev çend meh in ku bi destpêkirina cihanîna lihevkirina navokî ya di navbera Îranê û Koma welatên 5+1`ê betal bûne. Li vê heyamê gelek ji sioyasetvan û çalakên aborî ji bo amadebûna li warên cûrbicûr ên aborî bazirganî û pêşeyî hatin eÎranê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 21, 2016 16:49 Asia/Tehran
  • Rakirina berbendên danûstandina bankî; Mêhwera civîna Londonê

Boykotên navokî li dijî Îranê ev çend meh in ku bi destpêkirina cihanîna lihevkirina navokî ya di navbera Îranê û Koma welatên 5+1`ê betal bûne. Li vê heyamê gelek ji sioyasetvan û çalakên aborî ji bo amadebûna li warên cûrbicûr ên aborî bazirganî û pêşeyî hatin eÎranê.

Tevî viya hin rapor nîşan didin ku hema wisa hinek astengî ji bo ketina nav bazara Îranê hene. Ji wan berbendan em diakrin pergala bankî ya îranê bizanin.

Amerîka û hevpeymanên wê yên ewropî hevrê ligel berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewroapyê, xanima Fêdêrîka Mogirînî li vî warî da roja îniyê, 20`ê Gulana 2016`an, li civînekê li Londonê ligel hev hevdîtin û rawêjkarî kirin. Wan ji bank û şirketên ewropî xqwestin ku li Îranê sermiyana xwe daynin û ragiahndin ku niha ku piraniya boykotan hatine rakirin ji bo handana bazirganiya qanûnî ligel têhranê dê kiryarin zêdetir pêk bînin. rayedarên van welatan piştî vê civînê soz dan ku ji bo alîkariyê bo handana şirketan bi mebesta ku peywendiyên xwe ligel Îranê j nû va dest pê bikin, agahî û alîkariyên zêdetir raberî wan dikin. Van welatan li daxuyaniyeke hevpar ragiahndin: `Em li ser riya çalakiya qanûnî ligel Îranê berbendan danaynuin. Em li ser riya danûstandina enstîtûyên malî yan şirketên navneteweyî ligel Îranê berbendan danaynin. Elbete ev yeka wê heta demekê be ku enstîtû û şirket gişt qanûnan berçav bigirin.`

Serokê banka navendiya Îranê, Weliyullah Sêyf jî ku ji bo beşdariya li civîna Londonê nasyar bi Euro Money`yê bi mêhweriyeta Îranê û şopandina pêkanîna sozên bankî yên aliyên rojavayî sefera Londonê kiribû, roja îniyê, 20`ê Gulana 2016`an, li hevdîtina wezîrê karên deve yê Inglîzê li ser pêwsîtiya cihanîna sozên bankî yên aliyên rojavayî li ser esasa Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar pêgirî kir.

Fîlîp Hamond, wezîrê karên derve yê Inglîzê jî li hevdîtina ligel Sêyf tevî pêgiriya lis er cihanîna sozên welatê xwe li warê Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar, got: Delêeta min dixebite ku şêwaz û mêkanîzmên pêwsît j bo asayîkirin û hêsankirina danûstandinên bankî tev Îranê pêk bîne. Çend hefteyan berî niha jî London mazûvana birêvebirên derecebilind ên bankên nglîzî û welatên din ên ewropî li bara asayîkirina peywendiyên bankî tev Îrnê bû. Lêî tecrube nîşan didie ku nabe ku qîma xwe bi van civîn û sozan bînin, belkê divêî hewildaneke berfireh hebe ta ku encam bê hiskirin û bankên îranî biakrin tev bankên navneteweyî peywendiya asayî daynin.

Ji dema ku lihevkirina navokî ci8h hat, piraniya boykotên aborî, malî û niftî li dijî Îranê hatin rakirin. Tevî viya şirketên biyanî bi taybet bankên ewropî ji ber nigeraniya ji bertekên Amerîkayê tu meyla wan ji bo destpêkirin yan nûkirina opeywendiyên xwe ligel Îranê tunînin. Li halê ku yek ji pêşmercên û hewcetiyên tekûz ên serêxwegirtina armancên aborî ku li ser esasa biryarnameyên bazirganî û cihanîn aplanan hatiye qeydkirin, asayîkirin apeywendiyên bankî ye.

Banka inglîzî ya HSB`yê heftiya buhurî ragiahnd ku dê tev Îranê têkiliyê daneyne ji ebr ku Amerîka bankên ne-amerîkî ji bo danûstandinekê han dide ku pêkanîna wê hîn jî ji bo bankên amerîkî qedexe ye.

Duyçe banka Almanê jî ragiahndiye ku hemam wisa bi giştî bazirganiyê li peywendiyên xwe ligel Îranê bisînor dike.

Eva li halekî ye ku hebûna derfetên mezin ji bo sermayedanîna pêşeyî û peywendiyên bazirganiyê herviha hebûna çavkaniyên ênêrjî û niftê li Îranê rewşeke minasib ji bo xurtkirin adanûstandinên Îranê ligel abora cîhanî dabîn kiriye. Cîgirê sandiqa navneteweyiya dirêv, Dêywîd Lîpton li sefera xwe ya vê dawiyê bo Têhranê got: Rewşa piştî cihanîna Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar ederfeteke bêmînak çêkiriye ta ku Îran bi mebesta xurtkirina aramiya li warê abora xwe ya mezin û bidestxistina geşatiyeke aboriya bihêztir,mayîndetir û giştalîtir kiryarên pêwsît pêk bîne.

Xuya ye ku Îran tevî cihanîna gişt sozên xwe li gorî Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar çaverêtiya xwe heye ku aliyên hember jî li warê cihanîna sozên xwe sozdar bin ta ku tevgera aborî li welêt bê hiskirin. Lê çêkirina astengiyan ji aliyê Amerîkayê ku têkiliya xwe ya rasterast bi mijara navokî ûBernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar tine, di pratîkê da rê li ber danûstandina bankên biyanî tev Îranê girtiye. Niha divê em bibînin ku danuyaniya heta çi astê dikare rewşê biguherîne.