Hişyarkirinên li bara dûhatên gurrbûna rewşa siyasî li Iraqê
Bi hezaran kes j ixelkê wilayeta Babil a Iraqê pê birêxistina xwepêşandanekê, xwestin ku çaksazî li vî welatî pêk bên.
Şeva buhurî hevgavê nerazîbûn û pevçûnên li bajarê Bexdayê, paytexta Iraqê û ragihandina rewşa awarte li vî şarî, bi hezaran neraziyên iraqî li basjarê Babilê li ber avahiya walîtiya vî şarî kom bûn û li ser cihanîna çaksaziyan û têkoşîna li hemberî gendeliyê sekinîn.
Xwepêşanderan bi durişman sebebkarên teqînên têrorîstî yên vê dawiyê li Bexdayê şermezar kirin û tifaq û hevgirtina partiyan û lezgînkirina birêxistina civînên parlimanê pêwîst zanîn.
Eva li halekî ye ku alîgirên Muqteda Sedir duh bi xwepêşandanekê li devera Kesk a Bexdayê ku avahiyên serokwezîrtî, wezaretxane û meclisê li wir in, ketin nivîsgeha serokwezîrtiyê.
Bi dû ketina neraziyan nav avahiya serokwezîrtiyê û sekinîna hêzên dewletê li hemberî wan, hêzên garda taybet a vî welatî li devera Kesk a Bexdayê bi cih bûn.
Li gorî vê raporê, li xwepêşandana alîgirên Sedir di navbera wan û polîsan da pevçûn derket ku kesek hat kuştin û 17 kes ji wan çend serbaz jî birîndar bûn.
Serokwezîrê Iraqê wek berteka li hemberî êrişa neraziyan ser devera ewlehiyê ya Kesk a Bexdayê, got: Ajawe û nearamî ser xêra gel û welatê Iraqê nîne.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê vê sibê pêkutî kir ku li germegerma serketina artêşa Iraqê li hemberî têrorîstan, hinek kesên têketî û nifûzî dil hene welêt ber bi alozî û neramiyê va bikişînin.
Serokwezîrê Iraqê her wiha got: Kesên hanê dewsa şerkirina li hemberî têrorîstan li meydana şêrr, bixwe wek komên çekdar li hemberî hêzên ewlehiya Bexdayê disekinin.
Ebadî her wiha got: Ev kesana di rastiyê da bi van karên xwe, serketinên hêzên iraqî li şerê dijî DAIŞ`ê berbad dikin.
Serokwezîrê Iraqê bibîr xist ku hinek ji wan kesana dil hene serketinên hêzên iraqî li şerê dijî DAIŞ`ê bêbandor bikin.
Wî êrişa duh a neraziyan ser avahiyên dewletê û têkbirina heyîtiyên giştî li Bexdayê karek nayêqebûlkirinê zanî û ragihand ku divê qanûn li bara sebebkarên van bûyerana cih bê.
Ebadî ji welatiyên iraqî xwest ku li bara van ajawe û nearamiyana hişyar bin.
Serokê giştî yê Berxwedana Islamî ya Necbayê jî ragihand ku hêzên gelanî yên Iraqê jibo opêrasyona mezin a azadkirina bajarê Felûcê amade ne.Nivîsgeha ragihandinê ya Berxwedana Islamî ya Necbayê, ragihand ku Ekrem Keibî serokê vê tevgerê îro ragihand ku hêzên gelanî yên Iraqê Heşdi Şeibî amadekariyên opêrasyona azadkirina Felûcê li wilayeta Enbarê li rojavaya Iraqê kirine û li benda fermana destpêkirina opêrasyonê ne.
Keibî bi gotina viya ku destpêkirina opêrasyonê bi wateya hatina dema mirina DAIŞ`îyan li Iraqê ye, ragihand ku komên berxwedanê û hêzên gelanî yên Iraqê, li dora bajarê Kermê girtine û ji gelê Felûcê xwestine ku zûka ji vî şarî derkevin.
Serokê giştî yê Berxwedana Islamî ya Necbayê got ku komên berxwedanê yên pişkdarê opêrasyona azadkirina Felûcê ji 13 qewareyan pêk tên û ev opêrasyona ji mêhwerên bejayî, hewayî û topxaneyê yê destpê bibe.
Keibî berî viya jî tevî ragihandina hereketa hêzên taybet ên Necbayê ber bi Felûcê, ev bajara navenda têrorîsmê li Iraqê bi nav kir û pêkutî kir ku em bi gelê berxwedêr ê Iraqê ra jî peymanê girêdidin ku têrorîstan ji nav bibin û bi alîkariya Xwedê, serketina tam nêzîk e. Artêş û hêzên gelanî yên Iraqê di rojên dawiyê da deverên berfire li parêzgeha Enbarê ji wan bajarê Retebê li 310 kîlomêtriya navenda wilayeta Enbarê û nêzîkî sînorê Urdinê azad kirin.