Nasandina namzedê sereke yê serokwezîriya Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i221611-nasandina_namzedê_sereke_yê_serokwezîriya_tirkiyê
Piştî daxûyaniya Ehmed Dawûdoglu bona nasandina serokê nû yê AKP û bijartina serokwezîrê Tirkiyê, serokwezîrê nû yê vî welatî qirare yêkşemiya tê 22 Gulanê dê kongereya awarte ya dudyane AKP birê xwîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 20, 2016 12:02 Asia/Tehran
  • Nasandina namzedê sereke yê serokwezîriya Tirkiyê

Piştî daxûyaniya Ehmed Dawûdoglu bona nasandina serokê nû yê AKP û bijartina serokwezîrê Tirkiyê, serokwezîrê nû yê vî welatî qirare yêkşemiya tê 22 Gulanê dê kongereya awarte ya dudyane AKP birê xwîne.

Li civîna 19 gulanê yanî duh pêncşemê piştî gotûbêjên crbicuur û axivtinên li ser viya ku kî li Tirkiyê dê bibe serokê AKP kifş bû û qirare Binali Yildirm hem bibe serokê AKP û hem jî bibe serokwezîrê Tirkiyê.

Birek ji karzanên siyasî bawerin, sebeba ku Erdogan Binali Yildirm wekî serokê AKP û serokwezîrê Tirkiyê bijartiye ji ber karayiya wî li dewrana wezîrbûna wî bû yanî li dewrana ku Binali Yildirm wezîrê teranzîtê û deryavaniyê bû li çaxê ku Receb Teyib Erdogan serokwezîrê Tirkiyê bû.

Eva li halekê ye ku hîn jî gelek li nav Tirkiyê li ser neyariyên navbera Erdogan û Dawûdoglu diaxivin û dibêjin ku neyariyên navbera Erdogan û Dawûdoglu ku li 14 salên pêkhatina AKP hertim i kêlega hevdu bûne nediyarin.

Herwisa ku li vê mudehê kes tê negihêşt ku neyariyên navbera Erdogan û Ebdullah gul çi bûn ku Erdogan Gul ji ser kar wêda da.

Mesela balkêş evaye ku ji mudeha dest bikarbûna AKP heta niha hem Ebdullah Gul û hem jî Ehmed Dawûdoglu ji wan kesan bûn ku Erdogan bawerî bi wan hebûye.

Li her halî da van rojana dest ji kar berdana Ehmed Dawûdoglu û bijartina serokê AKP û serokwezîrê Tirkiyê ji babetên herî girînge nav vî welatî ne û hinek bawerin ku li vê hefta tê dê gelek ji hegerên nediyare vê guhatina nav Tirkiyê dê eşkera bibin.

Niha hemû bi vê hêviyê ne ku kanê endamên AKP reyî û dengên pêwîst li roja 22 Gulanê didin Binali Yildirm ta ku ew wekî serokê AKP û serokwezîrê Tirkiyê bê bijartin yan na?.

Helbet gor ew babetên ku li Tirkiyê hene û gor tecrubên berê eger Erdogan kesekê wekî serokê AKP yan serokwezîrê Tirkiyê qebûl bike wê demê endamên AKP jî bawerî bi vê bijartina Erdogan hene.

Her ev cure siyasetên Erdogan bûne sebeb ku birek ji rexnekerên wî bibêjin ku ew civata Tirkiyê ber bi îqtedar gerayiyê dibe.

Eva ku Erdogan rexneyan qebûl nake û dil heye her ttiştekê gor dilê xwe îcra bike bûye sebeb ku her roj ji çaxê ku AKP qudreta nav Tirkiyê girtiye destê xwe, zincîre hevalên Erdogan kêmtir û kêmtir bibin.

Her çend gumanek heye ku hêtimal heye AKP reyî û dengan nedine Binali Yildirm ta ku ew bibe serokê vî partî û serokwezîrê Tirkiyê lê eger mirov berê xwe bide siyasetên berê yên AKP û Erdogan mirov digêje vê yekê ku ev hêtimala gelekê lawaze.

Birek ji çavdêrên siyasî bawerin ku guhartina kadra rêberiya AKP û kêmbûna wan kesên ku Erdogan bawerî bi wan heye nîşana kirîza biryargirtinê dinav AKP ye û dibêjin ku ev guhartinên wiha nîşana viyaye ku mecal bona eşkerabûna van kirîzên hundirî dinav AKP da tunebe.

Loma çavdêrên siyasî bawerin ji ber ku Erdogan dil heye nizama siyasî li nav Tirkiyê biguherîne û ji sîstema parlemanî bike serokayetî loma ew Binali Yildirm wekî serokê AKP û serokwezîrê Tirkiyê naxwaze belkê wî wekî hevahengkirê navbera xwe û AKP û parlemana Tirkiyê dixwaze û heta wê çaxê ku Binali Yildirm bikaribe vê nexş û rola xwe bibaşî bilîze, Erdogan jî piştevaniya wî dike û eger Binali Yildirm xîncî viya be pêwîste ku Binali Yildirm jî xwe li kêlega Ebdullah Gul û Ehmed Dawûdoglu bibîne û ew hemû xizmetên ku li dewrana wezareta teranzîtê kirine jî dê jibîr bibin, herwisa ku xizmetên Dawûdoglu wekî mêimarê siyaseta derve ya Tirkiiyê jibîr bûn.