Rexneya wezîrê karên derve yê Tirkiyê ji zextên Yekîtiya Ewropayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i221338-rexneya_wezîrê_karên_derve_yê_tirkiyê_ji_zextên_yekîtiya_ewropayê
Di dewama devûjeniyên rayedarên dewleta Enqerê ligel Yekîtiya Ewroapyê, Mewlûd Çawûşoxlû, wezîrê karên devre yê Tirkiyê ji zextên vê yekîtiyê li ser welatê xwe rexne kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 18, 2016 08:49 Asia/Tehran
  • Rexneya wezîrê karên derve yê Tirkiyê ji zextên Yekîtiya Ewropayê

Di dewama devûjeniyên rayedarên dewleta Enqerê ligel Yekîtiya Ewroapyê, Mewlûd Çawûşoxlû, wezîrê karên devre yê Tirkiyê ji zextên vê yekîtiyê li ser welatê xwe rexne kir.

Li gorî rapora roja sêşemiyê, 17`ê Gulana 2016`an, a ajansa nûçeyan a Anatoliya ser bi dewleta Tirkiyê, Çawûşoglu bal kişande ser viya ku hewildana Yekîtiya Ewropayê ji bo zexta li ser Enqerê bi mebesta guhertina qanûna şerê li dijî têrorîsmê li vî welatî bêencam e û destnîşan kir: Tirkiye dê nema teslîmî van zextan bibe.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê her viha idia kir: Di rewşa ku metirsiya Partiya karkerên Kurdistana Tirkiyê (PKK) li vî welatî û koma têrorîst a DAIŞ`ê li ber guhê Enqerê ne, zexta li ser Tirkiyê ji bo guhertina qanûna dijî têrorîsmê dewsa dayîna vîzaya Şinginê bo welatiyên vî welatî nayê pejirandin.

Dijayetiya Tirkiyê ligel guhertina qanûna dijî têrorîsmê ya ku Yekîtiya Ewroapyê dixwaze li halekî ye ku ev lihevkirina di roja 18`lê adara 2016`an da hatiye wajokirin.

Di vî warî da dewleta Enqerê ragiahndiye ku lihevkirina 18`ê Adarê di navbera Yekîtiya Ewroapyê û Tirkiyê li bara kêmkirina pêla çûyîna penaberan bo Ewropayê bêyî betalkrina vîzayê di navbera Tirkiye û vê yekîtiyê nayê cihanîn. Yekîtiya Ewroapyê jî pêkanîna guhertinan li qanûna dijî têrorîsmê ya Tirkiyê xwstine û li dijî vê yekê ne ku rayedarên Enqerê vê qanûnê li dijî dijberên xwe û çapameneiyên Tirkiyê bi kar bînin. Li vê barê rayedarên dewleta Enqerê idia kirine ku pêgiriya Yekîtiya Ewropayê li bara pêwîstiya guhertina qanûna dijî têrorîsmê ya Tirkiyê bi wateya piştgiriya ji têrorîsmê ye.

Karzan dibêjin: Eger qanûna şerê li dijî têrorîsmê li parlimana Tirkiyê bê pesendkirin, dê dewleta Enqerê tûşî pirsgirêkeke teze bibe. Di rastiyê da bi pesendkirina vê qanûnê dê gelek dijhevî li siyasetên dewleta Enqerê bi taybet li waerê şerê dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê pêk werin.

Rastî ew e ku tevî ku Tirkiye dirûşmeyên şerê li dijî têrorîsmê bi taybet koma têrorîst a DAIŞ`ê bilind dike, lê heta niha tu pêngavek di vî warî da ranekiriye. Divê rewşê da divê em bêjin ku desthilatdarên Enqerê yên ser bio Partiya Dad û Geşepêdana Tirkiyê (AKP) hazir bûbne dûhatên sekinîna li hemberî tevlîbûna Tirkiyê nav Yekîtiya Ewroapyê qebûl bikin, lê qanûna şerê li dijî têrorîsmê neyê pesendkirin. Eva li halekî ye ku gotûbêjên du aliyan ji bo tevlîbûna Tirkiyê nav Yekîtiya Ewropayê hema wisa didome.

Hêjayî gotinê ye ku serokomarê Tirkiyê, Receb Teyib Erdoxên destpêkê bi ragiahndina siyaseta `Kêşeya sifir ligel cînaran û çareserkirina pirsgirêkên aborî` desthilatdariya Tirkiyê di sala 2002`an da girte destê xwe. Di destpêkê da serketina dewleta Enqerê bi rêberiya AKP`ê berbiçav û baş bû. Lê çend salan şênda berxwegirtina siyasetin wek dayîna navenda leşkeriyê bo Amerîkayê bi armanca kontrola welatên navçeyê bi taybet Rûsiyê, kêşeya ligel kurdan, destwerdana li karên navxweyî yên Sûriyê û herwildana ji bo wêdadadyîna dewleta qanûnî ya Beşar Esed bûn sebeb ku dijayetiyên navxweyî ligel siyasetên Erdoxên zêde bibin. Di eynî demê da kêşeya ligel cînaran bi taybet ligel Rûsiyê di heyama çend salên buhurî da gihîştiye asta xwe ya herî bilind.

Bi giştî divê em bêjkin ku dewleta Tirkiyê ku bi armanca ewropayîbûnê gelek ji qanûnên daxwazkirî ji aliyê Yekîtiya Ewroapyê di heyama çend deheyên buhurî da li parlimana vî welatî dane pesendkirin, hazir nine ku qanênên şerê li dijî têrorîsmê yên ku Yekîtiya Ewroapyê dixwaze li parlimanê pesend bibe. Nakokiyên du aliyan di vî warî da nîşan didie ku riyeke gelek dirêj li ber Tirkiye heye ku tevlî Yekîtiya Ewropayê bibe.