Sedemîn salvegera peymana koledariyê ya Saykes Picot`ê
Roja duşem, 16`ê Gulana 2016`an, sedemîn salvegera rûdaweke girîng li navçeya Rojhilata Navînê ye.
Sed salan berî niha di rojeke viha da Inglîz û Fransê bi wajokirina biryarnameyeke koledariyê, Rojhilata Navîn di navbera xwe da parve kirin.
Mark Saykesê birîtanyayî û Franswa Jorj Picot`ê fransî, wezîrên karên derve yên wê çaxê yên Inglîz û Fransê li civîneke nepenî li Lindonê xetkêş û pênûs girtine destê xwe û li ser xerîteyekê bi kişandina xetên hevtûş anku paralel welatên îro yên ereb li navçeya Rojhilata Navînê û dûra dewletên wan li ser esasa berjewendiyên xwe yên stratijîk diyar kirin, bêyî ku hevgirtin û yekparçetiya qewmî û mezhebî li nav wan welatana berçav bigirib û bêyî ku nûnerên gelên vê navçeyê tevlî plana xwe bikin û bi awayekî nêrîna wan jî bixwazin. Li vê parvekirinê Iraq, Filistîn û Urdin diketin bin koledariya Inglîzê û Libnan û Sûriye jî ketin bin koledariya Fransê. Peymana Saykes Picot`ê (Sykes--Picot Agreement) encama şerê yekem ê cîhanî bû. Têkçûna hevpeymanan (Mutehidîn) bi mêhweriyeta Almanê û qiraltiya osmaniyan, bû sebeb ku osmanî têk biçin. Inglîsiyan li pêvajoya şerê yekem ê cîhanî ji bo wergirtina nêrîna serokeşîrên ereb ji bo hevkarî û şerê li dijî qiraltiya osmaniyan gelek soz ji bo serxwebûnê piştî bidawîhatina şêrr dan wan. Lê mebesta wan a serxwebûnê, xistina bin koledariya xwe bû.
Inglîz û Fransê bi biryarnameya Saykes Picot`ê tovê kîn û fitneyê li navçeya Rojhilata Navînê reşandin. Sepandina rêjîma dagîrker a Israîlê encama herî girîng a vê biryarnameyê bû. Li vê biryarnameyê tenê berjewendiyên koledariyê hatibûn berçavgirtin. Xwezayî ye ku peymaneke viha li gorî guhertinên bilez ên piştî şerê duyem ê cîhanî bû sebeba pêkhatina gelek qeyran, kodêta, şer û xwînrijandinan. Bi dehan hezar mirov ji ber têkoşîna li hemberî koledarên inglîzî û fransî hatin kuştin û a niha jî tên kuştin. Gelê Rojhilata Navînê piştî derbasbûna sed salan hîn jî goriyên siyasetên koledarî û berjewendîxwaziya dewletên koledar ên rojavayî ne, lê tenê forma qeyrançêkirina wan guheriye.
Sed salan berî niha wan bi saya biryarnameya Saykes Picot`ê gelên misilman li herêmê xistin bin koletiya xwe. Niha bi saya piştgiriya ji komên tekfîrî û têrorîst tê dikoşin ku xerîteya Rojhilata Navînê bi awayekî din biguherînin. Armanca van guhertinan jî xurtkirin û parastina cîgeha rêjîma sexte û qelp a Israîlê û xistina gelê navçeyê nav şerên qewmî û mezhebî yên bêdawî ye. Ewna li dewra teze ya qeyrançêkirinê li navçeya Rojhilata Navînê ji bo guhertina erdnigariya vê navçeyê mezhebê û pêkanîna nakokiyan di navbera welatên islamî da bi kar tînin. Yanî bi xercê herî kêm û bi saya amorên tekfîrî û têrorîstî li dû parvekirina welatên navçeyê li ser esasa berjewendiyên xwe yên demdirêj li Rojhilata Navînê ne.
Tevgerê tekfîrî û têrorîst ku têgihîştinên nedurist ji talîmatên rizgarkir û mirovsaz ên islamê bi dest xistine, bi hemdê xwe û ne bi hemdê xwe ketine xizmeta dewletên koledar ên ewropî. Ew xetera herî girîng ji bo cîhana islamê yanê Rêjîma Siyonîst berdidin û misilmanên ku li djî têgihîştina wan ji islamê ne bi awayekî herî diltezîn û hovane dikujin û aware dikin.
Sedemîn salvegera biryarnameya Saykes Picot`ê derfeteke guncaw ji bo ramanwerên cîhana islamê ye ku siyasetên dewletên rojavayî li navçeya Rojhilata Navînê ji bo raya giştî ya misilmanan li navçeyê ji nû va şirove bikin û ev xala were berçavgirtin ku dewletên rojavayî yên ku idiaya azadîxwazî, dêmokrasîxwazî û mafên mirovan dikin, tenê li fikra berjewendiyên xwe ne û duberetî û şerê di navbera şopînerên mezhebên islamê da ti encamek ji bilî nêzikkirina wan li armancên xwe anku parvekirina navçeyê ji bo dabînkirina siyasetên demdirêj ên koledaran tine.