Civîna Konseya Ewlehiya Iraqê
Xebatên şexsiyetên iraqî û saziyên vî welatî ji bo normalkirina rewşa vî welatî nîşana îrada giştî ya siyasî bona vê yêkê ye lê wisa diyar e ev xebata bi tenê bona normalbûna rewşa Iraqê têrê nakin.
Konseya Ewlehiya Iraqê li civîna xe xwe ya îro duşemê bi serokatiya Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê û qumandê hêzên çekdare vî welatî birê ket.
Piştevaniya ji saziyên dewletî û projên ku dibin sebeba arxayînbûnê bona dewama serketina hêzên ewlehiyê û girtina navçên bin destê terorîstan ji babetên serekeye van gotûbêjan bûn.
Iraqê li 13 salên bihurî her cure kirîzek tecrube kirine.Şerê Amerîka dijî Iraqê, teqînên cur bi cure terorîstî li nav vî welatî, dagîrbûna pişkin ji axa vî welatî bi destê grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê, neyariyên siyasî, xeyanetên şexsiyetên berpirs, meşên cur bi cure aliyên siyasî û serketinên artêşa vî welatî û hêzên gelanî dijî grûpên terorîstî , meşên dijî dewletên Malikî û Ebadî evane ji kirîzên herî girînge Iraqê li van 13 salîên bihurî ne.
Roja îro dîsa Iraq rastî kirîzên ewlehî û siyasî hatine.Grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê pişkin ji axa Iraqê dagîr kiriye.Li halê ku artêşa Iraqê û hêzên gelanî yên vî welatî pişkin ji axa vî welatî yên rojavaya vî welatî ji detê terorîstan derxistine, meşa alîgîrên bereya Sedr û ketina wan bo nav navça keske Bexdayê û paşê parlemana vî welatî Iraq rastî kirîzekî nû aniye.
Emar Hekîm, serokê meclisa bilind a islamî ya Iraqê destnîşan kir ku pêwîst e her cure kiryareke dijî qanûna bingehîn li nav Iraqê bê rawestandin û îzn neyê dayîn ku desthata netewekê ji bo xêr û qazanca şexsî bê destederkirin
Hekîm bal kişande ser viya ku gelê Iraqê bona dêmokrasî, azadî û qanûnê gelek berdêl û xwîn daye û destnîşan kir; Destdirêjiya ser saziya qanûndanînê destdirêjiya ser hikûmetê ye û diyarkirina nerezamendiyê nayê vê wateyê ku kesek dest bi kavilkirina sazî û navendên îdarî bike.
Wî bal kişande ser viya ku ew nêhrînên ku hizr dikin pê tevlihevî û kavilkirinê dikarin bigêhjin rêforman, şaşitiyek mezin da zanîn û got: Riya rêforman û pêkanîna dewleta Iraqê gelek dijwar e û pêwîst e hemû alîkariyê bikin ku dewleteke reformxwaz pêk were ne ku dest bi kaviliyê bikin.
Serokên saziyên iraqî û rêberê feraksiyonên siyasî yên vî welatî êrişa ser parlemana vî welatî û parlemantaran şermezar kirin.
Nivîsgeha mêdyayî ya Fuad Mesûm, serokomarê Iraqê duh yêkşemê li daxûyaniyekê raghand ku serokên sê saziyên sereke yên Iraqê û rêberên feraksiyonên siyasî yên vî welatî civînek li ser vexwendina Fuad Mesûm danîn û li bara rewşa siyasî ya Iraqê û êrişa xwenîşanderan ser avahiya parlemana vî welatî bi hevra axivîn.
Li vê daxûyaniyê hatiye ku êrişa xwenîşanderan ser parleman û nûnerên parlemana Iraqê hat şermezarkirin û hate xwestin ku sebebkarên vê destdirêjiya ser parlemanê werin darizandin.
Hevgavê kêşeya di navbera Heyder Ebadî û nûnerên kurd ên parlimana Iraqê ji ber wêdebirina hêzên pêşmerge ji garda parêzvaniya avahiya parlimana vî welatî, serokê meclisa Iraqê çû Silêmaniyê û pêgîrî kir ku kedkar û nûnerên sûcdar û yên ku êrişî meclis û nûneran kirine, divê werin mehkemekirin.
Li gorî rapora ISNA'yê, Selîm Cebûrî, serokê meclisa Iraqê li hevpeyvîneka çapemeniyê li Silêmaniyê got, karmend û nûnerên sûcdar û yên ku êrişî meclis û nûneran kirine, divê werin mehkemekirin.
Cebûrî pêgîrî kir: Nabe ku mijara êrişa ser meclisê bi vê hêsaniyê ji bîr bibe. Ya ku hate serê nûnerên meclisê, bi taybet Aram Şêx Mihemed, alîkarê serokê meclisê, Ala Talibanê, seroka fraksiyona Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) û Emar Tume, serokê fraksyona El-Fezîlê, mijareke diltezîn bû.
Cebûrî tev serokên siyasî û berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê hevdîtin pêk anî û bi wan re li ser alûgorên siyasî yên li vî welatî û pêwîstiya lezandina pêvajoya gihîştina bi rêçareya demlidest ji bo qeyrana siyasî ya niha gotûbêj kir.
Ebas El-Beyatî, endamê hevalbendiya dewleta Qanûnê jî ragihand ku sefera Selîm Cebûrî bi armanca dayîna garantiyên ewlehiyê bo fraksiyona Kurdistanê bi mebesta hevkarî û beşdarîkirina li civînan û dengdayîna li parlimanê pêk hatiye.