Pêgiriya serokkomarê Tirkiyê ser şuxilandina kesên bêşuxil
Serokkomarê Tirkiyê, Receb Teyib Erdogan ser pêwîstiya xebitandina kesên bêkar li saziyên aborî yên vî welatî pêgirî kir.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fransayê, Receb Teyib Erdogan roja yekşemiyê, 8 meha Gulanê li hevdîtina bi endamên sendîkaya herî mezin a karkirên Tirkiyê ra, daxwaza xebitandina kesên bêkar û bêşuxil li sazî û navendên aborî kir. Erdogan ji endamên sendîkaya odeyên bazirganî û bûrsa Tirkiyê re got: Sendîkaya we nêzîkî milyon nîv endamên xwe hene û ger her yek ji we tenê kesekî bişxulîne eva tê wateya şixulandina milyon nîv kesan.
Li gorî ragihandina saziya bîlançoya Tirkiyê, hejmara bêkarên jorayî 15 salan di Cotmeha par pêka du salan berî niha 104 hezar kes zêde bûye û gihêştiye 3 milyon û 147 kesî û asta bêkariyê jî 0.1% jorde çûye û gihêştiye sedî 10.5%`ê. Jordeçûna asta bêkariyê li Tirkiyê ji ber daketina asta geşatiya aborî û berhemanînê, bûye sedema fikar û dilgiraniyên cidî li derûdprên civakî û aborî yên vî welatî.
Karzan hegerên sereke yên vê zêdebûnê, siyasetên dewleta Tirkiyê bi serokatiya Partiya Dad û Geşepêdanê, AKP dizanin. Jixwe di çend salên derbasbûyî da siyasetên dewleta Enqerê rasterast ser pêvajoya kêmbûna kar û şixulan li Tirkiyê bandor danîne.
Karzan dibêjin: Rewşa hundirê Tirkiyê pir aloz bûye. Vê pêvajoyê xêncî pêkanîna nakokiyê navbera partiyan û alîgirên wan li nav welêt, pirsgirêkên navçeyî yên Tirkiyê jî zêde kiriye. Tevî van siyasetana hewldana ji bo wêdebirina rêberê meinewî yê Nûrçiyên Tirkiyê, Fethullah Gulen, derbeyeke giran li aboriya vî welatî xistiye.
Receb Teyib Erdogan ku wextekê hevalê nêzîk û hevriyê Fethullah Gulen dihat hesabê di sala 2013`an da ew û alîgirên wî bi darbeyê û pêkanîna dewleta paralêlê tawanbar kirin.
Piştî hilêxistina van tawanan, hemî alîgirên Gulen ku bingahên aborî li Tirkiyê di destê xwe de hebûne ji meydanên aborî yên Tirkiyê hatine wêdebirin. Ji ber vê kiryarê, piraniya derfetên kar û şixulan li Tirkiyê ji dest çûne. Di eynî demê de, pêşeya geştyariya Tirkiyê ji ber pirsgirêkên vî welatî tev Rûsiyê, qeyrana Sûriyê, şerê tev kurdan li navçeyên rojhilat û başûrê Tirkiyê û bombedanînên li Stembol û Enqerê rastî pirsgirêkên zav hatiye.
Li pêşeya geştyariyê bi dehan hezar kes ji kedkarên vê beşê bê şol bûne. Tirkiyê ji riya mazûvaniya bo geştyaran salê zêde ji 70 milyar dolar dahat hebûye lê ji ber bêewlehtiya li Tirkiyê gelê piraniya welatên cîhanê naxwzain ku sefera Tirkiyê bikin. Lewma rêxistinên nedewletî li Tirkiyê li bara hebûna 100 hezar jinên xirab li kolan û çarsiyên bajarên vî welatî agahî dane û ragihandine ku nîvê van kesana keçikên kêmtemen in. Li vê barê rojnama Huriyetê ragihandiye ku beşek ji van kesana koleyên zayendî yên malbatên xizan ên navçeyên rojhilat û başûrê rojhilata Tirkiyê ne ku ji ber şêr, kuştin, bêewlehtî û xizaniyê, van karên neexlaqî dikin.