Berteka medyayên rojavayî li hember istîfaya Dawûdoglu
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i220033-berteka_medyayên_rojavayî_li_hember_istîfaya_dawûdoglu
Nûçeya istêfaya Ehmed Dawûdoglu serokwezîrê Tirkiyê bi dû nakokiya di navbera wî û Receb Teyîb Erdogan serokomarê vî welatî da bû sedema berteka medyayên rojavayî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 06, 2016 15:09 Asia/Tehran
  • Berteka medyayên rojavayî li hember istîfaya Dawûdoglu

Nûçeya istêfaya Ehmed Dawûdoglu serokwezîrê Tirkiyê bi dû nakokiya di navbera wî û Receb Teyîb Erdogan serokomarê vî welatî da bû sedema berteka medyayên rojavayî.

Serokwezîrê Tirkiyê roja pêncşem 5`ê Gulanê istêfaya xwe ji serokatiya AKP`ê ragihand û got ku li civîna awarte ya vê partiyê jibo kifşkirina serokê nû xwe nake berbijar. Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, şebekeya BBC`yê li raporekê ser navê `` Erdogani, Dawûdoglu anî û bir`` dûhatên destjikarberdana serokwezîrê Tirkiyê hilkolandin.

Li vê raporê Dawûdoglu wek serokwezîrê bêkêşe û bêserêşî anegorî kesayetiyên din ên berbiçav ên AKP`ê hatiye binavkirin. Şebekeya BBC`yê, kifşkirina siyasetê li meseleyên aborî, helwêsta li hemberî rojnamevanên rexnegir p nakokiyên li bara bijartina berbijarên AKP`ê li hilbijartinên parlimanê ji hegerên herî girîng ên nakokiya di navbera Erdogani û Dawûdoglu da zaniye. Li dewama vê raporê behsa bandora istêfaya Dawûdoglu hatiye kirin û tê gotin ku vê bûyera gurr duh bandor li bazara malî ya vî welatî kir û qîmeta Lîrê Tirkiyê li hemberî Dolari ji sedî 4 daket.

Ihtimala bijartina siyasetmedarekî ku zêdetir guh bide gotinên Erdogani yê mewqiya serokomarê Tirkiyê bihêz bike, Erdoganê ku dixwaze bi guhertina destûra bingehîn a Tirkiyê desthilata serokomêr zêde bike.

Di vê navberê da rojnama Doyçê Vîrtêşaft a Almaniyayê dinivîse ku Berat Albayrak zavayê Erdogani ku wezîrê çavkaniyên sirûştî yê Tirkiyê ye, yê dewsa Ehmed Dawûdoglu bigire.

Peywendiyên Erdogan û Dawûdoglu li gorî nêrîna çavdêran hertim kêşesaz bûne lê aşkirabûna bi vê lezgîniyê ya nakokiyên hanê bûye sedema matmayîna her kesî.

Tevî vê rewşê Dawûdoglu ragihand ku ew ê wek endamê AKP`ê li meclisê bimîne û soz da ku heta bi qasî peyvekê jî rexne û gazindan ji Erdogîn neke.

Malpera kanala nûçan a Duyçwelêlê jî li nivîsara xwe ya bi sernivîsara `` Qeyrana siyasî li Tirkiyê û wêdeçûna serokwezîri`` nivîsî: Wer xûya dike serokwezîrê Tirkiyê li şerê desthilatê li hemberî serokomarê vî welatî derda.

Nakokiyên di navbera serokwezîr û serokomarê Tirkiyê da, dewleta Tirkiyê tûşî qeyrana siyasî ya cidî kirine.

Li dewama vê raporê bi giranî behsa nakokiyên nav AKP`ê û şerê desthilatê hatiye kirin û tê gotin ku AKP`ê heftiya buhurî desthilata serokwezîrê Tirkiyê bisînor kir. Çavdêrên siyasî û partiyên dijberê AKP`ê ev karê civata navendiya AKP`ê derbeyek li serokê dewletê û serokê AKP`ê zanîn.

Malpera rojnama Times`ê jî bal kişande ser istêfaya Dawûdoglu û nivîsî: Dawûdoglu serokwezîrekî miyanerev bû ku ku li gorî nêrîna gelê Tirkiyê di bin siya Erdogan desthilatxwaz û pawanxwaz da mabû. Analîzor ser vê bawerê ne ku bi wêdadayîna serokwezîrê berê ji meydanê, tenha reqîbê ihtimalî yê serokomarê Tirkiyê ji meydanê hat derxistin.

Herçend ku Erdogan û Dawûdoglu di van salan da dost û hevgirtî bûn lê, nîşanên gêreya van du rayedarên AKP`ê vê dawiyê eyan bibûn. AKP`ê heftiya buhurî desthilata kifşkirin û bijartina rayedarên AKP`ê yên deveran jê istand. Di navbera Erdogan û Dawûdoglu da l iser destpêkirina muzakireya ligel PKK`ê jî nakokî hebû.

Çavdêr balê dikişînin ser reftar û helwestên van du rayedarên Tirkiyê jî û dibêjin ku Dawûdoglu rewşenbîrek e ku li paşxana xwe dîplomat û wezîrê karên derve yê Tirkiyê bûye û li bara siyaseta derve û têroiya siyasî ya Tirkiyê da çend kitêb nivîsîne. Ji hêla din va Erdogan şaredarê berê yê Istenbolê û fotbolîstê berê ye û analîzor dibêjin ku meyla wî her ku diçe bo qahîmkirina xîmên desthilata wî zêdetir dibe.

Bi giştî mirov dikare bêje ku medyayên rojavayî li raporên xwe Dawûdoglu wek kesekî navînrê û nerm anegorî kesayetiyên din ên hizbî dan nasandinê û bi awayekî sergirtî Erdogan jî mirovekî bilindfirr û tundrê dan nasandin.