Rojeva Tirkiyê alozî û guherînên nava AKP`ê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i219970-rojeva_tirkiyê_alozî_û_guherînên_nava_akp_ê_ye
Serokwezîrê Tirkîyê Ehmed Dawûdoglu biryar da ku di 22 Gulanê de dev ji erka xwe berde. Bi biryarê siyaseta Tirkyê hejiya. Partiyên muxalif çûna Ehmed Dawûdoglu bi serokatiya Erdogani ve girê didin. AKP`ê jî ev biryar wekî guhertina nobedariyê nirxand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 06, 2016 08:26 Asia/Tehran
  • Rojeva Tirkiyê alozî û guherînên nava AKP`ê ye

Serokwezîrê Tirkîyê Ehmed Dawûdoglu biryar da ku di 22 Gulanê de dev ji erka xwe berde. Bi biryarê siyaseta Tirkyê hejiya. Partiyên muxalif çûna Ehmed Dawûdoglu bi serokatiya Erdogani ve girê didin. AKP`ê jî ev biryar wekî guhertina nobedariyê nirxand.

Nakokiyên di navbera Ehmed Dawûdoglu serokwezîrê Tirkiyê û Receb Teyîb Erdogan serokomarê vî welatî da piştî ku çavdêrên siyasî bi caran ser vê mijarê sekinîn û siyasetmedarên AKP`ê jî bi caran ev yeka ret kiribûn van rojana aşkira bûne û li her derûdoreke siyasî behsa vê yekê tê kirin.

Nakokî wê demê gurr bûn ku Civata Navendî ya AKP`ê hin desthilatên serokwezîri ku di serdema serokwezîrtiya Erdogani da dabûn vê dezgehê istandin. Bi dû vê biryara Civata Navendî ya AKP`ê alozî li nav AKP`ê gurr bû û Ehmed Dawûdoglu fermana civîna awarte ya desteya wezîran da û ev qeyrana li axavtina wî di dema civîna fraksyona AKP`ê li parlimana Tirkiyê da tam eyan bû. Piştî axavtina tund a Dawûdoxlu di vê civînê da, duh Erdogani li koşka serokomartiyê civîneke girîng a sietek û 40 deqîqeyî ligel Dawûdoglu pêk anî ku her çend li pişt deriyên girêdayî bû lê, pêvajo alûgurên mezin di nava AKP`ê da nîşan dide.

Di vê navberê da hizbên muxalifetê yên Tirkiyê îdia dikin ku Ehmed Dawûdoglu bi fişara serokkomar Recep Teyîb Erdogan, Davutoglu dev ji erka xwe berda ye û çûna Dawûdoglu wekî girîngtirîn gav ji bo danîna pergala serokatiyê dinirxîne. CHP`ê diyar kir ku serokkomar Erdogan têkilî nava AKP`ê dibe û bi vê yekê destûrê binpê dike.

Parlamenterê CHP`ê Ozkan Yalim di vî warî da got: "Pêwist dike ku bi erka serokkomariyê Tirkiyê bi awayekî durist û bêalî bi rêve bibe, lê ew çi dike? Him wezîr û him jî serokwezîrê partiya desthilatdar AKP`ê, kontrol dike û bi rêve dibe. Ev yek binpêkirina destûrê ye.”

HDP`ê jî dibêje bi daxwaza serokkomar Erdogani ku li serokwezîrekî wiha digere ku her serê xwe li ber wî bitewîne, Ehmed Dawûdoglu dev ji erka xwe berdaye û vê yekê jî wekî darbeyekê dinirxîne. HDP`ê her wiha destnîşan kir ku serokwezîriya tu kesî demdirêj namîne ku heta mesela kurdan ya li Tirkiyê çareser neke.

Parlamenterê HDP`ê, Behçet Yildirim jî got: "Yek ji giringtirîn sedemên vê aloziya siyasî pirsgirêka kurdan li Tirkiyê ye. Êdî helwest û polîtîkayên têkildarî vê meseleyê dê tundtir û radîkaltir bibin. Lê ev biryar dê wan jî rizgar neke. Jinavçûyînê dest pê kiriye. "

AKP`ê îdiayên muxalefetê bicî nabîne û diyar dike ku çûyîna Ehmed Dawûdoglu tiştekî asayî ye di siyasetê de. Parlamenterê AKP`ê Mehmet Metiner jî di vê barê de diyar kir: "Em ne di nava tu metirsî û aciziyê de ne. Em li holê kêşeyekê nabînin. Eva guhertineke nobedariyê ye. Qeyranek li holê nîne. Di nava partiyê de alozî tineye."

Li aliyê din, muxalefet îdia dike ku di kongreya awarte ya AKP`ê ya 22ê Gulanê de ne bi tenê serokê giştî, serokwezîr jî dê were hilbijartin û dibêje ev prosesa kongreyê dê bibe sedema qeyranên kûr yên aborî û siyasî.