Siyaseta kêşesaziyê ya Amerîka dijî Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i219490-siyaseta_kêşesaziyê_ya_amerîka_dijî_Îranê
Piştî derbasbûna 3 mehan ji îmzabûna rêketina navokî di navbera Îranê û grûpa 5+1 Amerîka dîsa hema dîsa dest bi siyasetên xwe yên dijî Îranê kiriye û hela helayan dijî Îranê birê dixwîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 01, 2016 14:34 Asia/Tehran
  • Siyaseta kêşesaziyê ya Amerîka dijî Îranê

Piştî derbasbûna 3 mehan ji îmzabûna rêketina navokî di navbera Îranê û grûpa 5+1 Amerîka dîsa hema dîsa dest bi siyasetên xwe yên dijî Îranê kiriye û hela helayan dijî Îranê birê dixwîne.

Siyaseta tirsandina welatên cîhanê ji Îranê yek ji wan siyasetane ku Amerîka hertim dijî Îranê digêre.bona van hela helayên dijî Îranê hertim parvekirinek di nav sîstema îdarî ya Amerîka da heye û carna sîstema wezareta karên derve yê Amerîka van siyasetên dijî Îranê îcra dike û carna jî kongera vî welatî vê siyaseta kirêt didomîne.

Liv û tevgera nû ya vê cure kêşesaziyê dijî Îranê eva ye ku Rendî Forbês nûnerê komarîxwaz ê Virginiayê pêşnivîsa biryarnaeyeke dijî Têhranê daye Kongera Amerîka.

Li gor vê pêşniyara biryarnamê ku eger bê û li parlemana Amerîka bê pejirandin, ew wisa dihesibînin ku hizûra eskerî ya Îranê li Kendava Farsê wekî gefek tê hesibandinê.

Gor rapora navenda agehdarî gihandina parlemana Amerîka , li vê pêşniyar qanûnê ji Îranê bi hegera xwedê bergiravî '' berçavnegirtina qayde û qirarên navnetewî yên deryayî û berçav negirtina qayde û qirarên Rêxistina Netewên Yekgirtî'' rexne bûye.

Amerîka bona vê îdiaya xwe jî çend belge eşkera kirine ku hema gor van belgeyan jî Amerîka tu heq û mafek tune ku dijî Îranê biryarnaman derxwîne.

Ev belgeyane jî evnane. meşqa hêzên behrî yên îranê li 1500 yardiya gemiya eskerî yaTiromene Amerîka li Kanûna sala 2015, firîna firokên Îranê li ser vê gemiyê li Janviya sala 2016 û girtina du amerîkiyan ku pê gemiyekê û bi curekî neqanûnî ketibûne nav avên Îranê .

Niha Amerîka ev babetane kirine mihane ji bo viya ku dijî Îranê biryarnaman derxwîne û dijî Îranê teblîq bike û welatên cîhanê ji Îranê bitirsîne.

Li vê pêşnivîs qanûna dijî Îranê ji Îranê wekî gefek dijî Amerîka hatiye navbirin û ji dewleta vî welatî hatiye xwestin ku bersivekî qahîm bide Îranê.

Helbet hemû dizanin ku Amerîka pê van cure helahelayên dijî Îranê li dû pêşbirina hhedef û armancên xwe digere ku yek ji wan tirsandina welatên navçê ji Îranê ye û hedefa dudyan jî evaye ku bi vê mihanê çek û sîlahên xwe bifroşe welatên derûdora Kendava Farsê.

Amerîka li halekê van siyasetên xwe yên dijî Îranê digerîne ku hizûra Amerîka li navçê bi xwe bona ewlehiya welatên navçê wekî gefekê tê hisab.

Amerîka tenê bi vê îdiayê teblîqatên dijî Îranê nadomîne belkî bi mihanên cur bi cur Amerîka dest bi propagandetyên dijî Îranê dike.

Yek ji wan îdiayên dine pûç evaye ku Koşka sipî bi mihana binpê kirina heq û mafê mirov li Îranê dîsa jî vê hedefa xwe ya dijî Îranê didomîne.

Bi mihana terorîzmê jî dijî Îranê teblîq dike û heta hema bi vê mihanê det bi ser mal û daratiya Îranê dike.

mesela eşkera li vê navberê evaye ku Amerîka bi xwe ku heq û mafê mirov bin pê dike û azadiyên medenî ji xelkê xwe digre û hema Amerîka ku piştevaniya çek û sîlahî û abûrî dide grûpên terorîstî qet nikare welatên wekî Îranê tawanbar bike.

Amerîkka hertim ji Rejîma Siyonîstî ku her cure cinayetekê dijî xelkê bê berevane Filistînê dike û jin û zarokan dikuje piştevaniyê dike û piştevaniyên abûrî û çek û sîlahî dide vî rejîmî û Telavîvê şirîkê xwe yê isteratijîk li navça rojhilata navîn dizane qet heqê wî tune dijî welatên cîhanê yên wekî Îranê teblîq bike.

Yekî din ji mihanên dine Amerîka dijî Îranê evaye ku dadgeha bilind a Amerîka reyek derxistiye ku gor vê reyî û dengê neqanûnî , Amerîka bona xeramet dayîna bi qurbaniyên teqîna pêgehên eskerên Amerîka li Bêyrûtê li sala 1983 dest bi ser 2 milyard dolar ji daratiya Îranê li derve ji Îranê digire.

Li gor qayde û qirarên navnetewî ew karê Amerîka wekî diziyekî eşkera ye.

Erdeşîr Larîcanî alîkarê saziya dadweriya Îranê li vê barê da got: Dersa herî girîne vî karê Amerîka evaye ku pêwîst e gelê Îranê îdî tu baweriyek bi Amerîka tunebe her wekî ku berê jî ev baweriya tunebû.

Nûnerên meclisa şêwra islamî ya Îranê jî li daxûyaniyekê da ev karê Amerîka ku dest bi ser daratiya Î

ranê girtiye, gefekî micid dijî nezm û dîsîplîna heq û mafên navnetewî dane zanîn û nûneran ragihandin ku vê dosiyê pêyîgîriyê dikin.