Agirbesa li Sûriyê li ber xeterê ye
Stêfan Dî Mîstora şandiyê taybet ê NY bo Sûriyê ragihand ku lihevkirina agirbesa li Sûriyê li ber xetereke mezin e.
Dî Mîstora şandiyê taybet ê NY bo Sûriyê her wiha got: Agirbesa li Sûriyê didome lê, diqewime her demekê têk here.
Dî Mîstora her wiha got ku ji Rûsiye û Amerîkayê û çavdêrên vê rêketinê xwestiye ku jibo vejiyandina agirbesê bikevin dewrê. Agirbesa sist a li Sûriyê ji meha Sibatê va destpê bû lê, ji ber binpêkirina berdewam a wê, diqewime tûşî şikestê bibe.
Li gorî gotina şandiyê NY bo Sûriyê mideha 48 sietên buhurî da ser hev da di her 25 deqîqeyan da welatiyekî sûrî hatiye kuştinê û her 13 deqîeyan carekê jî kesek birîndar bûye.
Di encama êrişên bi hawanê yên têrorîstan ser devern xelknişîn ên Helebê li bakûra rojavaya Sûriyê da, bi dehan welatiyên sûrî hatin kuştinê û birîndar bûn. Di encama wan êrişan da, kes ji wan zarokek li devera Ezemiyê hatin kuştin û 24 kes ji wan 6 zarok û4 jin birîndar bûn ku tê gotin rewşa hinekan xedar e.
Nebîl Erebî serokê giştî yê Yêketiya Ereban dilgiraniya xwe ji ber djwarbûna pevçûnan li Sûriyê nîşan da û li ser pêwîtiya hewldana jibo misogerkirina agirbesê û ewama gîhandina alîkariyan bo deverên qeyranlêketî yên vî welatî anegorî biryarnama 2268 a Konseya Elwehiya NY sekinî. Nebîl Erebî rêçareya siyasî tenha rêbaza pêkan jibo sekinînandina xwînrêtinê û derbaskirina serketî ya qonaxa veguhestina siyasî l ivî welatî zanî.
Stêfan Dî Mîstora nunerê taybet ê NY li karên Sûriyê piştî civîna Civata Elwehiya NY got: Di dewra sêyem a muzakirên aştiya Sûriyê li Jênêvê da hin pêşketin hebûn. Heke agirbes bê berçavgirtin, imkana destpêkirina muzakireyan ji aliyê taximên sûrî va heye û di vê çarçovê da rola Rûsiya û Amerîkayê li warê berçavgirtina agirbesê zef girîng e. Dî Mîstora di vî warî da jî got: Pişkdarên muzakirên aştiya Sûriyê l iJênêvê ser pêkanîna desteya veguhetinê li Sûriyê li hev kirin û biryar e ku ev taxima destûra bingehîn a nû jibo Sûriyê amade bike û paşê rapirsiyê li bara wê bi rê bixe. Bi dû wê, hilbijartin yê li dawiya qonaxa veguhestinê bên lidarxistin.
Di vê gerra gotûbêjan da meseleya çarenûsa Bişar Esed serokomarê Sûriyê û her wiha berbijarên desteya veguhestinê nehatin gengeşekirin. Dî Mîstora li ser girîngiya dewleta nû di çarçova veguhestina siyasî û destûra bingehîn a nû da sekinî. Li bara pişkdariya kurdan li muzakirên aştiya Sûriyê jî hat gotin ku kurdên li Sûriyê, xelkê vî welatî ne û mafê wan ê pişkdariyê û ragihandina raya xwe li Jênêvê hene.
Belgeya ku Dî Mîstora nunerê serokê giştî yê NY li karên Sûriyê amade kiriye li ser muzakireya rasterast a aliyên sûrî disekine. Wî her wiha dil heye komeke karzanên desteyan jibo hilkolandina meseleya veguhestina siyasî di dema navbera her gerra muzakireyan bi kar bîne.