Nêhrîna siyasî ya Hewlêrê li bara alûgorên Dûzxurmatoyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i219007-nêhrîna_siyasî_ya_hewlêrê_li_bara_alûgorên_dûzxurmatoyê
Eva hefteyek bû ku di navbera hêzên gelanî yên Iraqê (Heşda Şebî) li bajarê Dûzxurmatoyê û hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê şer û pevçûn çê bibû û niha birek ji bingehên nûçan ji îmzabûna rêketinnama kukirina şêr di navbera du aliiyan xeber didin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 28, 2016 10:34 Asia/Tehran
  • Nêhrîna siyasî ya Hewlêrê li bara alûgorên Dûzxurmatoyê

Eva hefteyek bû ku di navbera hêzên gelanî yên Iraqê (Heşda Şebî) li bajarê Dûzxurmatoyê û hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê şer û pevçûn çê bibû û niha birek ji bingehên nûçan ji îmzabûna rêketinnama kukirina şêr di navbera du aliiyan xeber didin.

Bajarê Dûzxurmatoyê ku pareke mezin ji xelkê vî bajarî ji şîeyên Turkeman e û ketiye parêzgeha Selahedînê, yêk ji wan bajaran e ku pêra dibêjin navçên kêşe li ser yan dijberî li ser ku eva bi vê menayê ye ku li ser van navçan di navbera dewleta Bexdayê û Hewlêrê neyarî heye.

Ji destpêka vê heftê hêzên pêşmerge bi çek û sîlahên giran li bajarê Dûzxurmatoyê li hemberî hêzên gelanî yên Heşda Şebî ku dibêjin piraniya wan Turkemene vî bajarî bûn sekinîn û li şerê navbera du aliyan çend kes hatine kuştin yan jî birîndar bûn.

Piştî zêdebûna şer û pevçûnan di navbera du aliyan nûnerên Turkeman û nûnerên kurdan li ser masa gotûbêjê rûniştin û li gor rapora ajansa Reutersê her du aliyên iraqî ser vê yekê gihêştine rêketinê ku pêwîst e hêzên çekdar ên her du aliyan ji nav bajêr derkevin.

Şelal Ebdul ji berpirsên xwecî yên bajarê Dûzxurmatoyê got ku li gor rêketina navbera Herêma Kurdistana Iraqê û hêzên Turkeman, berpirsyariya ewlehiya vî bajarî qirar e ku bikeve destê polîsê xwecî.

Hema ji babeta siyasî va jî bajarê Dûzxurmatoyê li cugrafiya bin destê Yeketiya Niştîmaniya Kurdistana Iraqê ye.

Piştî êrişa grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê ser bakûra Iraqê û pêkhatina hêzên gelanî yên vî welatî, peywendiyeke baş di navbera vî hêzî û pêşmergeyên Yetiya Niştîmaniya Kurdistana Iraqê da çê bû lê ev hevkariya ji bo partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê giran bû û PDK ev yeka qebûl nekir û YNK bi şîdet rexne kir.

PDK xebat û têkoşîna Heşda Şebî li bakûra vî welatî û li navçên kêşe li ser gefek ji bo kurdan dizane.

Her li vê çarçêvê de Hîwa Efendî birêveberê îdara IT û istixbarata îdara xwecî ya Herêma Kurdistana Iraqê ku ser bi PDK ye li rûpela xwe ya şexsî ya Facebookê îdia kir; Ji babeta Stratijîk şikesta DAIŞ li nav Iraqê ser qazanca kurdan nîne ji ber ku xetera Heşda Şebî yan hêzên gelanî yên Iraqê zêdetir ji DAIŞ e.

Efendî îdia kir; Serketina şîeyên Iraqê li hemberî DAIŞ bo şîeyên Iraqê gelekê girînge, lê bo kurdan eva li dereceya dudyan cih digire.

Bi berçavgirtina vî karbidest Herêma Kurdistana Iraqê ku ser bi partiya Mesûd Barzanî ye, mirov dikare wisa van rûdawên bajarê Dûzxurmatoyê berçav bigre ku bi rastî ev şer û pevçûnên nav vî bajarî li rastiyê da ji neyariyên navbera Bexda û Hewlêrê çavkanî digre.

Wisa diyar e ku şerê dijî DAIŞ'ê ev mihana xistiye destê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistana Iraqê ku her navçeyek ku ji destê DAIŞ azad dike hema têxe bi desthilata siyasî ya xwe.

Li halê ku artêşa Iraqê û hêzên gelanî yên vî welatî xwe bona operasiyona mezin a azadkirina bajarê Mûsilê navenda parêzgeha Nêynewayê amade dibin, hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê çek û sîlahên xwe yên giran ber bi bajarê Dûzxurmatoyê diben ku eva bi başî nîşan dide ku bona hêzên pêşmege şerê dijî DAIŞ'ê li pileya dudyan da ye.

Ew nêhrîna berpirsên kurd bi berevaniya ji axa ku li bin desthilata wan daye li gor ew siyaseta ku Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistana Iraqê ji bo hêzên pêşmerge mena kirriye li rastiyê da bê xîm û inyate ji ber ku wezîf û pê ispartiya hemû hêzên eskerî yên nav Iraqê, çi artêşa Iraqê, çi jî hêzên pêşmerge û hêzên gelanî yan Heşda Şebî, berevaniya ji hemû axa Iraqê ye û ev nêhrîna Barzanî ku kurd ji axa bin desthilata xwe li hemberî terorîstên DAIŞ'ê berevaniyê bikin dijî Rohê'' Iraqa hevgirtî'' ye.

Aliyê kurde Hrêma Kurdistana Iraqê li halekkê pê nêhrînekî wiha berê xwe didin şerê dijî DAIŞ'ê ku li Hezîrana sala 2014 ku vê grûpa terorîstî êrişî ser Iraqê kir û Mûsil dagîr kirin, heanî derwazeyên Hewlêrê ber bi pş çûn û her ev hêzên gelanî yên şîe û sunî bûn ku gihêştin hawara kurdan û terorîst ji Hewlêrê dûr kirin.

Nêhrîna Barzanî li ser bajarê Dûzxurmatoyê ku bona xêra xwe dixebite bi mena û wateya viyaye ku ewna dijî hêzên gelanî yên Iraqê ne û şerê dijî grûpa terorîstî ya DAIŞ bo PDK li ehmiyeta dudyan daye.

Eva li halekê ye ku hêzên gelanî yên Iraqê yan hêzên Heşda Şebî grûpa terorîstî a DAIŞ'ê wekî dijminekî hevpar bo hemû gelên Iraqê dizanin û qet li siyaseta wan da nîne ku tev hêzên pêşmerge şer bikin.