Berteka Erdogan li hemberî tawanbariya binpêkirina lihevkirina tev PKK
Şer û pevçûn di navbera hêzên dewleta Tirkiyê û endamên Partiya Karkerên Kurdistana Tirkiyê (PKK) hîn bi şidet berdewam dikin.
Vê dawiyê parlemanterekî Partiya Demokratîka Gelan HDP ragihand ku serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bi eşkera lihevkirina navbera dewleta Tirkiyê û PKK bin pê kiriye. Lê belê Erdogan li hemberî vê gotinê berteke tund nîşan da û îdia kir ku ti hevhatinek navbera dewletê û PKK nebûye ku bin pê bike.
Li gor rapora ajansa nûçan a dewleta Tirkiyê Anadolu Newsê, Erdogan duh li parêzgeha Edeneyê li başûra Tirkiyê li axivtinekê de got: Dewleta Tirkiyê ti caran bi grûpa PKK re lihev nekiriye ku wê bin pê bike.
Parlemanterê HDP, Çaglar Demîrel li parlemana Tirkiyê got: Dewleta Tirkiyê û Erdogan lihevkirina Sibata 2015 ya navbera dewleta tirk û PKK xiste bin piyên xwe. Wî herwiha desnîşan kir ku eva ku dewleta Tirkiyê bi hêsanî ji wê lihevkirina ku dibû sedema demezirîna aştiyê li welêt de derbas bû, welat kişandiye nav şer û pevçûnên xwînawîn û bi taluke. Ev gotinan bûn sedem ku Erdogan hebûne lihevkirineke wiha înkar bike û bibêje qet lihevkirineke wiha pêk nehatiye ku binpê bike.
Hêjayî gotinê ye ku dewleta Tirkiyê û PKK ji Kanûna 2012 ve ketibûne nav gotûbêj û muzakireyê ji bo aştî û lihevkirinê, lê belê şerên vê dawiyê wê demê ji Tîrmeha 2015 despê bûn ku piştî êrişa întiharî ya grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li Pirsûsê û kuştina bi dehan ciwanên kurd, balafirên artêşa Tirkiyê dewsa êrişa ser DAIŞ`ê êrişî ser pêgehên PKK li bakûra Iraqê kirin . piştî vê yekê bû ku agirbesta navbera dewleta Tirkiyê û PKK ku du sal û nîvan dom kir têk çû û rejîma Tirkiyê zext û şidetên xwe ser kurdan bi taybetî ser partiya fermî ya HDP ku parlemanterên xwe li parlemana Tirkiyê hene zêde kirin û niha jî rayedarên tirk li ser berdewamiya şêr heya ji navbirina hêzên çekdar ên kurd îsrarê dike. Li vê çarçovê de serokerkanê artêşa Tirkiyê Xulûsî (Hulusi) Akar li ser berdewamiya şerê li dij PKK sekinî û got ku bona berdewamiya vî şerî û bi destxistina hedefên hikûmetê gelek hêz şandine parêzgeha Mêrdînê.
Karzanan berdewmiya şerê artêş û hêzên ewlehiya Tirkiyê li dij PKK li dij berjiwendiyên neteweyî yên demdirêj li Tirkiyê dizanin. Di encama van şer û pevçûnan xênî endamên PKK gelek leşker û hêzên Tirkiyê jî hatine kuştin û bi hezaran kes ji xelkê kurd jî aware û koçberê bajar û gundên din ên Tirkiyê bûne.
Eva bi salan e ku kurdên Tirkiyê ji ber înkar kirina wan êş û zehmetiyan dikişînin û wan bi caran gotine ku bi tenê heqê xwe di nav sînorên Tirkiyê dixwazin.
Karzan dibêjin berdewamiya şêr û dasepandina rewşa krîzdar û bi qeyran li kurdên Tirkiyê siyaseteke şaş e ku ji birêveberî û zêhneyeteke nadirust li welêt de çavkanî digire. Berdewamiya vê rewşê ne tenê ser xêr û kara dewleta Tirkiyê nîne û wê nagihîne hedefên wê, belkî rê ji bo welatên biyanî jî vedike ku xwe tevlî karûbarên Tirkiyê jî bikin.
Hin karzan jî bawer in ku heke şer û pevşûn li Tirkiyê berdewam bikin û dewleta Tirkiyê li vî warî de dev ji şaşitiyên xwe bernede pir muhtemel e agirê vî şerê navçê jî bigire ber xwe. Ji bo vê yekê ew bal dikişînin ser mûşekên ku ji nav axa Sûriyê berdidin nav bajarê Kilîsê ya Tirkiyê ku di encama mûşekbaran vê dawiyê ya vî bajarî ku duh cih hat kesek hate kuştin û 10 kes jî birîndar bûn, li hemberî vê yekê Tirkiye neçar ma bi gullên topxanê besivê bide û axa Sûriyê bêxe ber êrişê.