Eşkerekirina komployên li dijî Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i218626-eşkerekirina_komployên_li_dijî_sûriyê
Wezîrê ragihandinê yê Sûriyê, Erebistan û hin hevpeymanên wê berpirsê lihevxistina agirbesê da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 25, 2016 06:34 Asia/Tehran
  • Eşkerekirina  komployên  li dijî Sûriyê

Wezîrê ragihandinê yê Sûriyê, Erebistan û hin hevpeymanên wê berpirsê lihevxistina agirbesê da zanîn.

Umran Zebî, wezîrê ragihandinê yê Sûriyê got ku Erebistan, Tirkiye û Qeter fermana vegeriyana bo qonaxa berî agirbesê li Sûriyê dane.

Umran Zeibî destnîşan kir ku ya ku terorîst li Sûriyê dikin, nîşana şikesta wan li hember artêşa Sûriyê û di pêvajoya gotûbêja sûrî-sûrî li Jênêvê ye. Hevhatinama agirbesê ji 27 Sibata buhurî bi hevkariya Rûsiyê û Emerîkayê li Sûriyê cih hatiye .

Grûpên terorîstî yên DAIŞ û Cebhetunusreyê li gorî biryarnama konseya ewlehiyê ya Rêxistian Neteweyên Yekbûyî damezrandina agirbesê û beşariya li muazkirên aşitiya Sûriyê li Jênêvê nagire ber xwe .

Eva di rewşekê de ye ku serokê komîteya berevaniyê û ewlehiyê yê parlemana Rûsiyê got ku pêşniyara Emerîakyê bona parvekirina Sûriyê bo navçeyên bin deshilatên cuda cuda nemaqûl e.

Serokê komîteya berevaniyê û ewlehiyê yê parlemana Rûsiyê, Vîktor Ozrov roja yekşemiyê li berteka li hember pêşniyara Emerîkayê got ku nabe Sûriyê bi navçeyên curbicur li bin deshilatên curbicur were parvekirin .

Wezîrê karên derve yê Emerîkayê gotibû ku Waşengtonê pêşniyar daye Moskowayê ku xetek li Sûriyê were resim kirin ku li gor wê, Rûsiye û Emerîka û tu yek ji wê derbas nebin.

Li gorî gotina Can Kêrî, Waşengtonê pêşniyara çavdêriya 24 seatî ser agirbesê bi Rûsiyê xistiye rojevê.

Navendeke rûsî li navenda eskerî ya Hemîma Sûriyê û navendeke emerîkî li Emanê, paytexta Urdinê ser agirbesa Sûriyê çavdêriyê dikin .

Serokê taxima neyarên Sûriyê li nav vî welatî, Îlyan Mesed hişyarî da ku îsrara neyarên li derve yên ku ji aliyê Erebistanê ve tên piştgirî kirin û birlvebirin ser xwestika xwe derheq wêde

çûna Beşar Esed serokkomarê Sûriyê ji ser desthiladariyê, dê bibe sedema parvekirina vî welatî navbera aliyên têkildar .

Êlyan Mesed ku serokatiya koma neyarên navxweyî dike û sekreterê giştî yê partiay kongera neteweyî ye bal kişand ser vê yekê ku Stefan De Mîstura şandiyê taybet ê NY bo Sûriyê mesela serokomariya Beşar Esed hilkolandiye û got: Heke Esed ji ser desthilatê wêde here qawet dê di navbera aliyên têkildar parve bibe û heke ew li hilbijartinê bi ser keve divê serokatiya wî bi fermî nas bikin .

Mesed got ku armanca Riyazê Esed e û taxima neyaran ku li muzakirên aşitiya Sûriyê li Jênêvê beşdarî kirine dixwezin ku van muazkiran şikest bidin .

Li vê çarçêvê nûça îstifaya midehek berî niha ya Munzer Xedam berdevkê hevalbendiya neyarên Sûriyê hevgavê muzakirên Jênêvê jî tim bi awayekî berfireh deng vedaye . Munzer Xedam berdevkê saziya neteweyî ya hevahengiya grûpên xwazyarê guhertinên demokratîk a Sûriyê hegerên îstifaya xwe mijarên curbicur da zanîn û got : Ez ji encamên civîn Riyazê razî nebûm . Kiryara hevakrên min nav partiyê li vê civînê baş nebû û roleke berbiçav li taxima muzakirê ya neyarên sûrî tinebûn û kiryara konseya bilind a muzakirên neyarên sûrî jî ji ber bandora îlaqayên dewletên biyanî bitaybet Erebistan û dewletên erebî sercem baş nebû .

Menzer Xuidamî bicaran ji taxima muzakirekir a hevalbendiya Riyazê xwestibû ku ji daxwaza wêdebirina Beşar Esed serokkomarê Sûriyê ji ser deshilatê dev berdin û dewsa vê xwestekê bi Beşar Esed re li hilbiajrtineke silamet û bin çavdêriya navneteweyî hevrikiyê bikin .

Komîserê bilind a mafên mirovan a NY jî got ku konseya ewlehiyê li bara qeyrana Sûriyê serketî nebûye .

Ziyd Raed El-Huseyn li gotûbêja tev televîzyona Euro Newsê li bara qeyaran sûriyê got :berpirsiyariya taybet ku NY heye hewldana bo kutakirina kêşeyên mîna Sûriyê ye, lê eva ku ev kêşeya zêde ji pênc salan dewam kiriye nîşan dide ku konseya Ewlehiyê li bara vê krîzê şikest xwariye .

Raêd Huseyn bal kişand ser hevcetiya gelê Sûriyê bo alîkariyên navneteweyî û got : piraniay liv û tevegrên bona çareserkirina qeyrana Sûriyê û alîkariya bo gelê vî welatî propagende ye .