Gotûbêjên Zerîf û Kêrî; Gumanên li bara reftarên Amerîkayê
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Can Kêrî gotiye ku Amerîka dê tu berbendekê nedane ser riya bank an şirketên biyanî yên ku bixwazin bazirganiyê tev şirketên îranî ku êdî di bin boykotan da nînin, bikin.
Kêrî roja îniyê, 22`ê nîsana 2016`an, li civîna hevpar ligel wezîrê karên derve yê Îranê, Mihemedcewad Zerîf ji navendên malî xwest ku eger pirseke wan heye, bersiva xwe ji rayedarên amerîkî bixwazin. Wî got: Nabe ku ew bifikirin tişta ku demekê qedexe bû hemam wisa qedexe ye. Her wiha nabe ku ew visa bifikirin ku danûstandina ligel Îranê ku ji bo şirketên amerîkî hema wisa qedexe ye, dê ji bo şirketên biyanî jî qedexe be.
Ev gotinên Kêrî bûne sedema hin pirs û nirxandinên ciyawaz di nava navendên ragihandinê û karzanên siyasî li bara lihevkirina navokî ya Îranê.
Li gorî bawera çavdêran, cihanîna tam û deqîq a lihevkirina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê da babeta herî baş sa selimandina gotinên wezîrê karên derve yê Amerîkayê ye. Belge û şahidî nîşan didin ku Amerîka li ser riya cihanîna Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar astengiyan çê dike û hevpeymanên xwe yên ewropî jî dixe bin zextê ta xwe ji Têhranê dûr bikin. Li gorî van cûre reftarên nepêbawerkirî ye ku wezîrê karên derve yê Îranê hêvî kir ku gotinên Can Kêrî biakre nigeraniya ewropiyan ji siyaset û nêrînên Amerîkayê wêda bide.
Zerîf pêştir li civîneke çapemeniya hevpar ligel berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewroapyê, Fêdêrîka Mogirînî, li sefera wê ya Têhranê gotibû ku pêwîst e gişt alî bi taybet Amerîka sozên xwe ne tenê li ser kaxizê belkê li warê pratîkê cih bînin û berbendên heyî bi taybet li beşa bankdariyê wêda bidin. Rastî ev e ku gelek ji welatên rojavayî di bin zext û bandora Amerîkayê da ne û ji ber van zext û zoran peywendiyên wan ligel Îranê tûşî pirsgirêkê bûye. Marîtje Şak ji rayedarên parlimana Ewroapyê li vê barê gotiye: `Ewropa bûye dîla siyasî ya Amerîkayê. Me sa bidestxistina lihevkirinameyeke navokî gotûbêj kir, lê niha Amerîka berbendan li ser riya cihanîna wê datîne.`
Dewleta Amerîkayê piştî Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar hin mijar xistin erojevê ku armanca wan zexta li ser Îranê ye.
Li vî warî da dîwana bilind a Amerîkayê roja çarşemiyê, 20`ê nîsana 2016`an, piştrast kir ku dadgehên Amerîkayê dikarin li hilkolandina dadxwaziya goriyên xwedêbergiravî sûcên têrorîstî, darayiyên blûkebûyî yên Îranê sa dayîna berdêl anku xerametê bi kar bînin.
Nêrînek li ser gotinên Can Kêrî viya piştrast dike ku Amerîka tevî lihevkirina navokî li dû siyasetên kêşesaz li dijî Îranê ye. Kêrî got ku boykotên mayî yên Amerîkayê li dijî Îranê ji ber ceribandinên mûşekî yên balistîk li vî welatî her viha pêşîneya wê li warê mafên mirovan û piştgiriya ji têrorîsmê, tenha hokara bêmeyliya biyaniyan ji bo danûstandina ligel Îranê bnine; Wî idia kir ku reftarên Îranê bûne sebeb ku bazirgan sa çûyîna bo Îranê bikevin nav şik û gumanan.
Li gorî helwêstên nerênî yên Koşka Sipî li dijî Îranê û şik û gumanên ku li bara reftarên Amerîkayê hene, çavdêr li ser vê bawerê ne ku ev dijwar e ku em biakr bisêwirînin dewleta Obama bixwaze pêngavên pêbawerîçêker ên zêdetir li vî warî da rabike. Ji ber viya divê ji riya peywendî û hevdîtinên dîplomatên derecebilind di asta Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li New York, Jênêv û Viyenê reftarên Amerîkayê bi baldarî bên nirxandin. Çima ku dewama kiryarên xerakirane yên Amerîkayê di vî warî da dikare hin pirsgirêkan li warê cihanîna Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar biafirîne.
Îran û Koma 5+1`ê xwedanê hin hevahengkiran di vî warî da ne û divê di heyama dwra cihanîna Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar ji riya komîteyekê ku bi vê mebestê hatiye damezirandin cihanîna lihevkirina navokî bikeve ber çavdêriyê.
Li vê barê hevdem ligel gotûbêjên Zerîf û Kêrî li New York`ê, li Viyenê jî civîna Îranê û Koma 5+1`ê di asta cîgiran da hat birêxistin.