Riya derketina Iraqê ji kêşe û gêreya siyasî
Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî xwe ji bo cihanîna rêforman li vî welatî sozdar da zanîn û destnîşan kir ku birêxistina civîna parlimana Iraqê di dema herî lez da ji bo erêkirina kabîneya têknokrat anku pispor xwedana girîngiyeke taybet e.
Nivîsgeha serokwezîrtiya Iraqê roja îniyê, 22`ê nîsana 2016`an, li daxuyaniyekê li bara cihanîna rêforman û nasandina kabîneya teze bo parlimanê ragiahnd ku Ebasî soza ku dabû gelê Iraqê cih anî û du lîst ji wezîrên teze li dema ku nûneran dixwestin, raber parlimanê kirin.
Li ser esasa ragiahdina nivîsgeha Heyder Ebadî, dewleta Iraqê li benda civîna parlimanê sa pesendkirina endamên dewleta pêşniyarî ye ta ku wezîrên ûispor biakrin sdaxwazên gelê Iraqê cih bînin.
Rewşa siyasî ya Iraqê hevdem ligel hewildanên Ebadî sa damezirandina dewleta têknokrat derbasî qonaxeke teze bûye. Aloziya rewşa siyasî ya Iraqê heta wê derê pêşda çû ku beşek ji nûnerên parlimanê Selîm Cebûrê serokê parlimana Iraqê ji posta xwe rakriin û bi nîşana nerazîtiya li hemberî wezîrên pêşniyarkirî sa dewleta pispor ra ketine rewşa grevê.
Li heyama ragiahndina lîsta wezîrên dewleta pispor, serokê siyasî yên Iraqê belgenameya rêformên giştalî wajo kirin û nûnerên ku li parlimanê ketibûn rewşa grevê idia kirin ku ev belgenameya li ser esasa parxwaziya siyasî hatiye wajokirin.
Dijberên dewleta niha ya Iraqê ji wan Tevgera Sedrê bi serokatiya Muqteda Serd bibawer in ku `Dewleta parbendî`niakre li hemberî gendeliyê raweste û rêforman pêk bîne. Bi ragihandina belgeya neteweyî û giştalî ya rêforman wezîrên girêdayî bi Muqteda Sedr li dewleta Ebadî ragiahndin ku êdî naxwazin hevkariya dewletê bikin û ji dewletê derketin.
Derketina sê wezîrên Tevgera Sedrê ji dewleta Ebadî û ketina rewşa greva çendrojî ya hejmarek ji nûnerên parlimana Iraqê û dayîna biryarên partîtî ji wan wêdadayîna serokê parlimanê û daxwaza ji bo iostîfaya serokwezîr û serokomarê vî welatî gêreya siyasî li Iraqê zêde kiriye.
Rewşa hestiyar ku Iraqê niha tûşî wê bûye pêwsît dike ku rewşa siyasî ya Iraqê tevlihev nebe û `Yekîtî` nepeniya derbaskirna vê qeyrana siyasî ye.
Dewleta Iraqê, hin pirsgirêkên xwe ji wan şerê li dijî têrorîsma DAIŞ`î, xizmetgihaniya bo awareyan û qeyrana aborî di encama kêmbûna berbiçav a bihaya cîhanî ya niftê bûye û di rewşeke visa da pevçûnên partiyan li ser xêra ti yek ji wan nine.
Rûbirûbûna alî û partiyên siyasî tenê li ser xêra dijminên Iraqê û koam têrorîst a DAIŞ`ê ye ta ku li siya lawaziya siyasî û nakokî û qelaşa di navbera komên iraqî, armanc û berjewendiyên xwe bi dest xinin. Komên iraqî bi nêrîn û siyasetên cûrbicûr li welatekî serbixwe û yekparçe dijîn û gişt hewildabna wa di bin ala `Iraqa hevgirtî` dê pêşeroja vî welatî misoger bikin û riya geşatiya Iraqê xweş bikin.
Hewildanên ji bo pêkanîna xela û valatiya siyasî li Iraqê, li dijî berjewendiyên vî welatî ye û daxwaza gelê Iraqê jî tenê guhertina dewletê ji kabîneyeke `Tenê pêkhatî ji partiyan` bo kabîneyek `Têknokrat anku pispor` e.