Destpêbûna dewra nû ya gotûbêjên aşitiya Yemenê li Kuweytê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i218293-destpêbûna_dewra_nû_ya_gotûbêjên_aşitiya_yemenê_li_kuweytê
Piştî çend hefte gêre û kêşeyan serê axirê gotûbêjên aşitiya Yemenê bona kutahîdana li êrişên 13 mehî yên hevalbendiya erebî bi rêberiya Erebistanê ji êvara pêncşemê ve li Kuweyîtê destpê bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 22, 2016 13:34 Asia/Tehran
  • Destpêbûna dewra nû ya gotûbêjên aşitiya Yemenê li Kuweytê

Piştî çend hefte gêre û kêşeyan serê axirê gotûbêjên aşitiya Yemenê bona kutahîdana li êrişên 13 mehî yên hevalbendiya erebî bi rêberiya Erebistanê ji êvara pêncşemê ve li Kuweyîtê destpê bûn.

Ev gotûbêjane qirar bû li 18 Nîsanê li Kuweytê birê keve lê ji ber nerezamendiya tevgera gelanî ya Ensarullaha Yemenê bona ku Erebistanê agirbes binpê kiribû, ev gotûbêjên aşitiyê paşda ketin.

Agirbesa Yemenê ji 10 Nîsanê di bin çavdêriya Rêxistina Netewên Yekgirtî destpê bû, lê hîn jî her mudehekê carê hevalbendiya di bin çavdêriya Erebistanê vê agirbesê binpê dike.

herwisa saetek piştî destpêbûna gotûbêjên aşitiyê di navbera aliyên yemenî, bingehên nûçan yên vî welatî ragihandin ku dîsa Erebistanê ev agirbesa binpê kir û firokên şerî yên Erebistanê êrişî ser bakûra vî welatî kirin.

Eva li halekê ye ku dewra dine gotûbêjên aşitiyê li Genevayê ji ber ku Erebistanê agirbes binpê kiribû û êrişî ser Yemenê kir, dîsa jî ev gotûbêjane bêyî tu encamek kuta bibû.

Li vî halî li destpêka dewra nû ya gotûbêjên aşitiya Yemenê dinavbera nûnerên Ensarullaha Yemenê û partiya Kongera vî welatî tev nûnerên dewleta destji kar berdayî bi serokatiya Mensûr Hadî li Kuweyîtê , Êsmayîl Weled El-Şêx Ehmed nûnerê sekretirê giştî yê Rêxistina Netewan li karûbarên Yemenê bilî diyarkirina mixabiniya xwe ji ber dûhatên êrişa xwînawî ya Erebistanê ser Yemenê, ji aliyuên şêr xwwest bona bi encam gihêştina van gotûbêjan agirbesê berçav bigirin û hevkariya Rêxistina Netewan bikin.

Êsmayîl Weled El-Şêx Ehmed nûnerê sekretirê giştî yê Rêxistina Netewan li karûbarên Yemenê destnîşan kir; Rêxistina Netewan bona kutahîdana bi aloziya netewan hemû hêza xwe bikar digire û dixebite ku aşitî dinavbera hemû aliyên yemenî birê keve.

Muhemed Ebdulselam berdevkê tevgera gelanî ya Ensarullahê ya Yemenê ragihand ku hedefa bi rê ketina van gotûbêjan eva ye ku Erebistan dest ji destdirêjiyên xwe ser axa Yemenê berde.

Taxima tevgera gelanî ya Ensarullahê û partiya kongera neteweyî ya Yemenê bona beşdariya li gotûbêjkên aşitiyê bi armnca kutakirina qeyrana vî welatî çû Kuweytê.

Muzakirên aşitiya Yemenê bi armanca çareserkirina qeyrana vî welatî îro li Kuweytê bi beşdariya taximek ji tevgera gelanî ya Ensarullahê û partiya Kongera Neteweyî ya Yemenê destpê dibe .

Her wiha Îsmaîl Weled El-Şêx Ehmed şandiyê taybet ê NY bo Yemenê jî çûye Kuweytê.

Muhemed Ebdulselam berdevkê tevgera gelanî ya Ensarullahê ya Yemenê li gotûbêja xwe ya tev ajansa nûçan a Tesnîmê ji destpêbûna gotûbêjên aşitiya vî welatî li Kuwêyîtê xeber da û got: Ensarullah piştî destpêbûna gotûbêjên rasterast ên siyasî tev aliyê dine Yemenî ji Erebistanê dixwaze ku dest ji êrişên hewayî dijî xelkê Yemenê berde.

Wî bal kişande ser viya ku ev gotûbêjana ji duh pêncşemê li Kuwêyîtê destpê bûye û ragihand ku pêwîst e artêş û hêzên gelanî yên Yemenê hişyar bin û li hember destdirjiyê bertekê nîşan bidin .

Stefan De Carîk berdevkê sekreterê giştî yê NY jî got ku muzakirên yemenî-yemenî li gorî biryarnama 2216`an a NY dê destpê bibe .

Biryar bû muzakirên aliyên têkildarê Yemenê ji roja duşema buhurî destpê bibe , lê tevgera gelanî ya Ensarullahê binpêkirina agirbesê ku ji 10 Nîsana buhurî ve bin çavdêriya NY destpê bibû, protesto kir û muzakire paşde ketin .

Gor raporên belavbûyî ji Yemenê piştî 13 mehan ji ber destdirêjiya hevalbendiya bi serokatiya Erebistanê ser Yemenê ji 26 Marsa sala 2015 heta niha herî kêm 10 hezar kes hatine kuştin ku para pirtire wan ji xelkê sivîl bûne û sedî 80 ji jêravahiyên Yemenê jî kavil bûne.

Piştî 13 mehên ku ji destdirêjiya Erebistanê ser axa Yemenê derbas dibe, hîn jî Ensarullaha vî welatî û hêzên gelanî pişka serekeye vî welatî ji wan Sena paytexta Yemenê xistine kuntirola xwe û siyaseta Erebistanê ku dixebite Mensûr hadî serokkomarê reviyayî û dewleta wî carek din bîne ser kar, bê encam maye.

Pê berçavgirtina vê yekê ku heta niha gotûbêjên navbera aliyên Yemenî pêşketinekê kêm jî hebûye hêvî tê kirin ku aliyên gotûbêjê pê dayîna par û pişkan bi hevdu mijarê bona kutahîdana bi kirîza vî welatî amade bikin lê terseyî vê geşbîniyê hêtimala her cure rûdawekê li bara rewşa Yemenê heye.