Berdewamiya hewldanên dijberên sûrî ji bo astengkirina muzakireyên Cenevrayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i217939-berdewamiya_hewldanên_dijberên_sûrî_ji_bo_astengkirina_muzakireyên_cenevrayê
Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsyayê got: Amerîka û dijberên sûrî hewldidin ku muzakireyên aştiyê li Cenevrayê asteng bikin da ku ti encam û netîceyek ji van muzakireyan neyên standin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 19, 2016 16:40 Asia/Tehran
  • Berdewamiya hewldanên dijberên sûrî ji bo astengkirina muzakireyên Cenevrayê

Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsyayê got: Amerîka û dijberên sûrî hewldidin ku muzakireyên aştiyê li Cenevrayê asteng bikin da ku ti encam û netîceyek ji van muzakireyan neyên standin.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Riyabekov bal kişand ser hewldana terorîstan li parêzgeha Helebê li dij hikûmeta Sûriyê û Amerîka û dijberên sûrî yên beşdarê muzakireyan jî tawanbar kirin ku dixebitin muzakireyên Cenevrayê bê encam bikin û got: Amerîka û hin grûpên dijberên şekdar ên sûrî hîn jî liv û tevgerên xwe yên bi tehrîk û provaksiyon berdewam dikin.

Li rewşa ku li gorî li hevkirina Rûsyayê û Amerîkayê agirbest li Sûriyê hate bikaranîn eva du hefte ne ku grûpên terorîst û heta dijberên sûrî yên çekdar ku welatên rojavayê û Tirkiyê navê dijberên nerm li wan kirine li başûra Helebê û bakûra parêzgeha Hemayê êrişên giran li dij hêzên Sûriyê despê kirine û welatên navçê yên wekî Tirkiye û Erebistan û Qeter jî alîkariya wan dikin û heta Tirkiyê jî bajarên Sûriyê kirine hedefa mûşek û topxana xwe û welatên rojavayê jî çek û sîlahan ji terorîstan dişînin çawa ku kovara berevanî û parastinê ya îngilîzî `Jane's Defense Weekly` nivîsiye Amerîkayê bareke zêde ji 3000 tonî çek û sîlah ji dijberên sûrî yên çekdar re şandiye.

Eva di rewşekê de ye ku li bara alûgor û guhertinên herî dawiyê yên siyasî li Sûriyê , nûçeyên herî dawiyê eva ye ku taxima dijberên sûrî ku sefera Cenevrayê kiriye, li muzakireyên aştiyê beşdarî nekir û hin nûçe jî belav bûne ku dijberan xwestine ku muzakire paşda bikevin.

Nûnerê sekreterê giştî yê Rêxistina Netwên Yekbûyî (NY) li karûbarên Sûriyê Stefan De Mîstora ku bona muzaakireyan li Cenevrayê ye li bara guhertinên herî dawiyê yên muzakireyan got: Li ser wateya `Guestina Siyasî` di navbera dijberên sûrî û hikûmeta Sûriyê de dijberî derketiye, dijber li ser pêkhatina Deteya Guhestinê îsrarê dike, lê hikûmeta Sûriyê li ser pêkhatina `Dewleta ku gişt aliyan temsîl bike` disekine.

De Mîstora got: Dijberan muzakireya xwe paşda avêtine lê li Cenevrayê mane û diqewme ew ê muzakireyên xwe bi aliyên navcîkar re berdewam bikin.

De Mîstora bal kişand ser daxwaza dijberan ji bo paşdaxistina muzakireyan û got: Piştî 5 salan şer û pevçûnê li Sûriyê, divê kes hêvîdar nebe ku mesela Guhestina Siyasî li hefteyekê safî bibe û despê bike.

Nûnerê sekreterê giştî yê Rêxistina Netwên Yekbûyî (NY) li karûbarên Sûriyê li bara agirbestê jî got: Agirbest hîn berdewam dike, lê li hin deverên Sûriyê şer û pevçûn çê bûne. li vî halî wê negot ku yek ji welatên ku agirbestê bi eşkera binpê dike Tirkiye ye.

Li vê navberê de serokê taxima hikûmeta Sûriyê li muzakireya Cenevrayê desnîşan kir ku ti caran ser qeder û çarenivîsa serokkomarê Sûriyê Beşar Esed muzakire nakin.

Serokê taxima hikûmeta Sûriyê li muzakireya Cenevrayê Beşar El Ceferî di nav nûçegihanan de got: Hedefa birêxistina muzakireyên Cenevrayê pêkanîna Dewletekê bi beşdariya dijberan û serokatiya Beşar Esed e ku gişt aliyan temsîl bike. li vî halî de wî got ku çarenivîs û qedera Beşar Esed ti caran meseleyek nebûye ku muzakire ser wê were kirin.

Berî viya jî taxima dewletê gotibû ku Desteya Guhestinê napejirîne û bi tenê li ser pêkanîna `Dewleta Yekitiya Netewyî` ku gişt aliyan temsîl bike muzakire dike . Li vê navberê de eşkera bû ku dijberî û nakokî ketiya navbera grûpên dijber ên sûrî . Çawa ku îstîfakirina berdevkê Hevpeymaniya Dijberên Sûrî Munzer Xudam hevdemê pêkhatina dewra sêsiyan a muzakireyên Cenevrayê li nav medyayê deng da.

Munzer Xudam berdevkê `Teşkîlata Neteweyî ya Hevahengiya Navbera Grûpên Piştgirê Guhertinên Demokratî a Sûriyê` li hevpeyvîna bi rojnama El Weten a Sûriyê got: hefteyekê berî endametiya di nav `Teşkîlata Neteweyî ya Hevahengiya Navbera Grûpên Piştgirê Guhertinên Demokratî a Sûriyê` îstîfa kiriye.

Wî got ku meselên curbicur bûn sedem ku îstîfa bikim, encamên rûniştina Riyazê ya grûpên ku Erebistan piştgiriya wan dike, ewa nebûn ku me dixwest, kar û kiryarên hevpartiyên me li wê rûniştinê baş nebûn û bandora wê rûniştinê ser muzakireyan erênî nebû, herwiha kar û kiryara Konseya Bilind a Muzakireya muxalifan jî baş nebû.

Munzer Xudam berî viya ji dijberan xwestibû ku dev ji wêdaçûna Beşar Esed berdin û dewsa viya li hilbijartineke saxlem li bin çavdêriya Navneteweyî teb wî bikevin nav rikeberiyê.

Munzer Xudam gotibû ku heke dijber li ser pêkhatina dewleta veguhestinê û guhertina qanûna bingehîn bisekinin diqewme bigihêjin encamê, lê heke ew li ser wêdaçûna esed îsrarê bikin ti pêşketinekê bidest naxin.