Civîna bê encam a OPEC`ê li Duhayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i217786-civîna_bê_encam_a_opec_ê_li_duhayê
Dijberiyên Erebistana Siûdî gotûbêjên Duhayê li bara niftê ji bo rawestandina zêdekirina berhemanîna niftê tûşî şikestê anî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 18, 2016 13:29 Asia/Tehran
  • Civîna bê encam a OPEC`ê li Duhayê

Dijberiyên Erebistana Siûdî gotûbêjên Duhayê li bara niftê ji bo rawestandina zêdekirina berhemanîna niftê tûşî şikestê anî.

Civîna hevpar li bara dagirtina berhemanîna niftê di navbera berhemênerên saziya Welatên Bifiroşê Niftê nasyar bi OPEC`ê û yên derveyî vê saziyê ku duh yekşemiyê, 17`ê nîsana 2016`an, li Duhayê hat birêxistin, bê encam bi dawî hat.

Elêksandir Nowak, wezîrê ênêrjiyê yê Rûsiyê piştî bidawîhatina civîna Duhayê, got: `Me difikirî ku gotûbêjên Duhayê bi armanca wajokirina lihevkirinê bi rê dikeve û em bi pêşbîniya viya ku gişt alî vê lihevkirinê wajo dikin hatibûn Duhayê.`

Nowakî got: Ev lihevkirina ji dawê çû, ji ber ku Erebistana Siûdî xwest ku Îran jî beşdarî vê prosê bibe.

Wî ev daxwaza Riyazê `Neberaqil` da zanîn, çima ku Têhran beşdarî vê civînê nebûbû.

Wezîrê niftê yê Îranê, Bîjen Namdar Zengine berî vê civînê destnîşan kiribû ku li gorî bidawîhatina boykotan, Îran dê zêdekirina berhemanîn û derfirotina xwe bidomîne û demekê dê tevlî plana rawestandina zêdekirina berhemanîna niftê bibe ku biakre berhemanîna xwe vegerîne asta çar miliyon bermîl di rojê da.

rayedarên Erebistanê berî civîna Duhayê gotibûn ku bêyî Îranê dê ti lihevkirnekê wajo nekin . Ev girr û rika li halekî ye ku Erebistan zêdetir ji par û pişka xwe niftê berhem tîne û dişîne bazarên cîhanê û bi dewama vê siyasetê şoka raberkirina zêdetir ji daxwazê li bazara niftê xistiye. rayedarên Erebistanê pêştir gotibûn ku dê bala xwe nedin kêmbûna bihayê niftê heta eger bihayê niftê bigihêje bin bîst dolar li her bermîlê.

Pêgiriya li ser dewamam vê pêvajoyê nîşan dide ku kêmbûna bihayê niftê li bazarên cîhanî miajrek li ser esasa pêşzemîneyên siyasî ye.

Siyaseta Erebistanê ji bo berhemênerên niftê li nav OPEC`ê û derveyî OPEC`ê heta niha gelek pirr xerc bûye; Lê pirs ev e ku serketî û baydayiyên vê ketina tund a bihayê niftê di dawî da kîjan welat in û çarenivîseke bi çi rengî li benda Zêra Reş li bazarên cîhanê ye?

Wer xuya dike ku yek ji baydayiyên sereke ji ber vegeriyana

Îranê, welatên endamê Konseya Hevkariya Kendava Farsê ne. Çima mku bi rakirina boykotên niftî ji ser îranê ev welatana beşek ji bazara demkî ku dewsa Îranê bi dest xistibûn, ji dest didin. Ev li halekî ye ku Îranê xwedanê zixîreyên mezin ên nift û gazê ye û zixîreyên nifta Îranê ku dikarin bigihêjin hasilê heta 160 miliyar bermîlî zêde bûye û ev mafê Îranê ye ku hevsengê derfetên xwe hizûra xwe li bazara niftê hebe.

Şirovekar dibêjin ku kêmbûna bihayê niftê derbe li abora Rûsiyê jî xistiye tevî ku ev welata endamê OPEC`ê nine, ji ber ku nîva derhatên welêt ji riya firotina niftê dabîn dibin.

Vênêzuela jî berhemênerek din e ku zêdetir ji her endamekî din li nav OPEC`ê hewcedarê zêdebûna bihayê niftê ye. Bihayên cîhanî yên niftê ji derdora du salan berî viya li pey raberkirina zêde û kêmbûna daxwazê nêzikî ji sedî 70`ê ketiye.

Niha zêdetir ji salekê ye ku OPEC`ê bi israr û pêgiriya Erebistanê biryar daye ku ji bo anîna zextê li ser welatên berhemênerên niftê yên derveyî OPEC`êbi taybet berhemênerên nifta Şîlê li Amerîkayê (Derxistina niftê ji nav kevirên Şîlê), asta berhemanîna xwe kêm neke. Saziya Welatên Bifiroşê Niftê li civîna xwe li mijdara sala 2014`an asta jorîn a berhemanîna xwe ya rojane bêyî ti guhertinekê li asta sî miliyon bermîl niftê di rojê da dagirt. Lê li gorî rewşa niha ya bazara niftê, bêencambûna civîna Duhayê saba berhemênerên OPEC`ê û yên derveyî OPEC`ê bûyereke bi tehlûke ye. Ev li halekî ye ku li hemberî baydayiyên kêmbûna bihayê niftê, hinek serketî jî ketine rêzê û ewna welatên bikarênerên mezin wek Çîn û Japonê ne ku ji kêmbûna bihayê niftê û lîstika siyasî ya Erebistanê bi rê xistiye, sûdê werdigirin.