Hişyarîdayîna li bara dewama kirîza siyasî li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i217528-hişyarîdayîna_li_bara_dewama_kirîza_siyasî_li_iraqê
Piştî zêdebûna neyariya navbera aliyên siyasî li nav Iraqê, Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê û Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî ji aliyên siyasî xwestin ku reformên siyasî li vî welatî qebûl bikin û xwe ji her cure par û pişk xwestinek biparêzin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 16, 2016 16:55 Asia/Tehran
  • Hişyarîdayîna li bara dewama kirîza siyasî li Iraqê

Piştî zêdebûna neyariya navbera aliyên siyasî li nav Iraqê, Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê û Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî ji aliyên siyasî xwestin ku reformên siyasî li vî welatî qebûl bikin û xwe ji her cure par û pişk xwestinek biparêzin.

Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê li gotinên xwe bilî piştevaniya ji meşa xelkê û nûnerên parlemana vî welatî daxwaza dewama reformên siyasî li vî welatî û dewama sizakirina kesên ku li gendeliyê li vî welatî dest hene kir.

Wî herwisa ji aliyên siyasî xwest ku bi sebr û hedarî pirsgirêkên siyasî çareser bikin.

Piştî dewama kirîza siyasî li nav Iraqê Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî jî got: Ji ber ne wek hevbûna xêr û qazanca aliyên siyasî û ji ber hebûna nêhrînên cuda cuda dinavbera aliyên siyasî Iraq ketiye ber xeterê û ji ber van neyariyên siyasî û ji ber heûna duberekiya heyî reformên nav Iraqê serê xwe nagire.

Kirîza siyasî li nav Iraqê ji roja sêşemê û piştî giravgirtina birek ji nûnerên parlemana vî welatî kete qunaxekî nû.

Kesên ku li parlemana Iraqê girav girtibûn li pêngava ewilê da reyî û dengên xwe dane ji serkar derxistina serokê parlemana Iraqê û zêde ji 170 nûneran reyî û dengên xwe dane ji ser karderxistina Selîm Cebûrî serokê parlemanê û taxima serokên parlemanê ku birek ji aliyên siyasî jî neyariya xwe digel vê biryara parlemana Iraqê ragihandinn.

Her ji ber vê yekê roja îniyê bi hezaran kes ji xelkê Iraqê bona diyarkirina piştevaniya xwe ji nûnerên parlemana vî welatî li meydana El-Tehrîr a Bexdayê kom bûn û daxwaza îcrabûna tam a reformê û ji ser kar derxistina serokên sêganeye Iraqê yanê serokê parlemanê, serokkomar û serokwezîrê vî welatî kirin.

Wan herwisa daxwaza dewletekî teknokirat bêyî pişk û parên hizbayetiyê kirin.

Ji aliyê dinve Emad Xefacî berdevkê serokê parlemana Iraqê jî bilî neqanûnî zanîna ji ser karderxistina serokê parlemanê û taxima serkayetiya parlemanê got: Hegera bi dawî ketina civîna parlemanê ji ber hegerên ewlehiyê bû.

Nûnerên ku li parlemana iraqê dest bi giravê kiribûn qirar bû ku îro bicivin û serokê parlemanê û du cîgirên wî û taxima serokatiya parlemanê bibjêrin lê neyarên vê pêngavê ev xebata neqanûnî dane zanîn.

Lîsta kurdên parlemana Iraqê pêkhatî ji partiya Demokrat, Yeketiya niştîmaniya Kurdistan Iraqê û Goran li daxûyaniyekê bilî tekîdkirina ser reformên nav wî welatî û xebata dijî gendeliyê , xwestin ku li vê prosê qanûna bingehîn a Iraqê were berçavgirtinê.

Hevçaxî vê daxûyaniyê bereya Bedr jî neyariya xwe digel pêkhatina du parlemanên yên ku neyarê reformanin û yên ku dixwazin reform li nav Iraqê birê kevin ragihand û gotûbêja dîplomatîk tenê riya çareserkirina pirsgirêkên siyasî li nav Iraqê daye zanîn.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê şeva buhurî li peyamekê jibo gelê vî welatî got: Hereketa me jibo cihanîna rêforman û têkoşîna li hemberî gendeliyê di çarçêva berjewendiyên gelê Iraqê da bûye û her cure nakokî û bêtifaqî berovajî armancên çaksaziyan e.Ebadî nakokî û gêreya di navbera parlimanteran da dûrî meseleya çaksaziyên dewletê zanî û got: Nakokî û gêreyên siyasî yên rojevê nayên qebûlkirin ku welêt ber bi aliyekî nediyar va dibin.

Serokwezîrê Iraqê hegera sekinîna rêforman, neyariya parlimanteran li hemberî wan zanî û got: Rewşa niha ya Iraqê rê nade me ku em valatiya siyasî tijî bikin.

Ebadî ji hemî siyasetvanên iraqî xwest ku bihedar bin û rê bidin muzakire pêk bên ta ku hikûmet bikaribe erkên xwe cih bîne û dewlet şêrr îdare bike.

Duh Selîm Cibûrî serokê meclisa Iraqê û 2 alîkarên wî ji ser kêr hatin dûrxistinê û hewl tê dayîn serokwezîrê Iraqê jî bikeve ber istîzahê, bi vî awayî qeyrana siyasî ya Iraqê derbasî qonaxeke nû û lihevaliyayî bûye.