Şiroveyek li ser gotina Erdoxîn a `` Ez dîktator nînim``
Receb Teyîb Erdoxan serokomarê Tirkiyê li axavtinekê li xwe mukur hat ku hin kes li Tirkiyê wî DÎktator bi nav dikin.
Ev gotinên Erdoxani işareta ser hin nêrînên derûdorên siyasî yên navxweyî û derveyî li bara kiryarên wî ji destpêka hikûmeta AKP`ê ne ku heta niha ber bi zêdebûnê ne.
Taybetî jî ku vê dawiyê axavtina Erdoxan li bara hikmê dadgehê li bara rojnamevanên nerazî li hemberî reftara Enqerê li hemberî piştgiriya ji têrorîstên çalak li Sûriyê, bûne sedema nirxandin û rexneyê ji aliyê hin rojnameyên vî welatî. Erdoxan wekî berteka li hemberî biryara dadgehê li bara rojnamevanên Cumhuriyetê ku gotibû `` ez rêzê li biryara dadgehê nagirim`` ku li rojnameyên Birgun û Cumhuriyetê hatibûn çapkirinê, têkildarê vê mijarê ne.
Çavdêr ser vê bawerê ne ku Receb Teyîb Erdoxan serokomarê Tirkiyê berî ku ji ber Dîktator tê binavkirinê gazinda bike û xwe biparêze, divê bersiva vê yekê bide ku di esasê da çima raya giştî ya roja îro ya Tirkiyê bi hêsanî ev mijara qebûl kiriye ku reftara Erdoxîn, wek ya dîktatoran e.
Gotinên Rabêrt Fîsk analîzorê rojnama Indipendentê di vî warî da renge balkêş bin ku wî nivîsîbû, `` Şarlatanên ramangehên amerîkî ku wekî her carê çavkaniyên fermî yên Amerîkayê ji xwe re dikin mînak û modêl, heta Tirkiye wek mînakekê ji bo cîhana ereban piştî hikûmetên dîktatorî dan zanînê.
Rabêrt Fîsk li dewama nivîsara xwe vê yekê dipirse ku gelo welatê ku hela şîdetê dijî kurdên xwe bi kar tîne, jibo dûrketina ji erêkirin û an piştrastkirina qirrkirina Emerniyan di sala 1915`ê da wekî inkarkirekî Holokostê reftarê dike û heta ser riya muhakimekirina kesên ku Hirant Dînk rojnamevanê ermanî di sala 2007`ê da li kolanekî Stenbolê kuştin astengiyan derdêxe, bi rastî neynukek e ku divê cîhana Îslamê wek modêl û mînakekê bera xwe bidê?
Ev rastiyana mînak in ku netenê Rabêrt Fîsk wek analîzorekî biyanî belkî derdorên siyasî yên Tirkiyê jî wan wekî mînak û nîşanên reftarên dîktatorî yên Erdoxîn balê dikişînin ser.
Serkutkirina neraziyên li hemberî xirabkirina Parka Geziyê bi destê hêzên polîs, berteka dezgeha ewlehî û dadweriyê û her wiha AKP`ê wek partiya Erdoxîn li hemberî aşkirabûna dosiya gendeliya malî, guhertina ciyê erkdariya polîsan û derxistina bi sedan kesî ji nav wan, meimûrên ewlehiyê û waliyan û hebûna gumanan li birêxistina hilbijartinên şaredariyan ku di encamê da AKP wek serketî hat nasandin, mînakên piştrastkirina kiryarên dîktatorane ne. Hin derûdorên siyasî yên Tirkiyê ser vê bawerê ne ku fesad û gendelî û bertîlwergirtina li dezgehên rêvebirina welêt bûn sedema serketina AKP`ê bi ji sedî 45`ê dengan li hilbijartinên şaredariyan.
Girêdana carbocarê ya şebeke û medyayên civanî ji wan Fêysbûk û Yotyobê ku wek ``têrorîstên nû`` tên binavkirinê û gefxwarin û girêdana televîzyon û rojnaman bi armanca teslîmgirtin û fermanberkirina wan ku li gorî nêrîna Rabêrt Fîsk, ku serdema Sedam Hisêni bi bîr dixin, beşek din ji gellek mînakan in iaşreta dîktatorzanîna Erdoxîn didin.
Reftara Erdoxîn ya wêdadayîna hevgirtiyên xwe yên berê ji wan Ebdulah Gul serokomarê berê yê Tirkiyê û hilêxistina rexne û buxtanan dijî Fetulah Gulen serokê Tevgera Xizmetê li rex nifûz û bandora dewleta Tirkiyê li navendên dadweriyê û neyariya aşkira ya Erdoxîn li hemberî hin biryarên dadgehên Tirkiyê ku berovajî daxwaza aşkira ya serokomarê vî welatî ne, tu cî û mecalekê jibo ku mirov Erdoxîn wek serokomarê Tirkiyê kesekî Dêmokrat bi nav bike nahêlin.
Heke em derxistina ermeniyan ji malên wan li bajarê Keseb ê Sûriyê bi destê tundrêyên ku dewleta Erdoxani pişta wan digire li babetên jorê zêde bikin, kolêksiyona kiryarên ku bûne sebeb hin derûdorên siyasî Erdoxîn dîktator bi nav bikin, yê bikemile.
Lê li hemberî hemî mînak û belgeyên ku rexnegir û neyarên Erdoxîn li bara reftara dîktatorane ya wî hilêdixin û raber dikin, serokomarê Tirkiyê bi xwe tenê yek hevokî dibêje û ew jî eva ye: Ez ji bilê Xwedê ji kesî natirsim û ez dê gotina heq û rast bêjim.``
Lê beşa derve ya Radyoya Dewleta Holendê di 2`yê Sibata buhurî da ankêtek bi merema bijartina Dîktatorê sala 2015`an li nav rojnamevan, mafnas û pisporên din ên warê mafên mirovan bi rê xist ku di encamê da Ebûbekir Bexdadî di rêza yekem da û Receb Teyîb Erdoxan jî di rêza duyem da cih girtin.