Amerîka û dewama siyaseta çendalî ya tirsandina welatan ji Îranê
Propaganda û helahelaya berfire ya Amerîkayê dijî Îranê, jibo reşkirinê û tirsandina welatan ji Îranê, nîşan dide ku tevî rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê, gef û dijminatiya Amerîkayê dijî Îranê didome.
Aşton Kartêr, wezîrê berevaniya Amerîkayê duh li Navenda Lêkolînên Sitratêjîk û Navnetewî, li bara plana Pêntagonê bo nûjenkirina artêşê got: Amerîka bi pirsgirêkên sitratêjîk ra rûbirû ye. Wî Îran yek ji astengî û pirsgirêkên hanê zanî.
Alîkarê siyasî yê wezareta karên derve ya Amerîkayê jî li axavtineke hevdengê nêrîna weîrê berevaniya Amerîkayê, Îran li warê binpêkirina mafên mirovan tawanbar kir û ji ber ceribandinên mûşekî yên Îranê dilgiraniya xwe nîşan da.
Tpmas Şanon li civîna Komîteya Peywendiyên Derve ya Sênayê got: Muzakireya serkevtî y li bara bernama navokiya Îranê çarçêvek pêk aniye ku em û şirîkên me li Koma 5+1`ê pê wê dikarin armanca hevpar ya piştrastbûna li bara viya ku Îran sîleha navokî bi dest nexe, bişopînin.
Vî rayedarê wezareta karên derve ya Amerîkayê got: Barak Obama serokomarê Amerîkayê amade ye ku qanûna boykotên dijî Îranê li rewşekê ku vê pêngavê têkiliyek bi rêketinama navokî ya ligel vî welatî tinebe dirêj bike. Ev qanûna di dawiya sala 2016`an da bi dawî tê.
Ev gotin nîşan dide ku nêrîna Amerîkayê li bara Îranê û rêketinama navokî ser bingeha çêkirina modêlê ji bo dewama siyaseta qaşo kontrolkirina Îranê wekî gefekê ye. Hegera vê têgiheştinê nirxandineka Amerîkayê li bara rêketinama navokiya Îranê û Koma 5+1`ê ye. Kargêrên dîplomasiya Amerîkayê ser vê bawerê ne ku rêketinama navokî destkevtek û serketinek jibo Amerîkayê ye û jibo Amerîkayê bûye stratêjiyek ku dikare Îranê li warên din da jî kontrol bike. Lê neyarên vê nêrînê li Kongirê û di nava Komaraxwazan da dibêjin ku vê rêketinamê tu xêrek jibo Amerîkayê tineye û divê zext ûzora ser Îranê bê zêdekirin û domandin. Idiayên bi heceta gefbûna mûekên Îranê, idaya piştgiriya Îranê ji têrorîsmê û yan mijara mudaxileya Îranê li welatên navçê ji wan li Yemenê ji wan dew û dozanên Amerîkayê li bara Îranê ne. Ev helwest ûsiyaseta derfetê dide Amerîkayê ta ku siyasetên bikîn û astengîderxistina ser Îranê rewa bide nîşandanê û pîne bike. Mînaka vê nêrîna Amerîkayê li axavtina duh a Caş Êrnêst berdevkê Qesr Sipî dikeve ber çavan ku idia kir çalakiyên Îranê jibo alozkirina aramî û ewlehiya navçê ne.
Amerîka, Fransa û çend welatên din ên rojavayî di heftiyên bhurî da idia kirn ku çend qayiqên hilgirê sîlehan ku ber bi Yemenê diçûn li avên navnetewî zevt kirine. Waşîngton idia dike ku qayiqên hanê têkiliya xwe bi Îranê ra hene. Idiaya têkiliya qayiqên hanê bi Îran û Yemenê ra li halekî dikeve rojevê ku qayiqên hanê li deverên hatin û çûyîn dizên deryayî û qaçaxçiyên navnetewî yên madeyên hişber û sîlehan hatine girtin.
Rojnama Waşîngton Postê duh li raporekê bal kişande ser idiaya hewldana Îranê bo şandina sîlehan bo Yemenê bi riya qayiqên toqofbûyî û ji zarê karzanekî amerîkî nivîsî ku Waşîngton bi dû bihêzkirina qaşo navînrêyan li Îranê û zext û zora ser Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamiya Îranê ye.
Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî rêberê giranqedir ê Inqilba Islamiya Îranê li axavtina destpêka sala nû ya îranî li koma ziyarekirên tirba imam Riza (S) dema ravekirina siyasetên Amerîkayê bi bîr xist ku di navbera me û Amerîkayê da gellek nakokî hene û divê em van nakokiyana çareser bikin lê, li gorî nêrîna Amerîkayê çareserkirina nakokiyan bi vê wateyê ye ku Komara Islamiya Îranê ji isûl û xetên xwe yên sor derbas be.
Amerîka bi gumana xwe hewl dide boykotên dijî Îranê bidomîne û bi şêwazekê kar bike ku bi berbendên hiqûqî bi riya xizînderiya Amerîkayê, pêşiya ticareta navbera şîrket û bankên mezin bi Îranê ra bigire ku li gorî teybîr rêberê qedirgiran ê Inqilabê ev kiryara Amerîkayê nîşana dijminatiya tam û kûr e.
Lê Îran tu wexta li bara isûlên bingehîn û armancên Inqilabê muzakirê nake û bi berxwedana li hemberî komployên qawetên serdestîxwaz, nîşan daye ku dijmin nikarin Îranê teslîm bigirin û bitewînin.