Devojeniya di navbera Erdogan û Obama da
Neyariyên di navbera Amerîka û Tirkiyê da li ser meselên curbicur ketine qunaxekî nû û serokkomarên her du welatan niha hevdu tawanbar dikin.
Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê li hemberî rexneyên Barak Obama, ew tawanbar kir ku wî gotinên nerast li bara wî gotine.
Obama du rojan berî niha li gotûbêja xwe ya li kêlega konferansa ewlehiya navokî li Waşîngtonê, mixabiniya xwe li bara binpêbûna azadiya rojnamegeriyê li Tirkiyê daye diyarkirin.
Wî got; Erdogan pê soza demokrasiyê gihêştiye desthilatê.
Di mehên vê dûmahîkê da peywendiyên navbera Tirkiyê û Amerîkayê û welatên hevpeymanên vî welatî rastî pirsgirêkên bûne.
Helbet hem Amerîka û hem jî Ewrûpa peywendiyên steratijîk tev Tirkiyê hene.
Tirkiye endamê NATO`yê û hevpeymanê eskerî yê Amerîka û birek ji welatên Ewrûpa yên wekî Ingilîz, Firansa û Alman e.
Pê siyasetên vê dûmahîkê yên ku Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê berçav girtiye bûye sebeb ku li derve û li nav Tirkiyê rastî nerezamendiyên tund were û Amerîka û Ewrûpa ji van cure siyasetên Erdogan rexne bigrin.
Bo nimûne Welatên Ewrpî ji viya ku Tirkiyê penaber şandine nav Ewrûpa gelekê hêrs bûne.
Bona ku Tirkiye rê nede penaberan ku ji nav Tirkiye herin nav axa welatên ewrûpî, Yeketiya Ewrûpa 6 milyard Yoro daye Tirkiyê ku xelkê Ewrûpa vê yekê wekî dayîna bacê bi dewleta Enqerê dizanin.
Ji aliyê dinve ji nezera xelkê Ewrûpa dewleta Tirkiyê û Erdogan serokkomarê vî welatî manê û berbenda ser riya aşitiya Sûriyê dizanin û herwisa dane diyarkirin ku Erdogan hema li paş perdê alîkariya grûpên terorîstî li nav Sûriyê û Ewrûpa dizanin.
Nêhrîna Amerîka jî wisaye û Obama serokkomarê Amerîka li gotinekî ecêb ragihand Tirkiye ku hevpeymanê vî welatî ye, heq û mafê mirov û azadiya axivtinê binpê dike.
Dewleta Tirkiyê li mehên vê dûmahîkê zextûzorên zav anîne ser rojnamevanan.
Erdogan û alîgîrên AKP jî van rojnamevanan tawanbar dikin ku ewna bona lawazkirina ewlehiya netewî ya Tirkiyê dixebitin û ji terorîstan piştevaniyê dikin.
Eva li halekê ye ku neyarên Enqerê bawerin ku dewleta Tirkiyê desngê neyarên xwe bi giranî serkut dike.
Niha cuda ji ev devojeniya navbera Tirkiyê û hevtayên vî welatî li nav Ewrûpa û Amerîka, mesela sereke evaye ku ji nezera bîr û raya giştî qudreta Tirkiyê ji nezera siyasî li cîhanê û li nav vî welatî kêm bûye û vê yekê bona Enqerê pirsgirêk çê kirine.
Li halê ku Erdogan li nav Tirkiyê şerê digel PKK destpê kiriye û rexneyên zav ji Enqerê têne girtin, Ji ber xwetêkeliyên Tirkiyê bo nav karûbarên Sûriyê rexneyên zav ji vî welatî têne girtin.
Niha ji ber rexneyên Amerîka û Obama ji Enqerê wisa diyare ku zextûzorênn ser Tirkiyê pitrir bûne.
Li her hal siyasetên ku Erdogan berçav digire û bitaybet ev siyasetên ku piştî serokkomariyêî digre , bûye sebeb ku neyarên wî çi li nav Tirkiyê û çi jî li derve ji vî welatî zêdetir bibe, Hetanî mudehek berî nniha welatên cînar ji Tirkiyê rexne digirtin û niha rexneyên ji Erdogan û Tirkiyê berfiretir bûye û gihêştiye welatên wekî Amerîka jî.