Şiyana mûşekî ya Îranê nayê gotûbêjkirin
`Şiyana mûşekî ya Îranê mijara ewlehî û parastinê ya welêt e û gotûbêja li ser vê mijarê bi ti awayî nayê qebûlkirin.`
Cîgirê hiqûqî û karên navneteweyî yê wezîrê karê kaêrn derve yê Îranê û endamê taxima gotûbêjkir a navokî ya Îranê, seyd Ebas Iraqçî êvara şemiyê li bernama hevpeyivîna taybet a kanala 2'ê ya têlêvîziyona Îranê her wiha got: Komara Islamî ya Îranê berî cihanîna Bernama Giştalî ya Pêngava Hevpar têsta mûşekî ya Imadê pêk anî û amerîkî û ewropiyan eşkere gotin ku Bernama Giştalî ya Pêngava Hevpar nehatiye binpêkirin.
Lê gotin û kirayrên Amerîkayê nîşan didin ku piştî Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar sênaryoyeke teze di riya astengkirina şiyana parastinê ya Îranê dest pê bûye.
Amerîkayê hewil da ku bi saya hilêxistina vê mijarê li Konseya Ewlehiya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) boykot û gefên teze li ser Îranê bisepîne.
Endamê derecebilind ê taxima gotûbêjkira navokî ya Komara Islamî ya Îranê tevî amajeya bi idiayên amerîkîû hinek ji welaêtn ewropî li bara tista vê dawiyê ya mûşekî ya Îranê got: Wan di vî warî da li Konseya Ewlehiya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî du civîn bi rê xistin, lê negihîştin encamekê û nekarîn li vê barê li dijî Îranê heta daxuyaniyekê bidin.
Konseya Ewlehiya NY derûdora du hefteyên berî niha her wiha îniya buhurî li ser daxwaza Amerîkayê civînek li bara hilkolandina ceribandina mûşeka balistîk a Îranê bi rê xist.
Amerîka û hevpeymanên vî welatî li nameyekê ji bo sêkrêtêrê giştî yê NY ceribandina mûşekên balistîk ên Îranê li dijî biryarnameya 2231`ê ya Konseya Ewlehiya NY dan zanîn û idia kirin ku ceribandinên mûşekên balistîn ên Îranê di vê dawiyê da mûşekin digire ebr xwe ku dikarin çekên navokî bi xwe ra hilgirin.
Iraqçî got: Dema ku ewna ji Konseya Ewlehiya NY bêhêvî bûn, çend şirket yan kesayetî xistine nav lîsta boykotên yekalî.
Wezareta xezanedariya Amerîkayê vê dawiyê navê çend şirketên îranî û biyanî ji ebr piştgiriya ji bernameya mûşekêîn balistîk xistina nav lîsta qaşo reş.
Ev tevger li halekî ne ku Komara Islamî ya Îranê li gorî asta gefan û bi saya berçavgirtina pêwîstiyên parastin ê û mijarên xwe yên sereke, stratijiya xwe ya parastinê li ser esasa pêşîgirtinê amade kiriye. Ev stratijiya tu berbenda xwe ya navneteweyî tine û heta di riya xurtkirina aramî û ewlehiya navçeyê û girtina rê li ber destdirêjî û şerxwaziyên ihtimalî ji aliyê her destdirêjkerekî li navçeyê tê bikaranîn.
Konseya Ewlehiya NY jî li biryarnameya ku piştî Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar pesend kir, eşkere ragihand ku çalakiyên leşkerî yên rewa û asayî ji aliyê Îranê nayên astengkirin. Tişta ku ronî ye tevgerên Amerîkayê li dijî hiqûq û konvansiyonên navneteweyî di warê parastinê ne. Tevî wiya ku li mijara navokî jî Îranê bi caran û di asta herî jorîn da ragihandiye ku ti hewcetiya xwe bi çekên navokî tine û xwe sozdarê soznameya qedexeya berfirehkirina çekên navokî nasyar bi NPT`yê dizane. Li ser vê esasê mûşekên balistîk ên Îranê ji bo birina kumikên navokî nehatine çêkirin.
Ya rast ev e ku Amerîka û hevpeymanên wî piştî cihanîna Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar beşek ji behanexwaziyan ji bo dewama siyaseta tirsandina ji Îranê ji dest dane. Ji ber viya ewna li dû mehneyek teze sa parastin apergala boykotan in, ji ber ku li ser vê bawerê ne ku ji hêla wan va boykot Îranê tenê dihêlin; Li halê ku bêencambûna van tevgeran berî va hatiye selimandin.