Îdiaya dijî Îranê ya wezîrê karên derve yê Behrêyînê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i215425-Îdiaya_dijî_Îranê_ya_wezîrê_karên_derve_yê_behrêyînê
wezîrê karên derve yê Behrêyînê li gotûbêja tev telivîzyona Al-Arebiye, îdia kir ku karbidestên Îranê bi gotinên xwe yên bi tehrîk serwerî û hakimiyeta vî welatî xistine ber pirsê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 01, 2016 14:16 Asia/Tehran
  • Îdiaya dijî Îranê ya wezîrê karên derve yê Behrêyînê

wezîrê karên derve yê Behrêyînê li gotûbêja tev telivîzyona Al-Arebiye, îdia kir ku karbidestên Îranê bi gotinên xwe yên bi tehrîk serwerî û hakimiyeta vî welatî xistine ber pirsê.

Şêyx Xalid Bin Ehmed Alê Xelîfe wezîrê karên derve yê Behrêyînê li gotûbêja tev telivîzyona Al-Arebiye, îdia kir ku karbidestên Îranê bi gotinên xwe yên bi tehrîk serwerî û hakimiyeta vî welatî xistiye ber pirsê li vî halê wî got ku Îran cînarê meye û me bi hevra hevkarî heye .

Ji ber liv û tevgerên birek ji welatên navçê û biyaniyan dijî Îranê, hinek ji welatên navçê bûne darê destê wan û her car îdiayên bê xîm û binyat dijî Îranê tînin ziman .

Eva li halekê ye ku Komara islamî ya Îranê hertim siyasetekî beraqil û mentiqî li hemberî gelên mezlûm ên cîhanê berçav digire û rêz û hurmeta gelan radigire.

Welatên wekî Erebistan û Behrêyînê hertim bona alozkirina navçê û bona lawazkirina cîhana islamê dixebitin û siyasetên wan li çarçîva piştevaniya ji Rejîma Siyonîstî ye.Konseya hevkariya Kendava Farsê û Yeketiya Ereb jî meha bihurî û ser daxwaza Erebistanê bi terorîst binavkirina Hizbullaha Lubnanê hema ev siyaseta Rejîma Siyonîstî domandin.

Siyasetên Erebistanê ku hertim ser şêxnişînên derûdora Kendava Farsê têne tehmîlkirin li dijî xêr û qazanca welatên navçê ye ji ber ku eva dibe sedema şêbûna astengî û berbendan ser riya hevkarî û hevgirtina van welatan .

Ya rast eva ye ku ev cure siyasetên Erebistanê û Behrêyînê qet ser qazanca hevpar a welatên navçê nîne û tenê ser qazanca Rejîma Siyonîstî ye.

Birek ji siyasetmedarên navçê û cîhanê bawerin ku Erebistan ser Konseya Hevkariya Kendava Farsê û Yeketiya Ereb da bi desthilat bûye û wisa bûye ku roja îro welatên erebî yên navçê li çarçova xêr û qazanca Rejîma Siyonîstî dixebitin.

Ji ber van siyasetana ye ku roja îro Filistîn wek mesela sereke ya cîhana islamê ji bîr bûye û li van civînên erebî qet li bara çareserkirina pirsgirêka Filistînê gotûbêj nabe.

Ji ber bê dengiya Erebistanê li hemberî gef û pîlanên Rejîma Siyonîstî heya niha derbên giran li Cîhana Îslam ketine ku eva jî ser qazanca ewlehiya navçê nîne.

Mînakek ji van siyasetên şaş ên Erebistanê êrişa Riyazê ser Yemenê û piştevaniya Erebistanê ji terorîstên nav axa Iraq û Sûriyê ye.

bi berçavgirtina van babetên ku me îşare kir em dikarin bêjin ev îdiayên dijî Îranê ji aliyê wezîrê karên derve yê Behrêyînê ji ber du hegeran têne gotin, yek dewama tirsandina welatan ji Îranê ye ku eva bo Rejîma Siyonîstî ku bi dû xistina duberekî nav cîhana islamê ye û bi dû alozîçêkirina navçê ye wekî mecaleke baş tê hisab û hedefa dudyan jî eva ye ku welatên wekî Behrêyînê bi van îdiayan dil hene serkutkirina xelkê xwe qanûnî nîşan bidin Karbidestên Bêhrêyînê bi behrehgirtina ji vê wezyeta ku Erebistanê çê kiriye dixebite ew siyasetên xwe yên eşîreyî veşêre û her cinayetekê dijî xelkê xwe bike.

Helbet ev îdiayên wezîrê karên derve yê Behrêyînê dijî Îranê tu alîkariyek bi çareserkirina pirsgirêkên vî welatî nake û pirsgirêka vî welatî nebûna gelsalariyê ye ku Behrêyîn vê siyaseta xwe ji Erebistanê fêr bûye.

Mesela ku bo hemûyan eşkera bûye evaye ku Îran qet bo welatên cînar û welatên cîhanê wekî gef û xeteran nîne û hertim alîkariyê dide welatan ku pirsgirêkên wane hundirî çareser bibin .

Ev îdiayên Şêyx Xalid Bin Ehmed Alê Xelîfe wezîrê karên derve yê Behrêyînê bi curekê bona xapandina xwe û bîr û raya xelkê dine.ji ber ku ev welata hovane xelkê serkut dike û dil heye ji van cinayetên ku dike bireve.