12 Ferwerdînê eyda gelsalariyê li dîroka Îrana Îslamî
Îro 12 Ferwerdînê (31 Adarê) roja Komara Îslamî, nimandina rastîn a xwestek û viyana gelê mezin ê Îranê li cihhatina îzeta Îslamî û kivşkirina çarenivîsa gel bi destê gelê mumin û inqliabî bi xwe ye .
12 Ferwerdîna 1358ê, 31 Adara 1979 tomarkirina rûpeleka zêrîn a din ser esmanê geş ê mucahidetên serbixwetîxawzane û azadîxwazane ya dîroka mirovahiyê ye ku dikarin li dîroka hevçerx bêmînak da zanîn.
37 sal berî niha li rojekî wekî îro cure hikûmeta Îranê kete ber reyî û dengê xelkê û sedî 98.2 ji xelkê Îranê daxwaza nizama Komara islamî kirin loma ji îro wekî eyda gelsalariya dîroka Îrana Îslamî tê binavkirin.
Gelê Îranê li yekim rojên serketina inqilaba bi şan û şeref a Îslamî li lebeyka bo îmam û pêşengê xwe bi beşdariya bi zanetî li warê hilbiajrtinê dengê erê dane Komara Îslamî ya Îranê û ji hemen destpêkê ve nîşanî cîhanê dan ku ser çarenivîsa xwe serdest in .
Îmam Xumêyînî (RH) xîmdarê Komara islamî ya Îranê li bara vê rojê kerem kir; 12 Ferwerdînê roja ewilê ye hikûmeta Ella ye '' û her ji ber vê yekê ye ku ev roja li rojhejmêra fermî yê Îranê zindîye.
Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî rêberê mezine inqilabê jî 12 Ferwerdînmehê rojekî bê mînak li dêroka ranê daye zanîn û li vê barê got: Roja Komara islamî rojekî bê mînake li dêroka Îranê ji ber ku bo ewil car piştî dewrana hatina islamê nizamek hate ragihandin ku hem gelanî û û hem jî îlahî bû yanî nizama Komara islamî.
Hesen Rohanî serokkomarê Îranê jî roja 12 Ferwerdîn mehê wekî roja gelsaariyê û islamiyetê daye zanîn.
Hesen Ruhanî serokkomarê Îranê bilî pîrozkirina roja 12 Ferwerdîn û bi bîranîna xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê got: Îmam Xumêyînî (RH) ji destpêka serketina Înqilaba Îslamî ser nivîsîna qanûna bingehîn û nexş û rola reyî û dengên xelkê bona qebûmkirina ''Komara Îslamî'' û îdara karûbarên welêt sekinî.
Serokkomarê Îranê bal kişande ser viya ku eva tiştekî kifş e ku piştî her inqilabekê li her welatek û piştî ku sazî û teşkîlatê welêt biserûber bûn, ray û dengê xelkê vî welatî li bara îdare kirina welêt tê pirskirin û got: Li Komara Îslamî ya Îranê, Îmam Xumêyînî (RH) pê xulqkariya xwe piştî derbasbûna wexteke kêmtir ji du mehan ku ji serketina inqilabê derbas dibû, xelk dewetê ser sandiqên ray û dengan kirin û ji xelkê li bara nizama Komara Îslamî nezer xwest û xelkê jî piştevaniya xwe ji inqilabê û nizama Komara islamî ya Îranê ragihandin.
Ruhanî herwisa bilî pîrozkirina salvegera mîlada Hezreta Fatima Zehra (S), ew xatûna hêja bona jinên civatê û bona jiyana ferdî, malbatî û civakî mînaka herî baş e û got: Roja îro gelek ji jinan li saziyên îcrayî û dewletî dixebitin û gelek girînge ku jin bi parastina hicaba xwe berpirsyariyên xwe yên civakî bibaşî cih tîne.
12 Ferwerdîna 1358ê gelê Îranê bi beşdariya biçarenivîs a xwe li ser sandiqên dengan û uyekim hilbijartinên li dîroka nizama pîroz a Komara Îslamî nîşanî hemî cîhanê da ku dewrana mudaxile û biryardana biyaniyan bo gel derbas bûye û gelê Îranê bixurtî riya Îmam û pêşengê xwe ku hemen rizgarbûna ji serdestiya biyaniyan e, dê bidomîne.
Sazî û partî û şexsiyetên siyasî jî her kîjan pê peyamên cuda û daxûyaniyên cuda saloja 12 Ferwerdîn mehê roja Komara islamî pîrozbahî gotin û ev roja nîşana hevdilî û pişkdariya gelê Îranê li çarenivîsa xwe dane zanîn.
Saziya teblîqata islamî jî li daxûyaniyekê ragihand ku 12 Ferwrdîn mehê roja hevdilî û pişkdariya rastîn a gelê Îranê li diyarkirina çarenivîsa xwe ye.
Partiya Nîdaya Îraniyan jî li daxûyaniyekê bilî rêzgirtina li nizama Komara islamî ragihandiye ku îro roja gehiştina bi geşatiya hemû layî û pêşketinê ye û riya pêşketina gelê Îranê jî pê bi hevra bûn, hevdilî û alîkariya bi hevdu ye.
Gelê Reşîd û wêra yê Îranê îsal jî li sala ku ji aliyê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî wek aboriya berxwedanê, kiryar û xebatê hatiye bi anv kirin hewl dide ku bi hewldana zêdetir bona jordebiria cih û şûna nizama pîroz a Komara Îslamî ya Îranê ber bi qûçên pêşketin û edaletê pêngavên bingehîn û lezgîntir rake û li gihêştina bo armancên Inqilaba Îslamî û qûçên biliond ên îzet û û şerafteê cîhanê mat û heyriyê mezinatiya biyana qahîm û polayî a ewladên xwe yên bixîret bike .