Erebistan sebebkarê xirabbûna bazarên cîhanî yên nifê e
Bihaya kême niftê li bazarên cîhanî bûye sebeb ku derbeyekî giran li abûra wan welatan xwînee ku
Pêşbînî tê kirin ku bihaya niftê li bazarên cîhanî li sala 2016 hema li nîzikî bermîlek 40 dolar bimîne û heta hinek bawerin ku muhtemil e ku bihaya kêmti jî bibe.
Bihaya niftê li bazarên cîhanî ji sala 2014 sedî 75 ji erzişa xwe ji dest daye û bihaya niftê ji her bemîlek 140 dolar gihêştiye nîzikî 30 dolaran.
Banka Société Générale a Fransayê ku yek ji bankên herî mezine Ewrûpa ye li raporeke xwe da ragihandiye eger ji viya pirtir li Amerîka û bazarênn din ên nû, kes niftê nekire, nekirîna niftê her roj dê zêde bibe û eva dibe sebeb ku bazarên cîhanî tijî nift bibe ku eva bi xwe dibe sebeba kêmbûna bihaya her bermîleke nift li cîhanê.
Her eva ku Erebistanê pirtir ji para xwe ya ku OPEC`ê jêra berçav girtiye nift şandiye nav bazarên cîhanê bazarên cîhanî yên niftê rastî pirsgirêkan aniye.
Erebistan û Rûsiyayê ku piştî Amerîka welatên dudyan û sisyanin ji babeta derxistin û firotina niftê ne çend meh berî niha li hev kirin ku niftê zêdetir neşînin nav bazarên cîhanî ta ku bihaya niftê kêm nebe, lê ji wê çaxê şûnda Erebistan hema hîn jî nifteka zav dişîne nav bazarên cîhanî.
Washington Timesê ragihandiye ku ew rêketina niftê ya di navbera Erebistan û Rûsiyayê qet li ser bazara cîhanî ya niftê tesîr nekiriye.
Birek ji karzanên abûrî bawerin her çend Çîn wekî welatekî mezin li babeta kirrîna niftê ye lê ji ber krîza abûrî ku wî welatî heye muhtemel e ku kirîna niftê ji aliyê Çînê jî kêm bibe ku eva jî dê bibe sebeb ku bihaya cîhanî ya niftê hîn jî kêm bibe.
Ji ber kêmbûna bihaya niftê ew kompaniyên ku nifa Shale (Şêyl) dertêxin ji ber pirbiha bûna derxistia vê cure niftê dest ji vî karî berdane.
Navenda lêkolîna abûra navnetewî ya Pêtêrson jî meha bihurî ragihand xetera birin yan dorandinê li bazara cîhanî ya niftê ezintir ji viyaye ku Erebistan hizr dike û pêwîste ku Riyaz li vê barê da mentiqîtir bfikire.
Vê navendê herwisa bal kişandiye ser şaşitiyên siyaseta niftî ya Erebistanê û ragihandiye, şertgirêdana Riyazê li ser rêketina navokî ya dinavbera Îranê û grûpa 5+1 jî karekî axmaxane bû ji e ku pêşbînî dihat kirin ku piştî vê rêktinê, birek ji welatên cîhanê ber bi kirrîna ifta Îranê diçi û eva tiştekî normal bû, ji sala 2012 Îran boykot bûyeû rêetina navokî bûye seeb ku rewşa heyî bê guhartin û niha Îran pirtir ji berê dikeve navbazarên cîhanî yên niftê û weltên cîhanê jî pirtir hez dikin ji Îranê niftê bikirin.
Karbidestên Erebistanêwer difikirîn ku kêmbûna bihaya niftê dê derbê li abûra Îranê xwîne, li halê ku ji ber vê kêmbûna bihaya niftê pirtir ji her welatekê, Erebistan rastî zererê hatiye.
Niha xetera herî mezin ji welatên erebî yên derûdora kendava Farsê bazara aloze niftê ye û gor nêhrîna karzanên abûrî, Erebistan û Kuwêyîtê dê pirtir ji kêmbûna bihaya niftê zererê bikin ji ber ku vanwelatan bi milyardan dolar diravê xwe dane û çek û sîlah kirîne û niha jî rastî kirîza abûrî atine.
Niha eger ev welatêndorhêla Kendava Farsê mentiqî nebin û ji siyasetên şaşe Riyazê peyreviyê bikin, pêwîste li hêviya xeterên zêdeti bin.