Despêbûna jinavçûna DAIŞ`ê bi azadkirina Palmîrayê li Sûriyê
Serkevtina girîng û stratejîk a artêşa Sûriyê li azadkirina bajarê kevnar a Palmîrayê bû sedema qahêm û îstembûna cih û şûna serokkomarê Sûriyê Beşar Esed û ev azadiya ji aliyeke din ve peyameke ji bo cîhanê ku artêşa Sûriyê hêz û qaweta herî yekem e li şerê li dij terorîzma DAIŞ`î.
Serfermanndariya artêşa Sûriyê ragihand: Yekîneyên artêş li derdora rojhilatî ya Humsê bi hevkariya Hêzên Berxwedana Gel û piştgiriya hewayî ya artêşa Sûriyê û Rûsyayê duh karîn cardin ewlehî ş îstiqrarê vegerînin bajarê Palmîrayê (Tedmurê). Palmîra par li meha Gulanê kete destê terorîstên DAIŞ`ê.
Artêşa Sûriyê bi azadkirina bajarê Palmîrayê serkevtineke girîng bi dest xist çûnku ev bajarê kevnar riya navbera deverên navendî, başûrî, rojhilatî û bakûrî li Sûriyê ye.
Ji babeta aborî jî bajarê kevnar yê Palmîrayê jji Sûriyê re pir girîng e çûnku li vê deverê de gelek bîrên niftê û gazê û madenên fosfatê hene. serkevtina artêşa Sûriyê li hemberê terorîstan li Palmîrayê, şikesteke mezin e ji bo terorîstan bi taybetî ji DAIŞ`ê re, çûnku vê grûpa terorîst devereke pir stratejîk ku xwediyê berjiwendiyên zav e ji dest daye.
Dagîrbûna Palmîrayê bi destê DAIŞ`ê û paşê azadkirina vî bajarê kevnar bi destê artêşa Sûriyê lin rewşekê ye ku Hevpeymaniya Navdewletî ya Amerîkayê îdiaya şerê cidî li dij DAIŞ`ê dike, lê ya rast bandora êrişên vê hevpeymaniyê ser şikesta grûpa terorîstî ew qas nîne ku bikeve ber çavan.
Wekî Beşar Esed dibêje, Azadkirina bajarê dîrokî û stratejîk yê Palmîrayê nîşan da ku stratejiya artêşa Sûriyê li hemberî terorîzmê serkevtî bûye, lê Hevpeymaniya Amerîkî ku 60 welat tevlî wê ne li şerê li dij terorîzmê cidî nîne.
Serkevtina çarsaz û qedersaz a artêşa Sûriyê li derxistina grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ji Palmîrayê, bûye sedem ku ev grûpa terorîstî bikeve nav riya jinavçûn û îmhayê, çûnku ev serkevtina bû despêka zêdebûna êriş û operasiyonên zav li dij grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê bi taybetî li mêhwerên Dêrezor, Reqa û yên din û her diçe meydan li ser DAIŞ`ê tengtir dibe.
Serkevtina artêşa Sûriyê ya li Palmîrayê bi derxistina Dêrezorê û Reqayê ji bin destê DAIŞ`ê tê kemilandin çûnku serkevtineke wiha dibe sedema jinavçûna hetimî ya DAIŞ`ê li Sûriyê û heta li Iraqê. Bi azadbûna dever û bajarên hanê li rojhilat û bakûra rojhilatê riya pêwendiya DAIŞ`ê ber bi çol û sehraya Sûriyê li başûra vî welatî qut dibe.
Azadkirina bajarê Palmîrayê xêncî ku bandora xwe ya mezin li şerê meydanî heye, dibe sedem jî cih û şûna Beşar Esed li meydana dîplomasî û siyasetê jî berbiçav û girîng xuya bike . Li vê rewşê de ti aliyek nikare bibêje ku bila Beşar Esed li derveyî gotûbêjên çareseriyê bibe.
Gotûbêja welatên rojavayê bi Beşar Esed re ji bo çareseriya krîza Sûriyê li çarçova jinavbirin û îmhakirina terorîzmê û girtina rê li ber çûyîna terorîstan nav Ewropayê, niha bûye tenê alternatîv û b ijare ji wan re. Çûnkku DAIŞ bi tenê dijminê welatên navçê nîne belkîm ew dijminê yekem yê Ewropayê ye jî.
Teqandina bombeyan li Parîsê paytexta Fransayê û ya vê dawiyê li Brukselê paytexta Belcîkayê nîşan da ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê bi hêsanî li pûaytextên ewropî cih girtiye. Li vê rewşê de tenê riya ku ewropî dikarin pêşiya cinayet û operasiyonên terorîstî yên DAIŞ`ê li Ewropayê bigirin eva ye ku piştgiriya serokkomarê Sûriyê Beşar Esed bikin û bi hevkariya wî DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê ji nav biben.