Memûriyeta kavilker a baylozê Erebistanê li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i214813-memûriyeta_kavilker_a_baylozê_erebistanê_li_iraqê
Baylozê Erebistanê li Iraqê carek din li gotinên xwetêkelkir ragihand ku rewşa bajarê Felûcê li parêzgeha El-Enbarê ji ber birek ji meselên normale nav Iraqê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 27, 2016 16:53 Asia/Tehran
  • Memûriyeta kavilker a baylozê Erebistanê li Iraqê

Baylozê Erebistanê li Iraqê carek din li gotinên xwetêkelkir ragihand ku rewşa bajarê Felûcê li parêzgeha El-Enbarê ji ber birek ji meselên normale nav Iraqê ye.

Samêr El-Sebhan baylozê Erebistanê li Iraqê duh şemiyê li rûpela xwe ya Toytirê îdia kir ku alûgorên nav Felûcê netîca kiryarên normale wan kesane ku li nav Iraqê bi dû xêr û qazanca xwe ya şexsî ne û duberekî, şer û alozî bona viyaye ku kesên din herine qiraxê.

Fêrdûs El-Ewadî endamê hevalbendiya netewî ya Iraqê li parlemana vî welatî îro yêkşemê destnîşan kir, baylozê Erebistanê li Iraqê hemû hêlên sor binpê kirine û pêwîste ku dewleta Iraqê kesekî wiha neêlibe li nav welêt bimîne û jinav Iraqê derxwîne.

Qasim El-Erecî serokê feraksiyona Bedr li parlemana Iraqê jî li hemberî van gotinên xwetêkelkire baylozê Erebistanê li Iraqê li bara rewşa Felûcê got: Hedefa hizûra baylozê Erebistanê li nav axa Iraqê fitne gêrandine û wî tu berpirsyariyekî dîplomatîk tune.

Baylozê Erebistanê li Iraqê pêştir jî li gotinên xwetêkelkir, ragihandibû ku neyariya kurdan û xelkê el-Enabrê li rojavaya Iraqê digel hizûra hêzên gelanî yan Heşda Şebî li vê parêzgehê ji ber viya dabû zanîn ku xelkê Iraqê hejî vê bereyê nae.

Ev gotin û siyasetên ku baylozê Erebistanê li Iraqê tîne ziman pê berçavgirtina vê mudeha kurt ku ew li nav Iraqê ye nîşan dide ku ew hema bi dû xwetêkeliyan karûbarên hundirî yên Iraqê ye û sercem ev gotinên Samêr El-Sebhan ser qazanca du welatan nîne û wisa diyar dike ku ew bi dû alozkirina peywendiyên navbera Riyaz û Bexdayê ye.

Gor ew wezîfe û pê ispartiyaa ku bona her baylozekê hatiye berçav girtin, tê gotin ku wezîfa her baylozek avaye ku peywendiya welatê xwe û welatê ku ew li wê bayloze ber bi geşatiyê bibe û her baylozek pêwîste ku bixebite her du welatan ji nezera dîplomatîk nîzikî hevdu bike lê pê berçavgirtina van gotinên xwetêkelkire baylozê Erebistanê li Iraqê, kes nikare ji wî berevaniyê bike û li dewsa xebatên dîplomatîk ew hema gotinên xwe yên bi xerez tîne ziman ku eva ser qazanca netewî ya gelê Iraqê nîne.

Wisa diyare piştî 25 salan ku carek din baylozxana Erebistanê li Iraqê vebûye, û Samêr El-Sebhan ji 30 Desambra sala 2015 xebata xwe li Iraqê destpê kiriye , li dewsa ku ew bixebite peywendiyên dîplomatîke navbera Riyaz û Bexdayê ber bi ppêş bibe pirtir pê gotinên xwe ew xelkê Iraqê hêrs dike.

Peywendiyên navberaa Iraq û Erebistanê li dewrana Sedam hakimê sernixûnbûyî yê Iraqê û pêştir ji hukmdariya Rejîma Beis evraz û nişîvên xwe yên zav hebûne û hertim du welat wekî du dijminan bûne lê ji sala 2003 ku rewşa siyasî ya Iraqê hate guhartinê mecalekî nû çê bû ta ku du welat bikaribin peywendiyên xwe yên dîplomatîk baştir bikin.

Lê rastî evaye ku ev gotinên xwetêkelkire Samêr El-Sebhan baylozê Erebistanê li Iraqê li dewsa ku bikaribe peywendiyên dîplomatîk dinavbera du welatan da berfiretir bike manê û berbendan li ser riya peywndiyên dîplomatîke navbera Riyaz û Bexdayê çê dike.

Eger qirare ku peywendiyên navbera Erebistanê û Iraqê berfire bibe pêwîste ku Erebistan destan ji nêhrînên xwe yên eşîreyî berde û rêz û hurmeta hakimiyeta netewî û yêkparçetiya axa Iraqê ragire.