Tirkiyê amadetiya endametiya li YE tine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i213397-tirkiyê_amadetiya_endametiya_li_ye_tine
Serokê komîsyona Ewrûpayê, Jan Klod roja pênşemiyê li hevpeyvîna tev rojnama HendLezbatê got ku Tirkiye heya deh salên din jî nikare bibe endamê YE. Muzakirên li bara endametiya Tirkiyê li YE ji sala 2005`an ve destpê bûne .
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 17, 2016 17:10 Asia/Tehran
  • Tirkiyê amadetiya endametiya li YE tine

Serokê komîsyona Ewrûpayê, Jan Klod roja pênşemiyê li hevpeyvîna tev rojnama HendLezbatê got ku Tirkiye heya deh salên din jî nikare bibe endamê YE. Muzakirên li bara endametiya Tirkiyê li YE ji sala 2005`an ve destpê bûne .

Yekitiya Ewrûpayê û Tirkiye bi awayekî nerasterast li hev kirine ku pêvajoya endametî û muzakirên li bara rakrina vîzayê lezgîn bike û Tirkiye jî pêngavên zêdetir bona rawestana li ber qeyrana penaberan rake. Civîna Tirkiyê û Yekitiya Ewrûpayê biryar e rojên pênşemiyê û eyîniyê were lidarxistinê û çavrê ne ku her du alî li bara çareserkirina qeyrana penaberan li hev bikin. Li gorî gotina Yonkerî, Ewrûpa di rojên pêşber de bi Tirkiyê re dê bighêje hevtatineke vebirr û bêveger. Tirkiyê ewiliya Adarê soz da ku bona girtina pêşiya derebasbûna penaberan nav Ewrûpayê, pêngavên zêdetie rake . YE jî berpirsiyar bû ku 6 milyar yoroyî alîkariya aborî bide Enqerê ku li ber qeyrana koçberiyê bisekine. Tirkiyê jî daxwaza lazgînkirina pêvajoya muazkirên rakirina vîzeyê û endametiya li YE kiriye.

Xwestekên Tirkiyê bûne sedem ku rayedarên ewrûpî vî welatî û lihevkirina Ewrûpa û Tirkiyê li bara penaberan rexne bikin .

Serokkomarê Çêkê, Tirkiye tawanbar kir ku bac û bêşê ji YE dixwaze.

Mîloş Zeman serokkomarê Çêkê roja sêşemiyê ji hevhatina Tirkiyê û Yekitiya Ewrûpayê li bara qeyrana penaberan rexne girt û got Tirkiye bona sînordarkirina derbasbûna penaberan nav Yewnanistanê li halê wergirtian bac û bêşê ji Yekitiya Ewrûapyê ye . Li gor gotina wî , pêşniyara ewilî ya Yekitiya Ewrûpayê bo Tirkiyê bona sînordarkirina derbasbûna penaberan li halê wergirtian bac û bêşan ji YE ye . Li gorî gotina wî , pêşniyara ewilî ya YE bo Tirkiyê bo sînordarkirina derbasbûna penaberan sê milyar yoro bû lê Tirkiye şeş milyar yoroyî dixweze . Manoêl Wals serokwezîrê Fransayê jî roja sêşemiyê got ku li hevkariya bi Tirkiyê re li bara penaberan hazir nîne ku bacê bide vî welatî. Serokwezîrê Fransayê got ku li civîna tê ya rayedarên YE û Tirkiyê li Brukselê piştgiriya hevkariya bibandor tev Tirkiyê piştgiriyê dike lê wergirtian bac û bêşê qebûl nake .

Serokwezîra Almanyayê, Engêlla Mêrkêl dayîna 6 milyar yoroyî bo Tirkiyê bona rawestana li ber penaberan dadmendane da znîn û tekez kir ku pêvajoya endametiya Tirkiyê li Yekitiya Ewrûpayê demeke dirij dixweze. Civîna nû ya YE û Tirkiyê pênşemî û îniya vê heftiyê bona derbaskirina vê hevhatinê ji qonaxa dawiyê li Brukselê dê birêve here .

Li gorî reşnivîsa hevhatina Tirkiyê û YE, Enqere divê penaberên dêportkirî ji Yewnanistanê werbigre . Yekitiya Ewrûpayê jî divê li berdêla her penaberê ku tê vegerandinê bo Tirkiyê penaberekî sûrî yê piştrastkirî ji Tirkiyê wergire . Tirkiye dixweze ku xêncî lezgînkirina pêvajoya enadmetiya wî li YE, 6 milyar yoro alîkariya aborî ji vê yekitiyê bistîne . Niha nêzîkî 2 milyon û 700 hezar peanebrên sûrî li Tirkiyê ne . Eva li halekî ye ku bi hezaran kes ji xelkê seranserê Spanyyaê roja çarşemiyê bona protestokirina reşnivîsa hevhatina vê dawiyê navbera YE û Tirkiyê derheq derxistina penaberan xwenîşandan bi rê xistin .