-
ِDezgeha dadweriya Îranê: 4 girtiyan ji ber şewata li girtîgeha Êvînê jiyana xwe ji dest dan
Çirî 16, 2022 12:31Piştî pevçûnên şeva borî di navbera çend girtiyên beşa taybet a diziyê û mehkûmên darayî yên girtîgeha Êvînê û şewata ku li atolyeya dirûtinê ya vê girtîgehê derket, 4 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û 61 girtî jî birîndar bûn.
-
Berteka berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê li hember piştgirîkirina Biden ji aloziyên li Îranê
Çirî 16, 2022 13:28Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, li axavtina xwe bi Serokomarê Amerîkayê re destnîşan kir ku Îran pir şanaz e ku îradeya wê bi destêwerdan û qîrîna siyasetmedarekî westiyayî sist û lawaz bibe û got: Adetên we ew e ku hûn ji avên gemar masiyan bigirin. lê ji bîr mekin, ev der Îran e, axa mêr û jin serbilind in.
-
Serleşker Selamî: Rêvebiriya serhildanên vê dawiyê di destê Amerîkayê de ye
Çirî 16, 2022 09:00Fermandarê Giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê amaje bi aloziyên vê dawiyê yên li Îranê kir û got: Birêvebirina van aloziyan di destê Amerîkayê de ye.
-
Dijberiya Îranê li hember bicihkirina hêzên biyanî li herêma Qafqasyayê
Çirî 16, 2022 08:15Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li peywendiya telefonî ya digel hevtayê xwe yê Azerbaycanê, hebûna hêzên biyanî li Qefqasyayê wek xema hevpar a welatên navçeyê bi nav kir û tekezî li ser dijberiya Îranê li hember bicihkirina her hêzeke biyanî li navçeyê kir.
-
Emîr-Ebdullahiyan: Em berdewamiya hebûna çekdarî ya terorîstan li Kurdistana Iraqê qebûl nakin
Çirî 16, 2022 07:47Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Em berdewamiya hebûna çekdarî ya terorîstan li Kurdistana Iraqê û kiryarên wan ên li dijî ewlehiya Îranê qebûl nakin.
-
Hevxemiya Îranê bo malbatên qurbaniyên teqîna li madenê ya Tirkiyê
Çirî 16, 2022 06:06Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê hevxemiya xwe bi malbatên qurbaniyên teqîna madena komirê ya Tirkiyê re ragihand.
-
Temirandina agirê li zîndana Êvîna Tehranê
Çirî 16, 2022 05:47Navenda Ragihandinê ya Dezgeha Dadweriya Îranê ragihand ku şewata li atolyeya terzîtiyê ya Girtîgeha Êvîn a Tehranê hatiye vemirandin.
-
Emîr-Ebdullahiyan: Îranê ti çek û sîlahek nedane aliyên beşdar di şerê Ukraynayê de
Çirî 15, 2022 16:57Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê li gotûbêja telefonî ya digel wezîrê karên derve yê Portekîzê teqez kir: Komara Îslamî ya Îranê tu çekek û sîlahek ku di şerê Ukraynayê de were bikaranîn nedaye ti aliyekî.
-
Peywendiya telefonî ya Emîr-Ebdullahiyan û berpirsê siyaseta derve ya YE`yê
Çirî 15, 2022 07:09Husên Emîr-Ebdullahiyan, wezîrê karên derve yê Îranê û Josep Borrell, berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) li bara dawîn pêşhatên têkildarî gotûbêjên betalkirina dorpêçan û peywendiyên dualî digel Yekîtiya Ewropayê û mijarên vê dawiyê yên Îranê gotûbêj kirin.
-
Kenanî Çafî: Macron bi gotinên xwe yên destwerdanê qanûnşikên û ajawegêran teşwîq dike
Çirî 14, 2022 17:36Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê gotinên serokomarê Fransayê derbarê alûgorên Îranê wek tawanbarkirina siyasî, destwerdan û handêra binpêkerên qanûnê û ajawegêran da zanîn û şermezar kir.