Beqayî: Bersiva Îranê bo destdirêjîyê berevanîya rewa ye ne texlîdkirina destdirêjîyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i361476-beqayî_bersiva_Îranê_bo_destdirêjîyê_berevanîya_rewa_ye_ne_texlîdkirina_destdirêjîyê
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê tevî rexnekirina çîroksazîya rêkxistinkirî ya medyayî û şerrê derûnî yên Rejîma Siyonîst li himber Îranê, tekez kir: Îranê bo têkbirina destdirêjker pêwîstî bi texlîdkirina rêbazên terorîstî yên dijminên xwe tuneye û dê li qada lîstika wan da cî negire.
(last modified 2026-11-16T14:34:58+00:00 )
Tesrîn 16, 2026 17:30 Asia/Tehran
  • Beqayî: Bersiva Îranê bo destdirêjîyê berevanîya rewa ye ne texlîdkirina destdirêjîyê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê tevî rexnekirina çîroksazîya rêkxistinkirî ya medyayî û şerrê derûnî yên Rejîma Siyonîst li himber Îranê, tekez kir: Îranê bo têkbirina destdirêjker pêwîstî bi texlîdkirina rêbazên terorîstî yên dijminên xwe tuneye û dê li qada lîstika wan da cî negire.

 

Îsmaîl Beqayî di bersiva tawanbarkirinên li himber Îranê da ragihand: Rejîma Siyonîst bi şerrê derûnî û çîroksazîya medyayî, ji wan di dosyeya bi navê sarincan li Fransayê û îdiaya terorkirina rayedarên amerîkayî da, li dû çêkirina tirsê di raya giştî ya rojavayî da ye û hevrêkirina wan di şerrê li himber Îranê da ye.Beqayî tekez kir: Amerîka û Rejîma Siyonîst bi terorkirina rayedaran û armancgirtina xelkê ji rêzê, terorîzma dewletî pêk anîne; lê Îranê di berevanîya xwe da, pêwîstî bi texlîdkirina reftara destdirêjkeran û armancgirtina welatîyên asayî tuneye. Wî got: Îran bo têkbirina destdirêjker, dê qet nebe guhertoyek ji dijminê xwe.