Xwefirreke cûreya MQM-170’ê bi saxlemî li erdê hat danîn
Tesrîn 16, 2026 15:00 Asia/Tehran
Xwefirreke cûreya MQM-170’ê a girêdayî artêşa destdirêjker a Amerîkayê, di nav operasyoneke serkeftî ya şerrê elektronîk da, bi awayekî saxlem li erdê hat danîn.
Hêza Deryayî ya Sipahê ragihand: Ev çaremîn xwefirra ji vê cûreyê ye ku bi destê fermandetîya şerrê elektronîk û xwefirran a Hêza Deryayî ya Sipahê û heştemîn xwefirr e ku ji aliyê bergirîya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî va li sînorê Tengava Hormizê bi awayekî saxlem hatiye bidestxistin. Ev xwefirr bi armanca şopandin û naskirina sîstemên bergirîyê û şerrê elektronîk li vê deverê çalak bû.