Îranê êrişa ser armancên ne-leşkerî li Yemenê şermezar kir
Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê êrişa asimanî ser binesaziyên sivîl û navçeyên ne-leşkerî li Yemenê şermezar kir.
Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, bi awayekî taybet êrişên asimanî ser binesaziyên sivîl û navçeyên ne-leşkerî, ji wan êrişên asimanî ser bazara giştî ya El-Hezareyê li navçeya El-Wezayîyeya parêzgeha Teizê û gundê El-Şerîyeyê li şaristana Bênî Huşeyşê li rojhilatê parêzgeha Senaya Yemenê ku bûn sedema şehîdbûna 66 yemenîyên bêguneh ji wan 13 zarok û jinan û birîndarbûna bi dehan kesên din, û herwiha armancgirtina endamên tîma medyayî ya kanala El-Mesîreya Yemenê di dema çalakiya nûçeyan da, bi tundî şermezar kir.Komara Îslamî ya Îranê destnîşan dike ku pevçûna di navbera Erebistan û Yemenê divê herî zûtir bi gotûbêja di navbera alîyan li ser bingeha nexşerêya lihevkirî ya di navbera wan da bi dawî bibe û pêwîstîya vê yekê rawestandina demlidest a êrişên leşkerî, bidawîhanîna tam a dorpêçê û rêzgirtina li mafê kivşkirina çarenûsê ya gelê Yemenê ye.