Sêyemîn tankera binpêker li Tengava Hormizê hat teqandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i361314-sêyemîn_tankera_binpêker_li_tengava_hormizê_hat_teqandin
Navenda Ragihandinê ya Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî qala teqîna sêyemîn tankera binpêker li Tengava Hormizê kir.
(last modified 2026-11-08T14:17:55+00:00 )
Tesrîn 08, 2026 17:15 Asia/Tehran
  • Sêyemîn tankera binpêker li Tengava Hormizê hat teqandin

Navenda Ragihandinê ya Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî qala teqîna sêyemîn tankera binpêker li Tengava Hormizê kir.

 

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Hêza Deryayî ya Sipahê, ji saetên destpêkê yên vê sibehê heta niha sê tankerên binpêker di rêya rêpênedayî ya Tengava Hormizê da rastî teqîn û şewateke tund hatin û dûkela ji şewata van tankeran asmanê Tengava Hormizê dagirtîye.Ev tanker ji ber vemirandina sîstemên xwe yên navîgasyon û naskirinê û xerabkarîya artêşa qaçaxçî û destdirêjker a Amerîkayê niha di nav êgir da dişewitin.Hêza Deryayî ya Sipahê radigihîne: Rêziknameyên îranî yên Tengava Hormizê gelek caran bo hemî keştiyan hatine ragihandin û serpêçiya gemiyan ji van rêziknameyan û hevkarî bi artêşa qaçaxçî ya Amerîkayê ra ji bo derbasbûna ji rêyên rêpênedayî yên Tengava Hormizê dê tûşî serencameke ji bilî vê yekê nebe.