Îsmaîl Beqayî: Divê Amerîka vê rastîyê qebûl bike ku Îran ya têkçûnê nîne
Berdevkê Wezareta Karên Derve di peyamekê da li tora civakî ya Xê xitabî taqima desthilatdar a Amerîkayê nivîsî: "Pozbilindî û xwe-mezinbînî pîşekiya têkçûnê ye." Ev, timakarîya we bû ku bi ketina di xizmeta rejîmeke xapînok da, welatê we kaşî destdirêjîyeke neqanûnî û tawankarane li himber Îranê kir.
Îsmaîl Beqayî herwiha nivîsî: Hesabên we têk çûn, teoriyên we hilweşiyan û şaşitîyên we yên stratejîk yek li pey ya din aşkira bûn; ev hemî ji ber vê yekê ne ku we ne Îran bi durustî nas kir û ne jî têgihîştineke we ya rast ji berxwedan, vîn û xirûra neteweyî ya îranîyan hebû.
Gelê Amerîkayê niha peyameke ron daye we. Lê heke hûn hema wisa rastîyê paşguh bikin, çavê xwe li ser dersên dîrokê bigirin û li ser vê rêya bitaluke îsrar bikin, berûlayên vê şaşitîya mezin a hesabkirinê, dê pir berfirehtir ji wê yekê bin ku we heta niha dîtiye.
Îran welatek nîne ku bi pozbilindî û xwe-mezinbînîyê were naskirin, bi gefan were tirsandin yan bi destdirêjîyê were ser çokan.
Herwiha îro jî 4ê Mijdarê ye...