Iraqçî: Tu dijminatîya me bi endamên Konseya Hevkarîya Kendava Farsê ra tuneye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i361228-iraqçî_tu_dijminatîya_me_bi_endamên_konseya_hevkarîya_kendava_farsê_ra_tuneye
Wezîrê Karên Derve yê Îranê tevî tekezîya li ser vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê tu dijminatîyek bi welatên endamê Konseya Hevkarîya Kendava Farsê ra tuneye, ji rola erênî ya Qeter û Omanê sipasî kir û nivîsî: Em gotûbêjên xwe bi Erebistana Siûdî ra didomînin.
(last modified 2026-11-04T12:45:41+00:00 )
Tesrîn 03, 2026 19:10 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Tu dijminatîya me bi endamên Konseya Hevkarîya Kendava Farsê ra tuneye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê tevî tekezîya li ser vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê tu dijminatîyek bi welatên endamê Konseya Hevkarîya Kendava Farsê ra tuneye, ji rola erênî ya Qeter û Omanê sipasî kir û nivîsî: Em gotûbêjên xwe bi Erebistana Siûdî ra didomînin.

"Seyîd Ebbas Iraqçî" Wezîrê Karên Derve yê Îranê îro di hesabê xwe yê tora civakî da tevî amajeya bi hevpeyîvîna xwe bi kanala El-Cezîreyê ra nivîsî: Di gotûbêya bi kanala El-Cezîreyê ra min tekez kir ku Îranê tu dijminatîyek digel welatên endamê Konseya Hevkarîya Kendava Farsê tuneye. Em ji rola erênî ya Qeter û Omanê sipasî dikin û gotûbêjên xwe bi Erebistana Siûdî ra didomînin.

Iraqçî destnîşan kir: Armanca me gihîştina bo pergaleke ewlehîyê ya nû ya navçeyî ye ku ji aliyê welatên navçeyê bixwe va û bêyî amadebûna leşkerî ya biyanîyan pêk were.